GÜNCEL

ROJA ALAYÊ NÎŞANA HEBÛNÊ

ROJA ALAYÊ NÎŞANA HEBÛNÊ

Her netewe xwedî alayekê ye û li hemû derên ku di bin desthilatdariya wan de ne alayên xwe bilind dikin. Ji ber ku ala, nîşana desthilatdariyê ye.

Tê wê maneyê ku xwediyê wê alayê xwediyê wê axê ye jî. Loma ji bo neteweyan alasembola herî girîng e. Di bin desthilatdariya dewletekê de çi partî û rêxistin û hwd. hebin, alayên xwe di bin alaya neteweyî de bilind dikin.

Cihê alaya neteweyî li hemû derê li herî jor e.

Her ala xwedî dîrokek û xwedî çîrokekê ye. Dîroka alayekê çiqas kevn be û çîroka wê çiqas kûr be, ew netewe jî ewqas serbilind dibe ji ber alaya xwe. Di vê mijarê de kes wek miletê Kurd ne serbilind e. Ji ber ku dîroka alaya me ji Berî Zayînê dest pê kiriye û di nav 2600 salan de çîroka wê kûrtir bûye.

Alaya Rengîn ji Medan mîras maye ji me re û di nav demê de Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, lehengên Serhildana Qoçgiriyê, Xoybûnê û di pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed de Komara Kurdistanê her yekî hevokek li vê çîrokê zêde kiriye. Hevoka herî dawî ya vê çîrokê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate danîn. Parlamentoya Kurdistanê di 19ê Hezîrana 2009an de biryar da û 17ê Berfanbarê wekî Roja Alaya Kurdistanê qebûl kir. Ev tarîx ne tesadûfî hatibû hilbijartin û peyamek di nav xwe de dihewand. Di 17ê Berfanbarê 1946an de Komara Kurdistanê hate rûxandin. Pêşewa Qazî Mihemed Alaya Rengîn emanetî Nemir Mele Mistefa Barzanî kir. Nemir Barzanî jî ew emanet heta dawiya emrê xwe parast. Piştî Nemir Barzanî zarokên wî li ser bingeha ku wî amade kiriye hikûmet ava kirin û Alaya Rengîn ber bi asîmanan bilind kirin. Wan çîrok û dîroka xwe ji bîr nekirin û bi hilbijartina vê tarîxê peyamek dan hemû cîhanê.

Em jî dîroka xwe ji bîr nakin û em dizanin ku ev çîrok wê berdewam bike. Armanca me ew e ku em jî li bakurê welatê xwe bikaribin hevokekê li vê çîrokê zêde bikin. Bi vê minasebetê em Roja Alaya Kurdistanê li hemû Kurdistaniyan pîroz dikin. Ala nîşana hebûna me ye. Li hebûna xwe xwedî derkevin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Rihayê li ofîsa HAK-PARê bi beşdarbûna endamên HAK-PAR û ENKSyê û beşdarbûna xelkê sivîl ji bo Roja Alaya Kurdistanê bernameyek li dar xist û daxuyaniyek da. 17.12.2023

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Post expires at 2:31pm on Çarşamba Aralık 18th, 2024

About Post Author