Piranîya miletê Kurd jî di nav da, Misilmanan ji piştî mehekê rojîgirtinê ra, dest bi pîrozkirina Cejna Remezanê kirine.
Şik tune, ku pîrozkirina vê cejnê naşibe yên berê. Pandemîya ku bûyê bela serê ji 200 gelî zêdetir, li erdnîgarîya ku gelê me lê dijî, jî domdar e.
Wisa tê xûya, ku ev cejna wê, bi dest maçkirinê, hevdu hembêzkirinê û bi zîyareta dê û bavan va derbas nebe. Zarok wê mal bi mal negerin şêkir kom nekin, dilgeş nebin, coş û geşa cejnê his nekin. Kifş e, ku ev cejna wê neşibe cejnên berê. Emê di vê cejnê da, jîyanê li malê pêşewaz bikin.
Şik tune, ku cejn, ew demin ku hezkirin û rêzgirtina di navbera merivan da; derdikevin eşkeretîyê ne. Silavek dayîn, destek maç kirin, bi xweşbînî û şabûnê tijî kirina dil, rewişt çakîya ango fazîleta cejnê ye.
Ev cejna rastî demeke usan hat, ku pêdivîya bi tena serê xwe pîrozkirinê heye. Ji bo ku em di pêşedemê da hê jî dirêjtir û zêdetir li gel hev û din bin, divê em di van rojan da li malê bimînin.
Yê jê giringtir, cejjn ew dem in, ku tê da kîn, nedivî ango nefret û rik tûne nin. Di cejnan da mîrov xeyda xwe ji bîr dikin, li hev tên, aşt dibin û hevdu himbêz dikin. Cejin ew rojin ku aştî carek din aj dibin.
Dibe ku em di van rojên pandemîyê da, ne rû bi rû, li kêleka hevdu ne rûnên, dest nedin hevdu, hev himbêz nekin. Lê em dikarin dilên xwe daynin kêleka hevdu û ji bo gelê xwe rojên xweş daxwaz bikin, gişt mîrovên xwe, yên ku em dikarin bigîhîjin wan, bi rîya telefonê va, wan dilxweş bikin.
Xwişk û birayên hêja;
Jîyan hêja ye û ew bi xweşbînîyê û hezkirine va xweşiktir dibe.
Wefa mexsûsî mîrovan e. Bi bîr anîn, lêgerîn, seredan têne wateya wefayê. Dostanî bi parevekirinê va bejin dide.
Werin em di vê eydîyê da, xeydên xwe ji bîr bikin, ji dûr va be jî, hev hembêz bikin, dostanîyên xwe nûjen bikin. Em hev baş fêm bikin, nakokîyan, kîn û rikan, ramanên neyînî, hêrsê, hisîyata tolhildanê, xeyidan û enirandinê daynin alîyekî.
Werin em bi minasebeta vê cejnê; alîyên xwe yên hempar derxin pêş, cudatîyên xwe wek dewlemendî şîrove bikin, wisa bipejirînin.
Werin em tûndîyê û tingijandinê ji nav bibin. Em qedrê peyîvînê û dan û standinê (dîalogê) bigirin.
Bi wê hêvîyê ku di vê çejnê da, dilê me bi hezkirin û mîhrevanîyê va tijî bibe.
Tevaya mafên ku, em ji bo xwe dixwazin, heman îmtîyazan ji bo kesên ku li gel me dijîn, ji wan re jî bixwazin, xweşbîn û bexşander bin.
Kesên dilpak, ji bo kesên tedayê dibînin û ji bo gelên ku ji tevaya mafên xwe yên demokratik û mîrovî mehrûm mane, piştgir û piştevanin. Kesên dilpak bendeyar in.
Gelî hevalan,
Divê em jibîr nekin, ku damezirandina sazûmaneke azad û demokratik, dahatûyeke wekhev û adîlane di destê me de ye. Em dikarin wek ahenga heman asîmanek, bi hezkirinê ve hev hembêz bikin û tevayî hev, rûgeş û dilyar bijîn.
Ez hêvîdarim ku, li mal mayîna di vê çejnê de, hêjayîya azadîyê carek din bîne bîra me.
Di vê cejna dorpêçkirî de em careke din bînin bîra xwe, ka gelo azadî çiqasî pêwist û hêja ye.
Werin em jibo destxistina jîyaneke azad, hev bigirin, azadbûnê ji bo tevaya netewan wek mafekî bingehîn bipejirînin. Bira êdî azadî ji piştî vê eydîyê pê va, hemû dem bibe, helwest û amancek ku em jê derbas nabin.
Bila rojên azad bibin cejnên me yên rasteqîn.
Di vê cejnê de, em nikarin destên xwe bidin hev û hev maç bikin, lê em dikarin dilên xwe bidin kêleka hevdu, bidin maç kirinê. Em dikarin hev bibexşînin.
Ez ji bo we dahatûyeke azad û serfîraz, ya di tama cejnan da daxwaz dikim.
Bi wê hêvîyê ku, em di cejnên kamûran da, li ba hev bin.
Bi van hestan cejna we bi dil û can pîroz dikim. 12.05.2021
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR