Serê Kurda Tevliheve
Abdulmenaf Kiran:
Emrê min jî bihirî. Êdî tevgêren min sist bûn. Ez zû rat dibim. Nêzî 50 salîye ku ez hewl didim tekoşîna gelé Kurd. Lé mixabin xde badil hewa, tekoşînek bê berhem.
Serê rêberên me tev liheve. Her yek tiştek dixaze. Ne hevdû guhdarî dikin, ne jî di zanin li hev bikin. Ez di wé baweriyé dame ku nizanin çi daxaz dikin.
Mirov bi xeyalén mezin, nagihîje armanca xwe. Gavek biçûk, ji xeyalek mezin bi rûmettire.
Ez her şev bala xwe didim nîrqaşén li ser ekranênî televizyona. Yek qanalek Tirka, siyasetmedarek Kürt ji xwe ra na ke mévan. Di nirqaşên wanda pirsgreka Kurd nave mijar. Ji sêsêyan yekên hilbijara Kurdin. Lê mixabin rûmeta van hilbijéra di qurişén qûl jî nakin li cem wan. Lewra ew dengen Kurdan ji bon xwe xanîmet divînin. Ev yek ji bo me ne şerm û fedya girane?
Em çi dixazin. Ji bo çi tekoşîn didin. Gelo wé her dem nîrqaşén me bi hevra ve. Em çima tim enerjîya hev digrin. Çima em sînerjîyek çenakén.
Di dilé xwe da em hemû divên Azadî. Bila her kes bi zimané dayka xwe perwerde bibe. Bila zimané Kurdî jî bibe zimane fermî li Tirkyé. Em Kurd jî bixwe bixwe xwe idare bikim. Bila ziman û çanda me serbixwe be. Nasnama Kurd di qada hiqûqéda bé nasîn.
Daxazén me teva evîn Lé tevgérén me cûda cûda ne. Ez divém em di daxazén xwe da rast nînin. An di daxaza xwe da ji dil nînin. Ku em rast bûna , neha 14’én Gulané da hilbijartin heye. Partiyek Kurdana ku van daxaza tîne ziman û rojevé heye. Divé ku me teva bé şert û qeyd pişt bida vé partiyé. Em ji bo ku divé partiyéda bibûna namzet, biketena rézé. Hewce nîne ku em bi kevin helméza nijaperst û kevneperestén sazimana Kemalist. Em çima desté xwe li ber nijaperest û kevneperestin older didin ser hev. Nav nişana Kurda heye.
Navnîşan di vé hilbijartiné da HEQ -PAR’e. Partiya Maf û Azadiyan ( HAK-PAR) navnîşana hemû Kurdane. Nérînén li dijî vé bangé, mane ne, mana ne kar kiriné ne. Werin em gavek biçûk bavéjin, bila héviya me mezin bibe. Ez bi xwe ev qas ji siyaseté fém dikim. 26.03.2023