BAHÇELÎ, OCALAN Û PİRSGİRÊKA KURD
Ji ber ku Îsraîl hêzên wek Hamas, Hizbullah û Hûsiyan ku aparatê Îranê ê li Rojhilata Navîn in, kir hedef û hêza wan şikand û çavê xwe li çavkaniya bêîstîqrarîyê li Îranê tûj kir, li herêmê îhtîmala guhertina statukoyê hat dîtin û li Tirkiyê ji nîgeranî zêde dibîne.
Armanckirina Îsraîl û DYA’yê ya li ser çerxa Şîî ya çima Tirkiyeyê dixe nava fikaran?
Gelo, tirsa Türkiyê çi ye ku endamê NATO yê ye ku pêşengiya wê DYA ye dike, lê ji bo endambûna BRICSê kû serkêşiya wê Rûsya dike evkas hewil dide?
Li pişt pêşniyazkirina Serokê MHPê Devlet Bahçelî yê ku di sîyaseta dijî kurd de di rêza herî pêş de ye û bi rengê ‘ev duvikê terorê ne’ û ‘divê bên girtin’ kampanyayê dimeşand çi heyeyê, ku ne tenê bi destê endamên partîya DEM’ê digre, her wiha pêşniyar dike Ocalan’ê ku wek ‘serokê terorê’ bi nav dike, bila were di Meclîsê de di Komcivîna Partiya Dem ê de biaxive?
Eşkere ye ku di kûrahîya dewletê de fikare hene.
Sedema vê fikarê jî pirsgirêka Kurd e ku bi tundî diçewisînin.
Ew ditirsin,
Ger Rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin, wê demê Kurd jî bibin xwedî statû?
Tirsa wan, ku Amerîka û Îsraîl êriş bibin ser Îranê û li Îran û Sûriyê tevlihevi/alozî çêbibe û eger derfet ji bo kurdan derkeve holê, rewş wê bandor li Bakurê Kurdistanê bibe, ji ber vê tirsê desthilatdarên Tirkiyê di nava panîkê de tedbîrên xwe digirin…
Heke ne wehabe;
Serokê Giştî yê MHP’ê Bahçelî ku tevahiya siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirîye, di got ‘Eger tecrîda li ser serokê rêxistina terorê bê rakirin bila were di Komcivîna Partiya DEM’ê ya TBMM’ê de biaxive. Bila bi dengêbilind bibêje, teror bi tevahî qediya û rêxistin ji holê hat rakirin. Heger vê bîrbirîn û îradeya xwe nîşan bide, ‘Bila rêziknameya qanûnî ya derbarê bikaranîna Mafê Hêviyê de were çêkirin û rê li ber sûdwergirtina wî vebe’?
Li bende ne bûn.
Devlet Bahçelî, Dema ku rêveberê rêxistina terorê anîn Tirkiye yê gotû bu ku “Ez ji her cure xizmetê re amade me” bila keremke bi yekalî ragihîne ku teror qediya ye û wê rêxistinê tasfiye bike.” hişyar kir ku çareseriya Pisgirêka kurd dîsan bi şêwazê berê wê bi dome u got hebuna kurdan “ji bo hebûna tirkan” xelate.
Bahçelî çi dibêje?
Dibêje: “Helbet pêwîst e ku pirsgirêka birayên minê Kurd ê takekesî çareser bikin, lê behsa çareseriyek li ser bingeha nasname û etnîsîteyê metirsiyek mezin e…
Kemalîstan di pêvajoya Lozanê de ji Kurdan re çi gotibûn eynî wan dibêje.
‘Îmana me yek e, qibleya me yek e, îradeya me yek e, ala me yek e, miletê me yek e, dewleta me yek e, bîranîna me yek e, jana me yek e, paşeroja me yek e, em hemû bi hev re miletê Tirk ın’
Wek kesên ku xaniyên xwe li ser erdê kesekî din çêdikin, dema ku li dorber wesayitên mal hilweşandinê dibînin, ditirsin!
lê Tirs bêkêr e!
Yê jîr, ji bo çareseriyeke pirsgirêka kurd li ser esasê wekheviya her du gelan, gavê adil bavêje. Lê niyeta wan a wisa nîne.
Difikirîn ku wek her carê çewa dikarin dîsa kurdan bixapînin, meseleyê bi awayê ku dixwazin û bi destê Öcalan plan teşe bikin.
Karê wan zehmet e, tirsa wan mezin e.
Lê belê, disa ji di nav van gotin de aliyên erênî hene.
PKK di kevana TERORê da bê girtin û binav dibe ji, ne şaş e ku mirov li bendê be ku pirsgirêka Kurd were nîqaşkirin û deriyê pêvajoyek nû vebe.
Beriya her tiştî Öcalan ê ku dema derfet jê re bê dayîn her tim ‘ji bo xizmetê amade ye’ bikin dewrê u ji bo PKKya ku li her çar parçeyê Kurdistanê xizmeta polîtîkayên dij-kurd dike, çekan deyne û heta tasfiye bibe jî wê gelekî erênî be.
Lê diyar e ku ev ê ne ewqas hêsan be.
Hate dîtin ku tasfiyekirina PKK’ya ku, li Sûriyê beşek ji aliyê DYA’yê û beşek ji aliyê rejîma Esad ve, li Îran û Iraqê jî ji aliyê Îranê ve taşeroni dike, tenê ji ber kû Ocalan gotiye ‘dev ji çeka berdin û xwe tasfiye bikin” bi cih nayê..
Di pêvajoya “aşitiyê” de jî ev rewş hat ceribandin.
Gotin û talîmatên Ocalan ê di Newroza Amedê de ne xema rêxistinê bû.
Buyerê ku piştre qewimî û êrîşa terorê ya dawî ku 2 roj berê li TUSAŞê kewimî jî vê nîşan dide!
Dewlet ji bo ku tevgera kurd asteng bike PKK bi xwe ava kir û bi deste kadroyên ku ji kurdan re wek qeyûm tayîn kirin mezin kir. Wî ew bi serfirazî wekî ku dixwest bikar anî/tîne.
Lêbelê, dema ku aktorên nû ketin herêmê kontrola xwe winda kir.
Niha PKKya di bin kontrol û rêvebirinê Tirkiye, Îran, Sûriye û DYA de ne heye,.
Dewlet û Devlet Bahçelî dixwazin ku Öcalan hêza xwe ya li ser PKK’ê bikar bîne û şerê çekdarî yê PKK’ê li dijî Tirkiyê bi dawî bike.
Her wiha dixwaze ew rêxistina ku li Sûriyê u li Rojavayê Kurdistanê bi navê DSG tevdigere, jibo berjewendiyê Tirkiyê bi kar binin.
Tesfiyekirina vê rêxistina taşeron ancax bi lihevkirina hemû aktoran pêkan e, ku di konjonktura îroyîn de mumkin xuya nake.
Îcar çi divê bê kirin?
Pirsgirêka Kurd beriya PKK’ê hebû û piştî wê jî wê hebe.
Eger pirsgirêka Kurd bi awayekî adilane neyê çareserkirin, divê bê zanîn ku wê her tim bibe sedema bêhêzkirina Tirkiyeyê u xurtkirina mîlîtarîzmê, xerckirina çavkaniyan ji bo polîtîkayên şer, bi hemû cîhanê re bi taybetî bi welatên cîran re bibe sedemê alozi û şer û di hundir de jî zêdekirina krîzên aborî û astengkirina qadên azadiyê û demokratik bûnê.
Rêya bidestxistina aştiya navxweyî û derbaskirina ‘tirsa jiyînê’ ew e ku li ser esasê wekheviyê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke adil bê dîtin.
Divê Tirkiye li gorî pêkhateya xwe ya pirneteweyî, pirçandî bi awayekî federal ji nû ve bê avakirin, zimanê kurdî li gel tirkî wek zimanê fermî bê qebûlkirin û perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn.
Niyeta wan heye ku vê yekê bikin?
Na.
Ji ber ku di genên hemû rêveberan de, bi taybetî jî ê Devlet Bahçelî, bi dijminatiya Kurdayetiyê berdewam dike û di zîhniyeta yekparêz/monîst de israr dikin, divê were dîtin ku ji vê pêvajoyê tiştek dernakeve.
Dewlet bi alîkariya Ocalan û DEM’ê wê senaryoyên wisa balkêş derxîne pêş ku di manîpulekirina raya giştî ya kurd de bi ser bikeve û heta gelek kadroyên ‘Kurdistanî’ jî bi navê ‘yekîtiya netewî’ li pişt DEM’ê rêzê bigirin.
Tirk, Tirkmen, ereb û ji xelkê din kadroyên ku li trêna DEM’ê Siwarbûyine, bêyî ku li ser navê Kurdan biaxivin û biryaran bidin, ew ê wekî erkek ‘neteweyî’ propagandaya xwe bikin.
Axir kokeke Kurd a welatparêz a xurt heye ku haya wan ji van lîstikan heye.
Divê welatparêzên Kurd ji şert û mercên nû yên ku wê derkevin holê re amade bin, pêvajoya Lozanê bi bîr bînin û qada vala nehêlin, ji bo wê mekanîzmayeke xurt a temsîliyetê ava bikin, xefikên kolonyalîst têk bibin û bi israr daxwazên gelê Kurd ê rewa pêşxin.