GÜNCEL

Mamosta Kazim Epözdemir

Welatparêzê Kurd, xebatkarekî jêhatî yê Rîya Azadî, mamosta Kazim Epözdemir îro (03.07.2016) li Nexweşxana Wan’ê çavê xwe li jîyanê girt û çû dilovanîya xwe.

Wefata Kazim Xoce di nav malbat,hevrê û dostên wî da xemgînîyeke mezin bi xwe re anî.

Kazım Epözdemîr li Kurdistana Bakur karê mamostetîyê dikir piştî ku teqaûtbû, çend salan li Almanyayê karê mamostatîya zimanê Kurdî kir.

 

Kazim Xoce li dervayî welat beşdarî gelek çalakîyên ji bo Kurdan û Kurdistanê bû, di nav xebatên KOMKARê û PSKê da kedeke hêja nîşan da. Piştî ku careke dî vegerîya Kurdistanê li bajarê Tetwanê jîyana xwe domand.

Mamosta Kazım Epözdemîr li Tetwanê jî karê xwe yê sîyasî meşand, ew rêvebirekî HAK-PAR a Tetwanê bû.

Wefata wî xesareke mezin e ji bo tevgera azadîxwaz a Kurdan. Bila serê malbata Kazim Xoce, hemû heval û hogirên wî sax be. Bila serê gelê Kurd sax be.

Büroya Çapemenı HAK-PAR

About Post Author