GÜNCEL

Dünya Anadil Günü’nde HAK-PAR’ın eski genel başkanı sayın Kemal Burkay’dan konferans Dünya Anadil Günü’nü HAK-PAR Ankara il örgütü Kemal Burkay’ın verdiği konferansı ile kutladı.

Dünya Anadil Günü’nde HAK-PAR’ın eski genel başkanı sayın Kemal Burkay’dan konferans

Dünya Anadil Günü’nü HAK-PAR Ankara il örgütü Kemal Burkay’ın verdiği konferansı ile kutladı.

Konferansın açılış konuşmasını Ankara İl Başkanı Aydın Özatlı yaptı. Daha sonra halkımızın özgürlük mücadelesinde yaşamını yitiren yol arkadaşlarımızı ve an son aramızdan ayrılan Ebubekir Saydam yoldaşımız için bir dakikalık saygı duruşunda bulunuldu.
HAK-PAR’ın eski Genel başkanı, aynı zaman da Özgürlük Yolu Vakfı başkanı sayın Kemal Burkay, ‘Dünya Anadil Günü’ vesilesiyle Kürtçe ve Türkçe uzunca bir sunum yaptı.
Burkay konuşmasında Anadilin önemini, Uluslararası hukukta ve sözleşmelerde anadilde eğitimin yerini, Kürt dilinin yaşadığı zorlukları ve bugün ki durumu ile anadilimiz Kürtçe için yürütülen mücadeleyi örneklerle özetledi.
Konferans yaklaşık 2 saat sürdü.
========
Lİ NAVENDA HAK-PAR ENQERÊ ROJA ZMANÊ DAYİK HAT PİROZKİRİN
Kemal Burkay; ‘Divê Kurdî bibe zmanê fermî wek Tirkî ‘
21ê sibatê ku Roja Zmanê Dayikê ya Cihanê ye, bona vê yekê îro (22yê sibatê, roja şemiyê) li navenda HAK-PAR Enqerê civînek çêbû. Di civînê da Kemal Burkay ser girîngiya vê rojê bi Kurdî û Tirkî axivî.
Burkay dı axaftina xwe da got ev roj bi taybetî bo me Kurdan giranbuha ye. Ji ber ku Kurd bi aliyê nifûs (demografî) û coxrafî (erdnîgari) milletekî mezin in; lê mixabin welatê wan di navbera çend dewletan da hatiye parvekirin û ew dewlet rê nadin ku Kurd zmanê xwe bi serbestî bi kar bînin. Bi taybetî di nav sînorê dewleta Tirkiyê da. Dı dema komara Tirkiyê da, ango ji sed salî zêde ye ku Kurd nikarin zmanê xwe bi serbestî bi kar bînin. Heya navê Kurd jî heya van salên dawî qedexe bû.
Dema dewleta Osmanî da jî li ser zmane me ewqas teda ne bû. Wê demê Kurdistan wek eyaletekî dihate qebûlkirin û di medreseyên bajarên Kurdan da perwerde bi zmanê Kurdî dibû.
Li Tirkiyê herçî şovîn dibêjin Kurdî ne zman e. Lê Kurdî zmanekî kevn û dewlemend e. Herçî pispor nîşan dan ku Kurdî di nav zmanên dinyayê da di dereca 8’an da cî digre. Eva normal e; ji ber ku dîroka Kurdan jî pir kevn e.
Rêxistina Yekitîya Milletan hîn di sala 1948 da, ango dema ku avabû, di Beyana Mafên Mirovî a Cihanî da mafê karanîna zman bi serbestî wek mafekî bingehîn nişan da. Di sa 1989 da jî UNESK0’yê 21’ê Sibatê wek Roja Zmanê Dayikê a Cîhanî nîşan da.
Li ser vê mıjarê gelek biryar û peymanên havnetewî yên dinê jî hene. Wek Şertên Kopehhagê.
Lê dewleta Tirk mixabın heya îro gor van peymanan ne kir û heqê gelê Kurd nas nekir. Eva kemasiyeke gıran e ji bo dewleta Tirk. Tırkiye bi vî awayî nikare bibe welatekî demokrat û bıghê aşitîyê.
Divê Tirkiye dereng nemîne dev ji vê siyaseta şaş berde, pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser bike. Ev jî bi riya federasyoneke Kurd û Tirk dibe.
Her usa jî divê Kurdî bibe zmanê fermî wek Tirkî û bibe zmanê perwerde ji dibistana pêşîn heya zanîngehê
22 Sibat 2025

HAK-PAR Basın Bürosu

About Post Author