GÜNCEL

Em Bangî Malbatên Kurdan Dikin: Di dibistanan da ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya zimanê kurdî hilbijêrin

“HAK-PAR, PAK, PDK, PDK-BAKUR, PSK,TDK-TEVGER”

Em Bangî Malbatên Kurdan Dikin:
Di dibistanan da ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya zimanê kurdî hilbijêrin

Di dibistanên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê da, di polên 5,6,7 û 8an da mafê malbatan heye ku wek dersa bijarte, ji bo zarokên xwe dersa kurdî( kurmancî, kirdkî/zazakî) hilbijêrin.

Helbete ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e.

Li gel parastina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, divê em li mafê xwe yê dersa bijarte ya kurdî jî xwedî derkevin.

Malbatên kurdan çiqasî zêde zarokên xwe li dersên bijarte yên kurdî qeyd bikin, dê ewqasî zêdetir pêwîstî bi mamosteyên Kurdî jî çêbibin, di beşên zimanê kurdî da, dê hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêdetir bibe, dê bazara pirtûkên kurdì, tîcareta bi zimanê kurdî, bazara telewîzyon û fîlm û xebatên cuda cuda yên bi kurdî jî firehtir bibe.

Ev yeka jî dê bingehê perwerdeya bi zimanê kurdî xurtir bike.

Em berîya her tiştî bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku:

–Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin.

— Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê da divê guhertinên pêwîst bêne bicîh kirin.

Em bangî her kurdekî jî dikin ku :

–Zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî(kurmancî û kirmanckî/zazakî) da qeyd bikin. Roja dawî ya serîlêdana ji bo dersa bijarte, 20ê Çileya Paşîna 2023yê(20.01.2023) ye.

–Piştgirîya hemû xebat û kampanyayên ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

–Kurdên ku bi kurdî nizanin hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî kurdî bibin.

–Hemû kurdên ku bi kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan , li sûkê, li dibistanan, di karên xwe da, di jîyana rojane, di tîcaretê da zimanê kurdî wek zimanê xwe yê esas yê jîyanê bigirin.

–Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên kurd, divê kurdî wek zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî bigirin.
13.01.2023

HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PDK(Partîya Demokrat a Kurd)
PDK-BAKUR(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur)
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

About Post Author