HAK-PAR, PSK VE PWK İZMİR’İN KONAK MEYDANINDA ORTAK BASIN AÇIKLAMASI YAPTI
HAK-PAR PSK VE PWK izmir il örgütleri 23.02.2025 tarihinde (bugün) İzmir’in Konak meydanın da ‘Dünya Anadil Günü’nü kutladılar, Kürtçe ve Türkçe basın açıklaması yaptılar.
Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be;
Li gel tirkî divê kurdî jî bibe zimanê fermî.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku bi biryara UNESCO’yê li hemû cîhanê tê pîrozkirin, em careke din bala we bikşînin ser wê yekê ku Kurdên ku ji sê parên nifûsa Tirkiyeyê pêk tên, îro jî ji derfeta perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in.
Divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê me yê zikmakî kurdî bên rakirin û di qadên giştî de bi awayekî azad bikaranîna wî bê dayîn.
Divê zarokên kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin.
Li gel tirkî divê kurdî jî bibe zimanê fermî.
Divê dewlet dev ji polîtîkaya asîmîlasyonê berde û zimanên cuda wekî bîr, mîrateya hevpar û dewlemendiya mirovahiyê bibîne.
Weke kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê divê em bernameyên taybet ji bo axaftin û fêrbûna kurdî çêkin.
Li aliyê din em hewldanên asîmîlasyonê yên li dijî zimanê kurdî, ku ev 100 sal in parçeyek ji polîtîkaya anakronîst a tinekirinê ya li dijî kurdan e, binpêkirina mafên herî bingehîn ên mirovî û hovîtî ya bi armanca tunekirina bîr û çanda hevpar a mirovahiyê, dibînin.
Li aliyê din em di wê baweriyê de ne ku erkên girîng ên Kurdan jî hene;
Hemû partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, TV, radyo û saziyên çapemeniyê; Siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rewşenbîrên kurd; Divê di hemû xebatên xwe yên siyasî, çandî, hunerî, edebî û weşangerî de zimanê kurdî wek zimanê bingehîn bi kar bînin.
Divê hemû şaredarî, weqf, karsaz û rêxistinên civaka sîvîl di vekirina dibistanên taybet û qursên ku bi zimanê zikmakî perwerdehiya bi kurdî didin, pêşengiyê bikin an jî piştgirî bidin van însiyatîfan.
Bila roja zimanê zikmakî bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi kurdî û mezinkirina têkoşînê ji bo ku kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin.
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz be
Zimanê me hebûna me ye!
Em bi Kurdî biaxivin, Kurdî hîn bibin, Kurdî bikin zimanê xwe yê jiyan.
==========
Dünya Anadil Günü Kutlu Olsun;
Türkçenin yanı sıra, Kürtçe de resmi dil olsun.
UNESCO’nun kararıyla tüm dünyada kutlanan 21 Şubat Dünya Anadil Günü dolayısıyla bir kez daha dikkatinizi Türkiye’de nüfusun üçte birini oluşturan Kürtlerin, bu gün bile anadilinde eğitim alma olanağından yoksun olduğuna dikkat çekmek istiyor ve talep ediyoruz.
Anadilimiz Kürtçe üzerindeki tüm engeller kaldırılmalı, kamusal alanda da serbestçe kullanılmasına olanak sağlanmalıdır.
Kürt çocukları ilkokuldan üniversiteye kadar Kürtçe de eğitim görebilmelidir.
Türkçenin yanı sıra, Kürtçe de resmi dil olmalıdır.
Devlet asimilasyon politikasından vaz geçmeli, farklı dilleri insanlığın hafızası, ortak mirası ve zenginliği olarak görmelidir.
Kuzey Kürdistan ve Türkiye’deki Kürtler olarak Kürtçe konuşma ve öğrenme konusunda özel programlar oluşturmamız gerekmektedir.
Öte yandan 100 yıldır Kürtlere yönelik çağdışı imha siyasetinin bir parçası olarak, Kürtçeye yönelik sürdürülen asimilasyon çabalarını, hem en temel insan haklarının ihlali olarak görüyor hem de insanlığın ortak hafızasını, ortak kültürünü silmeye yönelik bir barbarlık olarak değerlendiriyoruz
Öte yandan Biz Kürtlere de önemli görevler düştüğüne inanıyoruz;
Tüm Kürt siyasi partileri, STK’ları, demokratik kitle örgütleri, TV, radyo ve basın-yayın kuruluşları; Kürt siyasetçi, yazar, sanatçı, aydınları; tüm siyasal, kültürel, sanatsal, yazınsal ve yayın faaliyetlerinde Kürtçeyi temel dil olarak kullanmaya özen göstermelidirler.
Bütün belediyeler, vakıflar ve iş adamlarımızın da, Sivil Toplum Kuruluşlarının Kürtçe ana dille eğitim yapan özel okulların, kursların açılması için öncülük yapmaları veya bu tür girişimleri desteklemelidir
Anadil günü Kürtçe ana dille eğitim hakkının kazanılmasının, Kürtçenin resmi bir dil olarak kabul edilmesi için yürütülen mücadelenin yükseltilmesinin başlangıcı olsun.
21 Şubat Anadil Günü Kutlu Olsun
Dilimiz Varlığımızdır!
Kürtçe konuşalım, Kürtçe öğrenelim, Kürtçeyi yaşam dilimize dönüştürelim!
HAK-PAR -PSK -PWK İZMİR İL ÖRGÜTLERİ




