Şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê li Hewlêrê serdana Şoreşgerî û Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê kir.
Şanda HAK-PARê ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û Cîgirê Serokê Giştî û nûnerê HAK-PARê yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr pêkhatiye, li Ofisa Komelaya Zehmetkêşan, ji aliyê Endamê Lîjneya Rêvebirîya Komelaya Şoreşger û Zehmetkêşan a Îranê Ebdullah Azarbarî û rêvebirên wê partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Serokê Gistî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û Rêvebirên Komeleya Zehmetkêşan li ser rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û pêşketinên dawî danûsitendinan kirin.
Endemê Lijneya Zehmetkêşan Ebdullah Azarbar kêfxweşîya xwe ji bo serdana HAK-PARê diyar kir û balê kişand li ser girîngiya berdewamîya pêwendiyên herdû aliyan.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan jî li ser rewşa siyaseta Bakûr û polîqayên HAK-PARê agahî da û van hevdîtinan girîng nirxand.
25.01.2024
Bûroya Çapemenî HAK-PAR
Post expires at 8:04pm on Cumartesi Ocak 25th, 2025