Endamên Platforma Cîwanên Serbixwe serdana HAK-PARê kirin.
Endamên Platforma Cîwanên Serbixwe serdana HAK-PARê kirin. Heyeta Platforma Cîwanên Serbixwe ya ku di 5’ê Mijdara 2023’an de li Qada Şêx Seîd a Amedê li hev civiyan û sond xwaribûn ku ji niha û pê ve ji bilî kurdî zimanekî din di jiyana xwe de bikar neynin, di 21’ê Mijdarê de çûn serdana Rêxistina Parêzgeha HAK-PAR’ê. Heyet ji aliyê Serokê Giştî Duzgun Kaplan, endamên Lijneya Serokatiyê Cîhan Baykara, Mehmet Şîrîn Tîmûr û Serokê Parêzgehê Vasif Kahraman ve hat pêşwazîkirin.
Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe kêfxweşiya xwe ya ji ber beşdarbûna HAK-PARê ya li çalakiyên ‘Sonda Axaftinê’ nîşan da û projeyên xwe yên li ser zimanê kurdî vegotin.
Duzgun Kaplan di serdanê de ku siyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu jî lê amade bû, ji ber serdana heyeta Platforma Ciwanên Kurd kêfxweşiya xwe anî ziman. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew beşdarî çalakiya ‘Sonda Axaftina Kurdî’ ya ji aliyê platformê ve li Qada Şêx Saît hatiye lidarxistin bûne û piştgirî dane wan û ji niha û pê ve jî ew ê piştgiriyê bidin çalakiyên bi vî rengî yên sivîl ên ji bo piştgirîkirina ziman û çanda Kurdî.
Serok Duzgun Kaplan herweha derbarî armanc û xebatên HAK-PARê yên li ser zimanê kurdî jî axifî. Wî got ; ‘Em alîgirin ku Kurdî li kêleka Tirkî bibe zimanê fermî û ji dibistana seretayî heta zanîngehê di her qonaxa perwerdeyê de bê bikaranîn. Em di her çalakiyê de bi taybetî Kurdî bikar tînin. “Em ê hewl bidin ku di hilbijartinên herêmî yên bê de bi têgîna ‘Şaredariya welatparêz’ bînin rojevê ku zimanê kurdî herî zêde bê bikaranîn.”
Serdan bi dil xweşî bi dawî bû.
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê
Post expires at 7:57pm on Perşembe Kasım 21st, 2024