GÜNCEL

KOMARA KURDİSTANÊ YA MAHABADÊ, SİKANEKE Dİ DÎROKA KURDİSTANÊ DE.-1-

Bİ YA DA QADİ MIHEMED Û KOMARA KURDİSTANÊ

Îsal 76.mîn salyada Pêşewa Qadî Muhammed e.Qadî di dîroka Kurdistanê de nimûneyek bijarte ye. Wêrek, mêrxas, bawermend,zanîyar û dewletzaneke navdare.

Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED û hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947 (31.12.1947) li meydana ÇARÇİRA a Mahabadê hatin darvekirin.Qadî di axirîn nefesa xwe de wiha gotibu:”

“Çahvên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û bi çahvên vekirî li welatê xwe binêrim. Hûn Qazî Muhemedekî dikujin lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qazî Muhemedên din şîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike.
Bijî Kurd û Kurdistan”

Di ser darvekirina nemir Qazî Mihemed û hevrêyên wî de bi dehan sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî û wêrekî û cesareta Qazî nehatîye jibîr kirin.

Qazî ( Qadî)yê nemir, pêş ku were darvekirin wek hosînama ( wesyetname) şîretan li nivşên nuyên tekoşîna rizgarîya miletê Kurd dikir û wiha digot:“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li himberê zilm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, paşî, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf û berjewendîyeke, xwedîyê her tiştekî ye.. Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî, û xîretê ve , ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Miletê Kurd jî, wek neteweyên din yên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn ji hev re, rîkdar nebin., xwe nefiroşin dijmin û ji hev re xweşbîn bin û tehemûla hevûdu bikin…. Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyî dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zilimkar in, Wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kuştin.. Dijmin wê bixwaze ku we, bêşexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi gerr û fenan, we, bi destê we bide kuştin…”

Pêşewayê nemir Qazî Mıhemed li ser fêm û fereseta Kurdayetî, li ser giringîya yekîtîya milli û li ser hevkarîya hêzên gel jî, şîretên balkêş kiribu:“ Sembola serketina her gel û neteweyek, hevgirtin û yekbûn e. Piştrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwendina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin.Her gelê ku yekîtî û yekrêzîya xwe tunebe; ewê her tim li bin destê dijmin de binale. Tu tiştê gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê cîhanê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lê belê bi yekîtiya nav xwe, welatê xwe rizgar kirine. “

Dîyare Qazî û hevalên xwe gelek bi başî xiyaneta neyar û dijminan dizanî.Ewan di cerbandina jîyana xwe de zanîn ku dijmin xapînoke.Lewraye ku nabe Kurd bi ya dijminê xwe bixapin, yan bi gotin û sozê dijmin bawer bikin. Lewra tu çî bikî bike, dijmin hisaba wî pê re ye.İxaneta te, bêbextî û bûxtan û poşmanî û xwe tehwildana te, tenê te sivik û bê kemal û emsal dike. Gere Kurd xiretkêş bin û tucarî tirs û qelsîya xwe bi dijmin nedin hisandin. Qazî wiha dibêje.:“Êdî bi dujmina nexapin. Dujminên Kurdan ji kîjan reng û nîjadek û netewekê bin, her dujmin in. Bê rehm û bê dilovanî ne, bê wijdanin , wê, we bi hevdu bidin kuştin, wê, we temah bikin û bi direw û xapandinê; wê, we berengarê hev bikin.Ango wê, we beredin hev.”

JÎYANA Bİ RUMET A QADÎ MİHEMMED

Qadî Mihemedê kurê Qazı Eliyê kurê Qazi Qasim di sala 1900’an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurek û heft keçên wî ji vê zewacê çêbune.

Qadî Mihamed Ji malbateke dîndar û Kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetah Qazî di şerê navbera Rûsan de jiyana xwe ji dest daye.. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina Kurdan, di sala 1930’an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê eşîr û êlên Kurd li hev dicivîne.

Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekem bû ku bi navê “Peymana Sê Sînor” çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê da, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji beşekê Kurdistanê bûn, di navbera xwe da destebiratî ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê serketinek netewî pejirandin û jêre bûne arîkar û piştevan.

Paytextê Komara Kurdistanê bajarê Mahabadê bû. Gelek gund û bajar û bajarokên herêmê di bin desthilata Komarê da bûn. Lê mixabin ku Komara Kurdistanê salek jî nekarî xwe li ser piyan rabigire.

Ez bi rêz û ihtirameke mezin Komara Kurdistanê û şehide vêKomarê bibîr tînin.

Komara Kurdistanê ya Mahabadê sikaneke gelek giring e di dîroka gelê Kurd da.

Yekem dewleta fermîya Kurdistanê a ku jî alîyê Koma miletan ve hatîye naskirin, yekem dergeyek bû ku Kurd tê da derbasî cîhanek azade dibûn.

Komara Kurdistanê, rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.

Rûhşad bin Qadî Mıhemmed û hevalên xwe.Berxwedana Qadî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike.

About Post Author