GÜNCEL

JI BO KOMARA FEDERAL HAK-PAR DAXUYANIYA HAK-PAR’Ê YA HILBIJARTINA 14 GULAN 2023

JI BO KOMARA FEDERAL HAK-PAR

DAXUYANIYA HAK-PAR’Ê YA HILBIJARTINA 14 GULAN 2023

Tirkiyê di 6ê Sibata 2023an de bi çend zelzeleyên mezin hejiya. zêdeyî pêncî hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Sistî û kêmasıyên dewleta pir-navendî di çareserkirina krîzan de careke din derket holê.

Sedemê sereke yê vê bîlançoya giran ew e ku, di serî de hukûmeta niha û yên berê jî, guh nedane hewceda¬riyên civakê ên bingehîn; bacên ku têne berhev kirin li şûna ku ji bo avakirina bajarên ewledar û hemdem ên jiyanî xerc bikin, ji bo bihêzkirina çerxa milîtarîst, ber¬dewamkirina polîtîkayên şer xerc kirine û dikin. Ev zîhniyeta mîlîtarîst sedemê krîza aborî û mezinbûna fe¬qîrî û xizaniyê ye ku îro tevahiya civakê dorpêç dike.

Bê şik birînên erdheja ku li 11 parêzgehan li 13 milyon însanan tesîr kir, dê zû bi zû pak nebin û ew ê bi salan bandoreke neyînî li tevahiya Tirkiyeyê bike. Lê dîsa jî li Tirkiyeyê hem bloka desthilatdar û hem jî bloka mux¬alefetê li şûna ku çareseriyên aqilane derxînin, di nava têkoşîna rantê de ne.

Tirkiye di vê rewşê de careke din ber bi hilbijartinê ve diçe. Siyaseta ku di nav eniyên dijber de tê meşandin, careke din rê li ber teşhîskirina pirsgirêkên civakî û nîqaşkirina çareseriyan digre. Ev şêwazê siyasetê qadên azadiyê teng dike, ji alîyekî ve mîlîtarîzmê xurt dike, pê re jî xizaniyê zêde dike. Zêdbûna bê edaletiya di dabeşkirina dahatê de, aştiya civakî û hêvîyên pêşerojê dixeniqîne. Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR vê şêwazê siyasetê red dike.

HAK-PAR bêyî ku xwe bi tu partî yan jî blokekê ve girê bide, dê li dijî hevgirtinên dervayî demokrasiyê û rantxur, zihnîyetên zordest, otorîter, polîtîkayên dij-kurd, nijatperest û şoven raweste. Ew ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên gelê me, li ser bingehekî aştiyane û bi rêka diyalogan bimeşîne. Partiya me dê bi namze¬dên xwe beşdarî hilbijartinan bibe û şêwazekî siyasî yê nû bi xwe re bîne.

Gelê me yê hêja;

Hilbijêrên li Tirkiyeyê dê di roja 14ê Gulana 2023an de him ji bo hilbijartina serokomar û him jî ya 600 we¬kîlan biçin ser sindoqan.

Mixabin namzedên serokomariyê yên ku dixwazin Tirkiyê bi rê ve bibin, hîç behsa pirsgirêkên civakî yên girîng ên wekî pirsgirêka kurd û elewiyan nakin. Ew bêyî ku projeyeke çareseriyê pêşkêş bikin, ji hilbijêrên ku wan bi xwe li ser esasê dij-kurdtiyê polare kirine, dengan dixwazin. Ger yek ji namzedan di tûra yekem de rêjeya dengan bi dest nexist, dê hilbijartinên seroko¬mariyê bên dubarekirin.

Meclisa Partiyê ya HAK-PARê dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştgirî nede wan 4 namzedên ku bi gotinên şovenîst ên nijadperest bi hev re pêşbirkê dikin.

Di vê pêvajoyê de HAK-PAR dê xebata ji bo qebûlki¬rina hebûna gelê kurd di destûra bingehîn de, bidesxist.

istina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, qebûlkirina zimanê kurdî digel zimanê tirkî wek zimanê fermî, çê¬kirina îmkanên çareseriyeke federal û garantîkirina mafên kurdan ên rewa û demokratîk wek bingehên siya¬seta xwe bimeşîne.

HAK-PAR; yên ku dixwazin bi gotina “yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziman” sazumaneke unîter a bêtir ceberût, rejîmeke yek zilamî bidomînin û him li hundir û him jî li derveyî sînoran xwe êrîşî mafên rewa yên kurdan dikin, û li derveyê sînorên xwe jî wek meseleya jiyanê dihesibîne, her wiha bloka hêzê ya ku heqaretê li nirx û sembolên me dike û bloka opozîsyonê û namze¬tên wê yên ku di vê mijarê de bi bloka desthilatdar re hevrikiyê dikin re red dike. antî-Kurdtiyê, weke hêviyê. HAK-PAR alîgirê demokratîkbûna di wateya îroyîn de, laîkbûneke rast, mafên mirovan, têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê ye û dê bibe parêzvanê daxwazên rewa yên hemû beşên civakî yên biçûk.

HAK-PAR; bang li gelê me dike ku biçe ser sindo¬qan û di hilbijartinên Serokkomariyê de dengên pro¬tesoyî bi kar bîne.

Dengên protestoyî yên watedar ên ji bo hilbijartinên serokomariyê yên di sindoqan de dê namzedên ku ji bo desthilatdariyê têdikoşin bikin ku polîtîkayên xwe ji nû ve binirxînin. Em di wê baweriyê de ne ku her namzedê ku li hemberî mafên rewa yên gelê Kurd ê ku ji 30 mi¬lyonî zêdetir e, helwesteke dijminane nîşan bide û xemsar bimîne, ew ê dawiya xwe ya siyasî amade bike.

Eger hilbijartin di pêngava yekemîn de encam nede û derbasî tûra duwemîn bibe, hingê Meclisa Partiya me dê li gor helwêsta namzetên Serokkomariyê yên der¬heqa daxwazên gelê Kurd de û projeyên ku ew ê derx¬înin pêş, siyaseta xwe nûjen bike.

Di hilbijartinên parlementoyê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin HAK-PARê ji bo ku ew yekane partî ye ku daxwazên kolektîf ên gelê Kurd ji xwe re wek pirsa bingehîn dibîne. Ji ber ku HAK-PAR bêyî ku beşdarî tu partî û blokekê bibe, dê li dijî blokên nedemokratîk, zihniyetên zorker, otorîter, nîjadperest, têgihîştina şovenîst, polîtîkayên antî-kurd raweste. Ew dê bibe parêzvanê daxwazên gelê me. Ew dê li ser bin¬geha têkoşîn û diyaloga aştiyane, bi polîtîkayên xwe yên hemdem, demokratîk, bi namzetên xwe yên demokratîk beşdarî hilbijartinan bibe. HAK-PAR dê daxwazên rewa yên gelê kurd bigihîne qadan û bibe dengê gelê me.

Gelê me yê hêja;

Gelo hûn ji wan partiyên ku we di hilbijartinên berê de rey dabû wan û ew şandibûn meclîsê razî ne? We ew şandibûn qaşo ji bo ku pirsgirêkên civakî çareser bikin û ji bo ku civakek bêtir bi heq û hiqûq, bêtir azad, aştîyane û bi hizûr pêkbînin. Hûn ji siyaseta partiyên desthilatdar û yên muxalîf ku şerê kursiyan û rantê dikin, dibin sedemê aloziyên aborî razî ne?

Heke hûn ne razî ne, wê biguherînin!

Wek hûn jî dizanin; li şûna ku ew pirsgirêkan çareser bikin, mezintir kirin. Bêkarî û feqîrî zêdetir bû. Bi mi¬lyonan gelê me di bin birçîbûn û xizaniyê de man. Hej¬mara esnafên ku Ji ber bacên giran, kirê û fatûreyên zêde kepengên xwe girtin zêde bû. Ciwanên gihîştî, şareza û xwedî pîşe li Tirkiyeyê hêviya xwe qut kirin. Ji bo pêşerojeke baştir dest bi derketina derveyî welat kirin. Desthilatdarên Tirkiyeyê bi gelê xwe re, bi hemû cîranên xwe re, bi gelek dewletên xwedî bandor re jî ke¬tine nakokiyê. Nîjadperestî, sovenîzm, paşverûtî, jinkujî û şîdet zêde bûye û tevna civakî hatiye hilweşandin.

Heke hûn ne razî ne, wê biguherînin!

Ji partî û siyasetmedarên ku pirsgirêkên we çareser nakin û mezintir dikin hesab bipirsin! Ji derew û lîstikên partiyên ku wêranî, mirin û belengaziyê li pey xwe di¬hêlin re bêjin “êdî bese”!

Yên ku hukumraniya monîst (tekperest) û unîter de îsrar dikin; yên ku bi hişê totalîter cihêrengiya civakê ya pirzimanî, pirçandî û etnîkî paşguh dikin, yên ku rê li ber alozî û pevçûnan vedikin, wan hilde biavêje kê¬leka rê.

Û ji wan re bêjin êdî bese! yên ku bi gotina “aştî”yê dengê we distînin û şer tînin nav bajarên Kurdan; bi da¬nîna barîkat û xendeqan cihên ku çavkaniya welatparê¬ziyê ne wêran dikin, bombeyan diteqînin; û dibin sedem ku li navendên bajaran bi sedan sivîl dimirin, birîndar dibin û aboriya herêmê tê felckirin, bi sed hezaran Kurd neçar dimînin cih û warên xwe terkdikin û dibin pena¬ber. Ji wan re bêjin êdî bese! yên ku ciwanên kurd ji bo berjewendiyên dewletên kolonyalîst Îran, Îraq û Surîyê û dewletên emperyalîst dişînine mirinê. Ji wan re, yên ku kesên ji çepên tirk ên kemalîst wek wekîlên kurdan destnîşan dikin û piştgirî didin wan, bêjin ’’êdî bese!’’

Dengê xwe bidin namzetên HAK-PAR’ê!

Hem polîtîkayên xitimandinê yên partiyên rantê yên li meclîsê şermezar dikin û hem jî nûnerên xwe yên rast bişînin meclîsê. Em di wê baweriyê de ne ku kêşeyên Tirkiyê kêşeyên binesaziyê ne û encax bi rêyek ras¬teqîne bi guhartin û rêkûpêkkirina îdarî çareser dibin.

Ji bo vê jî em îdia dikin ku divê sîstema îdarî ya Tir¬kiyeyê bi awayekî federal bê avakirin.

KOMARA FEDERAL

Pirsgirêkên Komara Tirkiyeyê pirsgirêkên kangrenîk in ku ji damezrandina xwe heta niha nekariye wan ça¬reser bike. Di serî de pirsgirêka kurd tê. Ji bo çareserki¬rina pirsgirêkan divê Tirkiye sîstemeke federalî hilbijêre, li gorî rastiya xwe ya pirzimanî, pirçandî, pir¬neteweyî bigihêje karekterekî pluralîst; û bi şêweyekî federalî ji nû ve bê avakirin.

Li herêmên ku cudahî lê hene, bi taybetî jî li herê¬mên ku kurd lê piranî ne, divê pêkhateyên federe bên sazkirin. Li ser vê bingehê yekane partiya ku parvekirina serweriya siyasî û îdarî dixwaze û çareseriya federal pêşniyar dike HAK-PAR e.

Divê Tirkiye bibe federal

Divê Tirkiye jî wek Dewletên Yekbûyî yên Ame¬rîkayê, Almanya, Rûsya, Belçîka, Kanada, Swîsra, Awûstûrya, Hindistan û Afrîkaya Başûr û yên din bi sî¬stemeke federal bê rêvebirin. Federasyon di welatên pir¬zimanî, pirçandî û pirneteweyî de awayê jiyana hevbeş a herî maqûl a îdarî û siyasî ye.

PIRSA KURDÎ

Ji destpêkê heta îro pirsgirêka Kurd, bûye pirsgirêka herî girîng a Komara Tirkiyeyê. Tirkîye li ser bermaya Împaratoriya Osmanî wek dewleteke unîter, bi paradîg¬maya yek milet, yek ziman, yek al hat avakirin.

Hebûna kurdan û hemû rengên cuda yên civakê hatin înkarkirin, tepeserkirin.

Neheqiyeke weha di dema Dewleta Osmanî de jî tu¬nebû. Berî damezrandina Komara Tirkiyê, civakên çandî û etnîkî yên pirneteweyî, pirzimanî û cihêreng bi hev re dijiyan.

Bi Destûra Bingehîn a 1924’an re dewleteke ultra-na¬vendî, unîter û monîst li ser esasê Tirkbûnê ku di ser¬dema Osmaniyan de ew jî bermahiyeke etnîkî bû, hate avakirin.

Ji ber vê yekê hemû maf û azadiyên bingehîn ên Kur¬dan; mafê wan ê ku li welatê xwe bi xwe bi rêve bibin jî hate desteserkirin. Her îtîraz, berxwedan û serhildana li hemberî vê zîhnîyeta monîst, bi xwînê, bi şêweyên komkujîyê ve hat tepisandin. Li ser kurdan zilm û zor¬darî bi berdewamî hat kirin. Kurdistan ji wê çaxê heta niha hertim bi ’’Mufetişiyên Giştî’, ’’Îdareyên Leşkerî’’ û ’’Rewşên Awarte’’ hat îdarekirin. Bi Dadgehên Îstîk¬lalê, Planên Şark Îslahatê, Qanûnên Îskana Mecbûrî, gund valakirin, kurd bi girseyî, şandin rojavayê Anato¬lyayê. Bi hêz û yekîneyên paramîlîter Kurdistan di rewşa şer de hat girtin. Bingehê pirsa Kurd ev siyaseta înkarî û zordesîya dewleta monoîst e.

Ev polîtîkayên şîdetê û zordestiyê bûne sebeb ku heta niha çareseriyeke adil a pirsgirêka kurd pêknehatiye, de¬mokrasî pêş neketiye û nebûye xwediyê sazîyan. Li pişt darbeyên leşkerî, îdareyên orfî û rewşên awarte, meylên berbi bi rejîmên otoriter, neheqîyên di dabeşkirina da¬hatê de, bêhiqûqî û xizanîyê, ev polîtîkayên şîdetê û zor¬destiyê hene.

Divê dev ji vê siyasetê bê berdan. Civakên ku nikarin pirsgirêkên xwe bi rêyên aştiyane, demokratîk û bi rê¬bazên adil çareser bikin, bi pêvajoyên trajîk re rû bi rû dibin. Nimûneyên vê yekê li Rojhilata Navîn diyar dibin. Çareserkirina pirsgirêkan ji wan kesan nayê hê¬vîkirin ku wan bi xwe ew pirsgirêk afirandine. Evana berdewamiya hukmê xwe di neçareserkirinê de, di tun¬dîyê û antî- kurd bûnê de dibînin.

Çareseriya pirsgirêkê, bi vegerandina mafên bingehîn ên gelê Kurd ên hatine desteserkirin pêkan e. Û HAK-PAR ji bo vê têdikoşe.

Divê gelê me helwestên dijminatiyê, nijadperestî û nefretê ku desthilatdar û muxalefet bi hev re li dijî dest¬keftiyên Kurdan ên li derveyî sînorên xwe dikin nîşan didin, ji bîr meke. Divê gelê me piştgirî bide dînamîkên xwe yên siyasî, nede partiyên dûzenê. Divê dersekê bide wan partiyan ku li gorî daxwazên pergala monîst siya¬setê dikin, Kurdan tune hesab dikin û dixwazin welat bi yek rengî boyax bikin.

PIRSGIRÊKA ALEWÎYAN DI ÇARÇOVEYA AZADIYA BAWERIYAN DE

Pirsgirêka Elewiyan yek ji pirsgirêkên girîng ên vî we¬latî ye. Elewiyên ku tê texmîn kirin li vî welatî nifûsa wan nêzî 15-20 milyonî ye, her wext rastî piçûkxistinê hatine, zext û zordarî li wan hatiye kirin û neçar mane ku demeke dirêj nasnameya xwe veşêrin.

Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku dewlet dev ji pênasekirina elewîtîyê ya ku li gor xwe dike berde û mafên wan ên rewa teslîmî wan bike.

Lê hê jî daxwazên mafdar ên Elewiyan nehatine ber¬sivandin. Statuya malên Cemê hê jî nayê naskirin. Dersa olî di mekteban de divê ne mecbûrî be.

Ji bilî Elewiyan, piçûkxistin û zordestî bi şêweyên cur¬becur li ser komên baweriyên din ên weke Xiristiyan, Cihû û Kurdên Êzidî jî berdewam dike. Çareseriya pirs¬girêka Elewiyan bi pêkanîna laîktiya rasteqîn mumkun e. Ji bo ku Tirkiye bi rastî laîk bibe, divê dewlet destê xwe ji qada olî vekişîne. Divê tu bawerî neyê çewisan¬din, îmtiyaz ji tu baweriyê re neyê dayîn. Wek HAK-PAR em laîkbûneke rasteqîn û azadiya baweriyê diparêzin. Bi vê boneyê em ji hemû welatiyên ku alîgirê azadiya baweriyê û li dijî zilmê ne, dixwazin ku dengê xwe bidine HAK-PARê.

DIVÊ POLÎTÎKA DERVE LI SER RÊZGIRTINA HEMBERÎHEV TÊKILIYÊN AŞTIYANE BE

Tirkiye bi taybetî bi Îran, Iraq, Sûriye, DYA, YE, Rû¬syayê û hema hema bi hemû cîhanê re dijminatiya Kur¬dan xistiye navenda têkiliyên xwe. Divê dev ji vê siyaseta şaş bête berdan.

Divê Tirkiye pirsgirêka Kurd him li hundir bi rêbazên hemdem çareser bike, him jî digel kurdên di nav sînorên Îran, Iraq û Sûriyeyê de têkiliyên baş ên cîrantiyê pêşda bibe.

Divê destkeftiyên rewa yên Kurdan li Herêmê weke pirsgirêka beka neyê dîtin û bi fobiya “Parçekirinê” tev¬negere.

Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yewnanîstan, Yekîtiya Ew¬ropa û DYA’yê re ne baş in. Divê ev polîtîka êrîşkar bête terkirin.

Divê Tirkiye bi cîranên xwe re, bi taybetî jî bi Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê re û bi Kurdên li Kurdis¬tana Sûriyê re têkiliyên aştiyane deyne; ji mafên wan re rêz nîşan bide û bi civaka navneteweyî re li hevhatî be.

ENDAMETIYA YEKITÎYA EWROPAYÊ

Em wek HAK-PAR piştgiriya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê dikin û dixwazin di zûtirîn dem de endamtiya tam pêk were. Ji bo vê jî divê Tirkiye şert û mercên endamtiya Yekîtiya Ewropayê bi dawîkirina re¬formên pêwîst di demeke herî kurt de pêk bîne.

Divê Tirkiye jî ji bo pêkanîna şert û mercên pêwîst ên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê, xwe paşda nede.

DESTÛREKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK PÊWÎST E

Di ser Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê re tevî ku 42 sal derbas bûne jî, şop û ruhê darbeyên leşkerî ji xwe dûr naxîne.

Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku makezagoneke nûjen, sivîl û demokratîk li gorî pêkhateya pirneteweyî û pirçandî ya Tirkiyeyê bê çêkirin.

Ev makezagon divê zemînê avakirina sîstemeke fede¬ral, demokrasiya piralî û beşdarvanîyê di standardên YE de çêbike. Divê nasnameya kurdî di makezagonê de cih bigire.

Divê zimanê kurdî li gel tirkî wek zimanê fermî bê qe¬bûlkirin; û ji dibistana seretayî heta zanîngehê li dibis¬tanan bê hînkirin û di qada giştî de bi serbestî bê karanîn.

Dema ku em wek HAK-PAR li Tirkiyeyê perwerde¬hiya bi zimanê zikmakî diparêzin, em vî mafî ji bo et¬nîkên din ên wekî Ereb, Laz û Çerkezên ku li vê erdnîgariyê di nav civakên girse de dijîn jî pêwîst dibî¬nin. Pêdiviyên Krîterên Kopenhagê divê bên bicihanîn. Li gorî Peymana Komisyona Venedîkê, divê partî û ko¬meleyên siyasî yên ku ji şîdetê dûr disekinin, werin ava¬kirin û di jiyana siyasî û sivîl de cihê xwe bigirin.

– Divê hemû astengiyên li pêşiya damezrandina partî û rêxistinên bi navê Kurd û Kurdistanê bên rakirin.

-Divê Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê de¬mokratîk bibin; Divê bendava hilbijartinê bi tevahî were rakirin, her partî li gorî dengên ku distîne di parlamen¬toyê de were temsîlkirin û li gorî dengên ku distîne ji xezîneyê alîkariyê werbigire.

-Divê Qanûna Cezayê bi awayekî adil bê guhertin, Qa¬nûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê rakirin.

– Divê navên kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dî¬rokî ku li Kurdistanê hatine guhertin, bên vegerandin.

– Divê cihê gorên hemû kesayetên kurd ên ku wan veşartine, bi taybetî Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîd-î Kurdî bên eşkerekirin.

PIRSGIRÊKA JINAN

Li gorî Peymana Têkoşîna Dijî Cêwaziya Li Dijî Jinê (CEDAW) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qe¬bûlkirin û Tirkiye jî pêre ye, em alîgir in ku astengiyên li pêşiya beşdariya wekhev a jinan di jiyana civakî û siyasî de bên rakirin. Em ê alîgirê Peymana Stenbolê bin, ji bo ku realîzekirina rêbazên hiqûqî yên pêwîst bix¬ebitin. HAK-PAR dê li dijî tundî, newekheviya ku mekanîzmayên pergala zayendperest, a sîstema serdest a mêran her roj ji nû ve hildiberîne, têbikoşe. Wê destekê bide beşdariya jinan a di jiyana civakî, siyasî û aborî de û ji bo ku pêşî li beşdariya newekhev bigire dê hemû tedbîran bigire.

MAFÊN KARKER Û KEDKARAN

Em ê hemû mafên ku di peymanên navneteweyî de cih digirin li Tirkiyeyê têxin jiyanê, astengiyên li pêşiya rêxistinbûna karker û kedkaran rakin.

Wek HAK-PAR em ê bixebitin ku mafên karkeran û ewlehiya jiyanê li gorî pîvanên hevdem bin. Mûçeya herî kêm ji bo civakê pîvaneke şermê ya kedê ye. HAK-PAR wê cudahiya standardî ya karkerê bi mûçeya tam û karkerê bi mûçeya kêmtirîn ji holê bide rakirin û ji bo hemû kedkaran rêgeza “Keda wekhev bihayê wekhev” pêk bîne.

HAK-PAR dê ji xeynî sektorên ku di bin koma per¬werdehiya pîşeyî de ne, îstîhdamkirina karkerên zarok qedexe bike û di vî warî de dê mekanîzmayeke kontrolê ya bi bandor ava bike.

REWŞA KESÊN KÊMENDAM (SEQET)

Li Tirkiyeyê hesasîyeta li hemberî pirsgirêkên wela¬tiyên astengdar, gelekî lawaz e. Em di vî warî de jî li gor pîvanên cîhanê pir li paş mane. Hema bêje ji bo sedî 90ê kesên astengdar derfetên perwerdehiyê tune ne. As¬tengdarên ku bi giranî bi xizaniyê re têdikoşin, li bajar, kargeh, dibistan û qadên din ên jiyana civakî bi gelek astengiyên fîzîkî re rû bi rû dibin. HAK-PAR dê ji bo serrastkirina şert û mercên fizîkî yên li hemberî asteng¬daran bi awayekî ku jiyana wan hêsantir bibe, bixebite. Ew ê bi taybetî hewl bide ku di vê mijarê de hişyariya civakê bilind bike. Beriya her tiştî dê girîngî bide na¬vendên perwerdehiya pîşeyî û rehabîlîtasyonê yên ji bo welatiyên astengdar. Di kîjan karan dikarin bixebitin, dê bi metodên zanistî bên diyarkirin ji bo ku ew bi hê¬sanî tevli jiyana xebatê bibin. HAK-PAR dê piştgiriyê bide tevlêbûna kêmendaman di jiyana malbatê de û bi armanca ku ew bikaribin xwe bi xwe îdare bikin, ew û malbatên ku li wan dinhêrin dê di bin sîwana ewlehiya civakî de bên parastin.

JÎNGEH Û XWEZA

HAK-PAR partiyeke ku girîngiyê dide pêşxistina bîr û hizra ser xwezayê û hişyariya ser jîngehê. Ji bo ku di vê mijarê de hişmendiya civakî çêbike, dê bi kom û rêx¬istinên hawirdorê re têkilî dayne, piştgirî û tevkariyê li projeyên parastina xweza û jîngehê bike.

BAJAR Û JIYAN

HAK-PAR, bêyî ku xweza û hawirdorê xera bike, nirxê aborî û xwezayê û jîngehê xera bike, wê li ser bin¬geha rastiya erdhejê ya Tirkiyeyê bajar û herêmên nûjen, hemdem ava bike. Wê qadên hêşîn, axên xwedî nirxa aborî, nebat û daristan bên parastin, bajarîbûn û pîşesazîbûn wê bi têgihiştineke hûrbîn a parastina xwezayê bê kirin.

HAK-PAR dê di warê bilindkirina şiûra ser jîngeh û xwezayê, bajar û jiyanê de zanîn û ezmûna xwe bi kar bîne; wê bi sazî û rêxistinên jîngehparêz ên ku li ser van mijaran şareza ne re di nava hevkariyeke berdewam de be.

ABORÎ Û PÊŞKETINA ABORIYÊ

Pêşkeftina aborîyê, bi plansaziyeke bi îstîkrar û bi ka¬ranîna aqilane ya çavkaniyan ve girêdayî ye. Di civakên ku têda şer û nakokî hene, çavkaniyên dewlemendiyê çiqasî zêde bin jî, pêşketina aborî li wir çênabe.

Em wek HAK-PAR di wê baweriyê de ne ku pêşketina aborîyê girêdayî aştî, aramî û ewlehiya civakê ye. Çareserkirina pirsgirêkên hundir û derve bi rê û rêbazên aştiyane çareser dibin, ne bi şer. Çavkaniyên welat ji bo avakirin û pêşxistina rewşa aborî û pêşkxistina civakî bên serfkirin, ne ji bo xurtkirina çerxa mîlîtarîst, çekên şer û pevçûnan.

HAK-PAR wê çavkaniyên welat û hawirdorê ji bo hil¬berîn û pêşveçûnê xerc bike, ne bi tank, top, fîşek û bombeyan.

BÊKARÎ Û FEQÎRÎ

Li Tirkiyê, di navbera herêman de ferqeke pir mezin ya dengeya aborî û dahatan heye. Ev newekheviya mezin her ku diçe zêdettir dibe û bandoreke neyînî li ser civakê dike. Yek ji encamên vê rewşê jî bêkarî ye. Bê¬karî û xizanî hevûdu çêdikin in. Şerê qirêj ê li Kurdis¬tanê, çandinî û sewalkarî û hilberîn bi giştî têk biriye. Bêkarî û xizanî bêhed zêde bûye. Xelk ji bo peydakirina çavkaniyeke nû ya nan, cih û warên xwe terk dikin û koçî derên din dikin. Nehevsengiya aborî ya di navbera herêman de dibe sedemê bêkarî û xizaniya li Kurdis¬tanê; sermaya qels a heyî jî direve diçe Rojavayê Tir¬kîyê. Ev rewş xeter e û nikare bi vî rengî berdewam bike.

Armanca HAK-PARê ew e ku bernameyeke taybet a veberhênan û geşepêdanê li gorî rewşa herêman pêk bîne da ku çareseriyek ji vê bêkarî û xizaniya ku ji ber nehevsengiya aborî ya navherêmî pêk hatiye. Bi taybetî em ê siyaseteke civakî û aborî bimeşînin ku vegera gelê me yê ku ji şer mexdûr bûne û mal, gund û warên xwe terikandine, ji bo ku herêm ji ber şerê qirêj wêran bibe. b Kurdistanê dîsa balkêş.

MAFÊ KARKERAN

Wek HAK-PAR em ê ji bo bidestxistina mafên karke¬ran di asta welatên hevçax û şaristanî de bixebitin. Em ê astengiyên li pêşiya karmendan ji bo bi kar anîna mafê xwe yê grevê û lihevkirina kolektîf ji holê rakin, bi tay¬betî jî astengên li ber mafên wan yên sendîkayî rakin. Em ê ji bo tenduristî û ewlehiya kar tedbîrên cidî û bi bandor bigirin. HAK-PAR dê giraniyê bide polîtîkayên ji bo ked û kedkaran.

MAFÊN ZAROKAN

Tirkiye peymana “mafê zarokan” îmze kiriye û gelek peymanên navneteweyî jî îmze kirine. Lê di vî warî de ji cîbicîkirina erkên xwe dûr e. Li welatê me û li hemû cîhanê mexdûrên herî mezin ên şerê qirêj zarok in. Îro zarokên kurdan yên ku nifûsa wan ji 20 milyonî zêdetir e ji perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafê herî bingehîn e, bêpar mane. Zarokên ku nikarin zimanê xwe yê zik¬makî bi awayekî saxlem bi kar bînin, gelo ew ê çawa bikarin mafên ku di ‘deklerasyona mafên zarokan’ de hatine rêzkirin bi kar bînin? HAK-PAR dê ji bo biciha¬nîna hemû mafên di “Peymana Mafên Zarokan” de hewleke sereke bide. HAK-PAR dê ji bo bidestxistina agahiyên li ser rewşa zarokan sîstemeke taybet ji bo tomarkirina agahiyên rojane û bi rêk û pêk saz bike. HAK-PAR dê hewl bide ji bo afirandina derfetên ji bo beşdarbûna zarokan di hemû mijar û pêvajoyên pêwen¬dîdar de. Ew ê ji bo garantîkirina azadiya raman û gi¬handina edaletê ya zarokan bixebite.

PERGALÊN PARASTINÊ

Sîstema cerdevaniyê ku di salên 1980’an de bi awayekî demkî hate avakirin, lê veguherî bû pirsgirê- keke siyasî û civakî. HAK-PAR dê pergala cerdevaniyê ji holê rake.

EFÛYA SIYASÎ YA GIŞTÎ

Yek ji xalên aloziya civakî ya li Tirkiyeyê girtîgeh in. Bi hezaran kes ji ber ku li dijî îdeolojiya fermî û siyaseta serdest in, bi şêweyekî neheq û bêqûqî di zindanan de ne an jî têne darizandin. Li şûna qanûnên poşmaniyê, yan jî serbestberdana kesên nêzî desthilatdariyê, serokên mafya yên navdar, bila efûyeke giştî ya ku hemû gir¬tiyên siyasî digre nava xwe, bête ragîhandin.

KOÇBERIYA HUNDIR Û TEŞWÎQKIRINA PAŞDA VEGERÎNA KOÇBERAN

Îro bi milyonan kurdên ku ji ber şer, xizanî û bêkariyê ji Kurdistanê koçber bûne û xwe spartine metropolan bûne penaber. Kesên ku xwe spartin metropolan, neçar man di karên herî giran û di xizmetên herî paşdemayî de bixebitin. Ew bi pirsgirêkên dîtina kar û cihê starbûnê ve rû bi rû dibin. Ciwan li bajarên mezin dikevin navkrîzên giran û dafikên wek mafya û narkotîkê. Ev şertên rezîl ne qeder e. Ji bo vê jî divê hemû şert û mer¬cên pêwîst bên amadekirin da ku Kurdên koçber demil¬dest vegerin welatê xwe. Şerê qirêj ê li Kurdistanê bû sedem ku bi milyonan mirov malên xwe biterikînin. Ji bo vegera gelê me yê mexdûrên şerê qirêj û terora dew¬letê ya li ser axa xwe û ji bo telafîkirina ziyanên madî û manewî dê siyasetek taybet a aborî û civakî were meşandin. Gundên ku di dema şer de hatin şewitandin, wêrankirin û valakirin divê bên restorekirin ji bo jiya¬neka nû. Dewlet dê tazmînatê bide mexdûran. Vegera kesên ku ji ber şer, bêkarî û xizaniyê koçî metropolan kirine dê bê teşwîqkirin û ji bo bilindkirina asta jiyana wan tedbîrên pêwîst bên girtin.

PÊŞXISTINA ABORÎYÊ, DAWÎKİRİNA BÊKARIYÊ Û XIZANIYÊ

Pêşkeftina aboriyê bi aramî û baş karanîna çavkaniyan ve girêdayî ye. Çareserkirina kêşeyên ku me li jorê behs kir, bi taybetî jî pirsa Kurd, wê laîkbûn û demokratîk¬bûneke nûjen, aştî û îstiqrarê bi xwe re bîne û bibe se¬dema parastina çavkaniyên girîng.

Ji ber ku ev welat nikare aştiya xwe ya hundir û derve misoger bike, bi salan e beşeke girîng ji çavkaniyên xwe di qadeke mirî ya weke çekan de razandine. Yanî bi sed¬milyaran diçe balafirên şer, keştiyên şer, tank, top, gule, bombe. Ji bilî 50 hezarî zêdetirkesan jiyana xwe ji dest dan ji ber şerê qirêj ku ji salên 1980’an û vir ve li dijî gelê Kurd tê meşandin. Li gorî hejmarên fermî zêdetirî trîlyonek xercên şer hatine kirin. Ji xeynî wêrankirina welat, bi taybetî jî têkçûna aboriya Kurdistanê. Wextekê ku aboriya herêmê hem Tirkiye û hem jî tevahiya Roj¬hilata Navîn di warê sewal û berhemên sewalan ên wekhirî, çerm, şîr, rûn û penêr de têr dikir, li Kurdistanê ji ber şer û wêraniya bi salan, sewalkarî têk çûye û Tirkiye ketiye wê rewşê ku ji derve berhemên sewalan dikire, ji aliyê bihayên xwarinê ve bûye welatekî pir biha û xi¬zanî gelek zêde bûye.

Li şûna bihevrejiyana aştiyane ya bi Yewnanîstan, Qibris û cîranên din re û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, polîtîkayên şaş tên meşandin ev jî sede¬meke din a pirkirina çek û alavên leşkerî ye . Lê hem aştiya navxweyî hem jî aştiya derve pêkan e û ev jî bi polîtîkayên rast ve girêdayî ye. Em wek HAK-PAR ça¬reseriya aştiyane û adilane ya pirsgirêkên navxweyî û derve esas digrin.

Bi vî awayî hem pêkanîna aştiya navxweyî û hem jî bi piştgirîdayina aştiya herêmî re, dikarin bi cîranên xwe re di nava aştiyê de bijîn. Di rewşeke wiha de çavka¬niyên mezin ên welat ji bo qadên mirî û wêranker ên wekî alavên leşkerî nayên xerckirin, dê bikeve xizmeta geşepêdana aborî û civakî. Bi vî awayî em ê bi sed mi¬lyarên ku çûne çek û şer ber bi hilberînê ve bibin, qadên îstîhdamê yên nû û berfireh biafirînin, pêşiya bêkariyê bigirin û xizaniyê bi dawî bikin.

Em ê îmkanên welêt ji bo kar, ked, nan û pirtûkan xerc bikin, ne ji bo tank, bombe û guleyan. Aşitî dê bibe se¬dema vejandina çandinî û sewalkarî bi taybetî li Kur¬distanê û em ê di vî warî de tengasiya heyî derbas bikin. Aşitî û demokrasî jî dê pêkvejiyana bi Yekîtiya Ewropî re misoger bike û ev yek dê ji bo geşepêdana aborî ya welatê me û nehiştina bêkarî û xizaniyê derfetên nû yên berfireh peyda bike.

Nehevsengiya dahatê ya di navbera herêman de li Tir¬kiyeyê di asta herî jor de ye. Bi taybetî li gelek bajarên Kurdistanê dahata serê mirovî di bin hezar dolarî de ye. Ji bo ku ev bêhevsengî ji holê rabe, HAK-PAR dê ji bo van herêman bernameyeke taybet a veberhênan û pêşveçûnê pêk bîne. Siyaseta bac û meaşê dê ji nû ve were sererast kirin da ku hevsengiya dahatê ya di nav¬bera girseyên gel û dewlemendan de kêm bibe. Sîstema bacê ya ku li ser girseyên ku bi bacên nerasterast dix¬ebitin tê sepandin, dê ji nû ve were nirxandin û dê ji kesên ku zêdetir qezenc dikin bac zêdetir were standin. Dahatên ku ji vir tên bidestxistin wê bi polîtîkayên ve¬guheztina civakî derbasî xizanan bibin.

Şerê qirêj ê li Kurdistanê bû sedem ku bi milyonan mirov malên xwe biterikînin. Ji bo ku gelê me yê mex¬dûrên şerê qirêj û terora dewletê vegerin ser axa xwe û ji bo telafîkirina ziyanên madî û manewî yên wan, dê siyasetek taybet a aborî û civakî were meşandin.

PIRSGIRÊKA PENABERAN

HAK-PAR dijayetiya ku li Tirkiyê bi zanetî li hember penaberan tê bilindkirin şermezar dike.

Divê neyê ji bîr kirin ku kesên ku penaberî Tirkiyeyê dibin an jî hewl didin bi rêya Tirkiyeyê ji welatê xwe derkevin û dest bi jiyaneke nû bikin, çi ji ber ewlekariya jiyanê be, çi ji ber bêkarî, birçîbûn, xizanî û tunebûna azadiyê be, dixwazin xwe bigihînin welatên din. Divê neyê ji bîr kirin ku ew jî ’’mirov’’ in, dev ji axaftinên nefretê yên li ser vê mijarê berdin. Divê Tirkiye siyase¬teke li gorî mafên mirovan û mafên ku di belge û qanû¬nên navneteweyî de ji penaberan re hatine dayîn bişopîne. HAK-PAR dê di her şert û mercî de li cem pe¬naberan be.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TIRYAKÊ

Dewlet xwedî erk in ku ciwanan li hember narkotîkê biparêzin. Lê tê dîtin ku di van salên dawî de li Tir¬kiyeyê firotin û bikaranîna tiryakê zêde zêde bûye.

Tirkiye di vî warî de hem navendeke tiryakê ye û hem jî ji bo bazirganiya navneteweyî welatekî transît e. HAK-PAR dê rê nede bazirganiya tiryakê, ji bo paras¬tina ciwanên me li hember tiryakê dê tedbîrên bi bandor bigire.

Tirkiye dewleteke sivîl, leşkerî, burokratîk e.

Ev çerxa burokratîk a pir mezin xwedî pêvajoyek e ku çavkaniyên welêt dixwe, ne berhemdar e, di heman demê de giran e û jiyanê dijwar dike. HAK-PAR dê bu¬rokrasiyê ji bo xizmeta gel bikêrtir bike. “Gel wê ne di xizmeta dewletê de be, dewlet wê di xizmeta gel de be.”

HAK-PAR ŞÊZEKE SIYASÎ NÛ PARASTIN

HAK-PAR di wê baweriyê de ye ku pirsgirêk bi diya¬logê çareser dibin; bawer dike ku her diyalog dê îmkana lihevkirinê çêbike.

Ti pirsgirêk bi şîdetê û şer çareser nabe. Em alîgirê ça¬reserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane ne, ne bi şer û tundiyê.

Em şêwazekî nû ya siyasetê dişopînin û bawer dikin ku gel wê me hembêz bike û em bi hev re cîhanek azad, aram û jiyanbar ava bikin.

Welatiyên hêja,

HAK PAR ku ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têdikoşe, beşdarî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an dibe.

JI BO PIŞTGIRIYA NAMZETÊN WELATPARÊZ ÊN HAK-PARÊ BANG LI WE DIKE: HAK-PAR DIBÊJE; POLÎTÎKAYÊN ANTÎ-KURD, ANTÎ-DEMOKRASIYÊ ŞERMEZAR BIKIN!

YÊN KU JI NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN Û JI ŞÎDETÊ SÛD DISTÎNIN CEZA BIKE! PIŞTGIRÎ BIDE NAMZETÊN WELATPARÊZ ÊN HAK-PARÊ

PARTIYA MAF Û AZADÎ BI PIŞTGIRÎ / 2023 24

Bild.jpeg

Bild_1.jpeg

About Post Author