CÎGİRÊ SEROKÊ GÎŞTİ YÊ PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN (HAK-PAR)
Mêvanên hêja, yên ji her çar parçayên Kurdistanê, Eyrûpayê,
Birêvebirên partiyên siyasî û saziyên sivîl,
Yek ji rêber û hîmdarê tekoşîna me Rêzdar Kemal Burkay ku heta nuha me bi tenê nehêştiye,
Kedkarên çapemeniyê,
Endam û alîgirên tekoşer yên HAK-PARê
Hûn hemû bixêr hatin.
Em, bi beşdariya we ya Komcivîna Awerte ya HAK-PARê bextewar in.
Bi biryara meclisa partiya me, ev komcivîn, bexşê Serokê Giştî Fehmî Demîr hatiye kirin ku di qezayeke kambax de jiyana xwe ji dest da.
Bi vê mebestê, ligel Fehmî Demîr, em hemû şehîdên azadiyê ku di tekoşîna azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Li ber yadên wan bejna xwe ditewînim.
Em ê li sozê xwe bin ku me dabûn wan.
Em ê tekoşîna wan ku jiyana xwe têde dan, bidomînin û bi azadiyê bixemilînin.
Dost û hevalên hêja,
Ew statukoya ku sed sal berê li Rojhilata Navîn li dijî berjewendiyên neteweya kurd hat avakirin, nuha bi rûxandinê re rû bi rû ye.
Gelê Kurd, di riya azadiyê de ro bi roj sengerek nû bi dest dixe û dimeşe.
Ew rejima Beas ku li Başûrê Kurdistanê kevir li ser kevir nehêşt, êdî tune.
Ew rejima xwînxwar nebû ku bi hemû cûreyên zilm, zordarî û çekên kîmyayî li dijî gelê me qetlîam û enfalan bi kar anî.
Mixabin piştî Sadam jî, ew birêvebirên ku li Iraqê hatin ser kar, dijayetiya xwe ya li hemberî kurdan didomînin.
Di avakirina rejimeke federal û demokratîk de bi serneketine.
Ji ber vê hişmendiya wan ya teng e ku Iraq bûye meydana tûndî û şerê navxweyî.
Pêkvejiyana li Iraqê roj bi roj zehmettir dibe.
Ji ber vê yekê ye ku gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, daxwaza serxebûnê dike.
Ev daxwazeke rewa ye û wek şîrê dayîkê helal e.
Em wek HAK-PAR bi coşek mezin piştgiriya vê daxwaza birayên xwe dikin.
Rejima Beas ya li Sûriyeyê jî, di sekerat de ye.
Rejima Esad jî, pirrengiya li Sûriyeyê li ber çav negirt, mafên hemû netew, komên nijadî û olî yên din binpê kir.
Hemû daxwazên civakê yên rewa û demokratîk bi kuştin û qetlîaman bersivand.
Ji vê bonê ye ku roja dawîlênîna wî jî, nêzîk bûye.
Berî ku ew jî biçe ber apê xwe Sadam, kevir li ser kevir nahêle û Sûriyeyê kiriye gola xwînê. Bi alîkariya welatên wek Îran û Rûsyayê bi sedhezaran xelqên bêguneh qetil kiriye, bi milyonan ji wan jî koçber kiriye.
Hatiye dorpêçkirin û li deverekî Sûriyeyê li benda roja çûndinê ye.
Ew roja ku eqîbeta Iraqê bê serê Sûriyeyê jî, nêzîk e.
Di vê navbeynê de dixwazim derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî çend tişt bibêjim.
Em wek HAK-PAR, her tim bi kurdê Rojavayê Kurdistanê re di nav hevkariyê de bûn.
Me çu car nedixwest ku Kurdistan bibe qada şer.
Pêşniyara me ew bû ku bi hevkariya hemû aliyên kurd, bajarên Kurdistanê bên parastin.
Her wisa, me ji birayên xwe yên kurd xwest ku li hemberî lîstikên rejima Esad hişyar bin.
Me, piştgiriya helwesta rêzdar Mesûd Barzanî ya jibo lihevanîna sazî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê kir û îro jî xwedî heman helwestê ne.
Me, siyaseta PYDê ya li dijî rêxistinên kurd mehkûm kir.
Hêviya me ew e ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî bibe û tavildest makezagoneke nû bê çêkirin. Statûya Rojavayê Kurdistanê jî, di vê makezagonê de bê mîsogerkirin.
Rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê;
Rejima hov û dagirker ya Îranê jî, bi awayeke hovane mafên herî rewa yên civakê binpê dike. Civak, di bin zextên herî dijwar de ye.
Di bêaramiya herêmê de para herî zêde ya Îranê ye..
Di peydakirina şerê nijadî û mezhebî de roleke xwe ya girîng heye.
Terora dewletê ya ejima hov, hê jî li Rojhilatê Kurdistanê didome.
Her wisa têkilbûna xwe ya kar û barê navxweyî yê li Başûrê Kurdistanê jî, ji xwe re kiriye xuy.
Jibo di çarçoveya berjewendiyên xwe de wan bi kar bîne, li ser birêvebirên Qendîlê zextek xwe ya dijwar heye.
Hevkariya bi rejima Esad re, ne tiştek veşartî ye û di hemû tevlîhevî û pevçûnên Rojhilata Navîn de tiliya rejima hov heye.
Em wek HAK-PAR, tekoşîna dostên xwe ya li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin û bawer in ku dê bighîşin azadiya xwe.
Em bên Tirkiyeyê;
Birêvebirên dewleta tirk jî, hê jî bi siyaseteke red û înkarê mafên Gelê Kurd nas nekiriye. Lê, ligel hemû red, îkar û tevkuştinan jî, gelê kurd tekoşîna xwe didomîne.
Ev not sal e ku pirsgirêka herî girîng ya Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd jî, berhema siyaseta red, îkar û tunekirinê ya dewleta tirk e ku hemû mefên gelê kurd xesp kiriye.
Ji ber ku heta nuha çareseriyek adil nehatiye peydakirin, roj bi roj ev pirsgirêk mezintir bûye. Divê êdî bê zanîn ku ev pirsgirêk, bi siyaseta tundiyê nayê çareserkirin. Ev siyaset, her wisa pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê jî digre, rê li ber derbeyên eskerî û paşdemayîna xirabtirbûna aboriyê jî vedike.
Her çiqas di van salên dawî de ew siyaseta kevnare hatibe terk kirin û derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de hin gav hatibin avêtin jî, lê belê, ew siyasta kevnare hê jî ji holê ranebûye. Derbarê çareseriyek mayende de projeyek wan ya berbiçav tune. Ev çendîn sal in ku gelê kurd, bi projeyên wek; “rêlibervebûn”, “pêvajoya aşîtî û çareseriyê”, “projeya biratî û yekîtiya neteweyî”, hat xapandin. Lê, dîsa jî, me wek HAK-PARê piştgiriya wan pêngavan kir û bi erênî nirixand.
Nuha jî, di polîtîkayên “yek dewlet, yek milet” de israr tê kirin û hişmendiya “dewleta unîter” didome. Ji ber ku rayedarên dewlet û hikumetê, çareserkirina pirsgirêka kurd di bêçekkirina PKKê de didîtin, ev rê hat xitmandin.
Em wek HAK-PAR, daxwaz dikin ku tavildest dawî li şerê kirêt bê anîn û divê PKKê çekên xwe dayne.
Dewlet jî, jibo çareseriyek mayende gavên pêwsit biavêje. Ev jî, nasîn û qebûlkirina hemû mafên gelê kurd e. Lê, em dibînin ku ne dewlet û ne jî PKK, derbarê van gavên pêwsit de samîmî tevnagerin.
PKKê bi daxwaz û fîtkeriya Îran û Sûriyeyê paşdekişandina çekdarên xwe da rawestandin. Ji aliyek ve jî, bi bikaranîna “hêzên asayîşê” aramiya herêmê têk bir û çekdarên xwe kişand nav navçe û bajaran.
Dewletê jî, bi çêkirina qeleqolan û tedbîrên din, rê li ber şer êli bajaran vekir. Bi van rûdanan re carek din firsenda çareseriyê hat revandin.
Wek tê zanîn, HDP jî bi namzetê xwe başdarê hilbijartinên Serokkomariyê bû û piştre jî, bi vegotina ‘Tirkeyebûnî’ û çareseriya bi rêbazên aşîtiyane di hilbijartina Hesîrana 2015an de 80 parlamenter şand parlamentoyê.
Xwestina civakê jî ew bû ku PKK dest ji şerê çekdarî bikşîne û tekoşîna xwe bi rêbazên siyasî û aşîtiyane bidomîne. Lê belê, ev yek pêk nehat.
Bi destpêka bûyerên li Kobaniyê û teqîna li Pirsûsê re, pêvajo bi temamî hat rûxandin. PKKê bi îlankirina ‘xweseriyên demokratîk’ re pêvajoyek nû hat destpêkirin û li navçeyên wek Varto, Farqîn, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Sûr, Gewer û hwd. hendek hatin kolandin û dest bi şerê li bajaran hat kirin.
Dewletê jî, bi êrişên hewayî dest bi bombekirina deverên Başûrê Kurdistanê kir. Bajar û navçeyan bi hêzên leşkerî û tîmên taybet û çekên giran top û tanqan dorpêç kir û pêre jî, bi operasyonên nemirovane şer dijwartir kir.
Di encama vê şerî de bi hezaran çekdarên PKKê, leşker, polês û kesên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin. Bi sedhezaran xelqê sivîl yên bêguneh ji van bajar û navçeyên ku hatin hilweşandi, koçber bûn.
Çu têkiliya vê şerî bi maf û azadiya gelê kurd re tune. Ev şerê ku ji aliyê PKKê ve, wek “şerê gel” hatiye bi navkirin, çu têkiliya xwe bi gel ve tune.
Me wek HAK-PARê, ji PKKê daxwaz kir ku şer bidin sekinandin û hêzên xwe yên li bajaran vekişînin.
Her wisa, bi israr ji dewletê jî xwest ku jibo çaresrî û aşîtiyeke mayende, gavên berbiçav biavêje û projeyên rasteqîn pêk bîne.
Li gor me pirsgirêka kurd, pirsgirêkek neteweyî ye û çareseriya wê jî, bi nasîn û qebûlkirina mafên neteweyî yê gelê kurd dikare pêk were. Ev jî, bi federasyoneke adil dibe.
HAK-PAR ji bo pirsgirêkên din yên Tirkiyeyê jî çareseriyên rasteqîn pêşniyar dike;
Yek ji vana jî, pirsgirêka Elewiyan e.
Wek tê zanîn, li Tirkiyeyê ku di warê ol û mezheban de pirreng e, heta nuha ji bilî mezhebê sune, hemû ol û mezhebên din hatine piştguhkirin.
Mezhebê elewîtî û olên din her tim di bin zextê de hatine girtin. Her çiqas pergala laiktîyê hebûye jî, lê, çu car nehatiya bikaranîn.
Em wek HAK-PAR, ji roja destpêkê ve reftarê wê yekê ne ku hemû mafên civaka elewî bê nasîn û dayîn û divê êdî dewlet dev ji wê siyaseta xwe ya durû berde.
Divê dev ji hemû cûreyên cûdakeriyê berde.
Divê li dibistanan bêgaviya dersa olî rabike.
Divê Saziya Karên Olî ku heta nuha wek saziya dewletê hatiye birêxistinkirin, veguhusîne wexfê.
Em, di heman demê de demokrasiyeke li gor pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê ku pirreng û pirdeng e, diparêzin.
Divê hemû astengên li pêşberê birêxistinbûn û azadiya çapemeniyê bên rakirin.
Jibo hemû sazî, komel û partiyên siyasî ku tundiyê naparêzin, bên damezrandin û bikaribin bi awayeke azad kar û xebat bikin, divê di makezagonê de bê mîsogerkirin.
Divê qanûna partiyên siyasî, ya hilbijartinê û ya cezayê bê demokratîzekirin.
Divê benda hilbijartinê bi temamî bê rakirin, her partî li gorî dengên ku girtibe, di parlamentoyê de bê temsîlkirin û li gorî dengên xwe bikaribe ji xezîneyê alîkariya aborî werbigre.
Divê hemû mafên jinan, karker û xebatkaran bi temamî bê naskirin û dayîn.
Divê polîtîkayên li gor berjewendiyên kedkaran bê pêşxistin û girîngî bi hawurdor, tenduristî û perwerdehiyê bê dayîn.
Jibo bikaranîna vana, divê ew makezagona ku di sala 1982an de ji aliyê derbekaran ve hatiye çêkirin, bi temamî bê guhertin û di şûna wî de makezagoneke sivîl û demokratîk bê çêkirin.
Partiyên ku nuha di parlamentoyê de ne, herçias soz dabûn civakê jî, lê, niyeta wan ya çêkirina makezagoneke nû tune.
Dixazin ku li gorî berjewendiyê xwe bikesy bikin.
Em wek HAK-PAR, reftarê çêkirina makezagoneke nû ne ku bikaribe bibe bersiva pêwsitiyên hemû aliyên civakê.
Ev makezagon, divê bibe bingeha demokratîkbûna welat, çareserkirina pirsgirêka kurd, ya elewiyan û yên din.
Makezagoneke nû, bi taybet divê van esasan bihewîne;
Li gorî rewşa civakî û pirrengiya welat ku bikaribe ji aliyê siyasî, îdarî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî ve azadiya hemû hemwelatiyan di nav xwe de bihewîne, bê bikeyskirin.
Herwisa, li gorî pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê be ku bikaribe hemû maf û azadiyan di nav xwe de bihewîne
Mêvanên ezîz û dostên hêja,
HAK-PARê, bi siyaseta xwe ya bi pîvan û bi qadirên xwe yên fedekar û têgihîştî, derbarê çareserkirina pirs û pirsgirêkên esasî yên li Tirkiyeyê de polîtîkayeke rasteqîn û girabuha meşandiye û di vî derbarî de ji gelek neqeb û astengan derbas bûye.
Bi vê hişmendiya xwe di her du hilbijartinên sala 2015an de bi awayeke serkeftî derket pêşberê civakê.
Di serî de daxwazên gelê kurd, bi awayeke wêrek daxwazên hemû aliyên civakê anî ziman û parast.
Ligel hemû bêderfetiyan, astengên der û hundir, 110 hezar deng wergirt ku ev deng, jibo pêşerojê, hêviyek mezin dide me.
HAK-PARê, êdî bala civakê kişandiye
Me, ji aliyek ve partiyê bi pêş xist, ji aliyek ve jî, hewldanên xwespardin, dabeşkirin û parçekirinê ku ji derve dihatin, berealî kir û derxist valahiyê.
Em neketin dafikên ku li gor hesabên şexsî, liser navê “tifaq” û “yekîti”yê hatin kirin daku partiyê bêbandor bikin û beşdarê hilbijartinan nebe.
Dixwazim hinek jî behsa nêrîn û siyaseta me ya derbarê “yekîtî”yê de bikim;
Wek hun jî dizanin, HAK-PAR bixwe projeya yekîtiya hêz û kesayetiyên welatparêz e.
Ji vê bonê bû ku me wek aliyekî siyasî, jibo xatirê yekîtîya welatparêzên kurd Partiya Demokrasî û Aşîtiyê girt û bi aliyên din re HAK-PARê damezrand. Ez bixwe di wê baweriyê de me ku heta nuha, di çarçoveya berjewendiyên gelê kurd de di nav HAK-PARê de fedekariya ku bi me qediyaye, me pêk aniye
Çu car em ji nirxên demokrasî û berjewendiyên gelê kurd dûr neketin, ji amadekirina bernameyê bigirina ta çêkirina rêzikname, hilbijartina nav û ala partiyê, em bi nirxên demokrasiyê ve girêdayî man. Di van 13 salan de ji bilî çend îstîsnayan, di her merheleyên girîng de hin qadir xwestin vegerin destpêkê, xwe li partiyê ferz kirin û piştre jî îstîfa kirin û ketin pey damezrandina saziyeke nû.
Me jî hêmanên xebatên demokratîk derxit pêş, bi xweşbînî tekoşîna xwe domand. Ligel hemû kiryarên nerênî, dîsa jî, em ji nêrîna xwe derbarê hevkari û yekîtiyê de dûr neketin. Me, çu car ji wan aliyên ku ji partiyê veqetiyan, pêwendiyên xwe qut nekir û her tim dostaniya xwe domand, car caran jî, bi wan re di nav hevkariyê de bûn.
Beriya her hilbijartinek, me got “belkî vê carê bibe”, me bang li hemû aliyê welatparêz yên kurd kir daku mil bidin milên hevûdû, pêkve beşdarê hilbijartinê bibin. Mixabin, hinek ji van aliyên ku her tim behsa yekîtiyê dikirin û dikin, digotin, “em ji hevkariya hilbijartinê re amade nîn in.”
Hinek ji wan jî, piştgiriya HDPê ku Tirkiyebûniyê diparêze, kirin. Hema piştî hilbijartinê, dîsa dihatin ba me û ji me dawza pêkanîna yekîtiyê dikirin.
Dostno, HAK-PAR projeya yekîtiyê ye û em jibo pêkanîna yekîtiya welatparêzên kurd, wek do îro jî samîmî ne. Lêbelê, ewqas ceribandin jî nayên piştguhkirin. Bila hinek jî ew aliyên ku bûne sedemê parçebûna tevgera siayasî ya kurd, lixwe veeqilin û fedekarî bikin.
Ger nuha jî samîmî ne, pêngava ewil ev e ku vegerin partiya xwe ku bêhincet jê veqetiyabûn.
Herkes dizane ku HAK-PAR, partiyeke xeteka siyasî nîn e.
HAK-PAR, partiyeke demokratîk, azadîxwaz û guherenxwaz e û berdewamiya kevneşopiya tekoşîna azadiya gelê kurd ya 40 salan e. HAK-PARê, di van 14 salan de di qada siyaseta legal de mesafeyeke berbiçav girtiye, kêm zêde di nav raya gelemperî de hatiye naskirin. Li Tirkiyeyê zêdetirî 100 partiyên siyasî hene, lê 20 ji wan mafê beşdarbûna hilbijartinê bidest xistine ku yek ji wan jî, HAK-PAR e.
Di hilbijartinên dawî de HAK-PAR bû partiya 8an.
Di çarçoveya hêmanên xebatên demokratîk de HAK-PAR, partiya hemû Kurdistaniyan e.
HAK-PAR, navnîşana yekîtiyê ye, werin em mil bidin milên hev, daku bikaribin jibo bidestxistina maf û azadîya gelê kurd bibin alternatîf.
Her wisa, dixwazim bang li wan hevalên ku di şertên herî dijwar de, jibo azadiya gelê kurd em di milên hev de bûn û me pêkve gelek zor û zehmetî kişand, bikim ku nuha ji me dûr ketine;
Her çiqas, nuha ji ber hincetên nehincet em ji hev dûr ketibin jî, lê hun jî dizanin ku ji aliyê fikir û raman ve, çu cûdahîyek di navbera me de tune. Em bixwe pêwistî pê nabînin ku li hember hevûdu xetên sor yên bi zorê bikşînin.
Di navbera wan qadirên ku ji heman kevneşopiyê tên, bi heman nirxan perwerde bûne, xwedî heman fikir û ramanî ne û jibo azadiya Kurdistanê têdikoşin de, hûnandina dîwar û bendên ji qeşayê helwestekî rast û karekî bixêr nîn e.
Derîyê HAK-PARê ji herkesî re vekiriye. Werin em dest bidin destên hev. Daku HAK-PAR bikaribe di tekoşîna azadiya gelê kurd de bibe alternatif.
Em bi biryar in.
Em ê bi serkevin!
Bijî HAK-PAR
24 Nisan 2015
Cîgirê Serokê Gîştî
Necati Bayram