Newroz Meşxelên Rizgariyê ye
Sembola azadî û vejînê Newroz pîroz be!
Medan, bav û kalên kurdan, berî zayînê di sala 612an de dewleta Asûrî, împaratoriya herî bi hêz û zalim a cîhanê rûxandin û ev nûçe bi pêxistina agir li serê çiyayan ji hemû cîhanê re hat ragihandin.
Di 21’ê Adarê de fermana şahê Asûr Dehak ku gelên di bin desthilatdariya xwe de bi hovîtî û tirsê birêve dibir, hate hilweşandin.
Ji wê rojê û vir ve Newroz wek cejn tê pîrozkirin û li hemû gelên Rojhilata Navîn û Asyayê bi taybet gelê Kurd weke sembola azadî û serhildana li dijî zilmê tê pîrozkirin.
Agirê her 21’ê Adarê Newrozê pêdixist, hêviyê geş dike, berxwedanê ronî dike û mizgîniya azadiyê dide.
Rejîmên mêtingeriyê yên bi şer, kedxwarî û koletiyê re tevdigerin îro jî hene.
Îro Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn di nava xwînê de ye.
Kurdên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn welatê wan perçe bûye û bê dewlet mane, di bin zilmê de ne, bi komkujî û qirkirinan hewl tê dayîn hebûna wan bê dîtin.
Îstîsmar û zordariya li Kurdistanê ji aliyê rej
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN
ÇAPEMENYA HAK-PARÊ