Xalid Xoce li welat hat binaxkirin
Welatparêzê Kurdistanê yê qedirbilind, xebatkarê azadîyê Xalid Xoce (Remazan Başdaş), di roja 19’ ê Nîsanê de di nav axa welêt de hat veşartin. Bi sedan mirov, dost, heval û hogirên Xalid Xoce beşdarî merasima cenazê wî bûn. Li ser cenazê Xalid Xoce ku bi ala Kurdistanê hatibû pêçandin, derbarî jîjan û têkoşîna wî de gotar hatin xwendin. Li ber gora Xalid Xoce, li bintara Kela Mêrdînê, serokê berê yê HAK-PARê Kemal Burkay, hevalekî Xalid Xoce Xetîb Xoce û birayê Xalid Xoce axiftinên kurt kirin.
Di merasimê de serokê HAK-PAR Diyarbekirê Weysî Kahraman û gelek endam û alîgirên Partîyê û herwisa gelek kesên nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên din wek İbrahîm Güçlü, Hemîd Kilicaslan, Eyüb Alacabey, Xetib Xoce, Haluk Öztürk, Refîk Karakoç û gelek kesên din jî amadebûn.
Cenazê hezkirîyê Kurdistanê yê dilovan, zehmetkêşê doza azadîyê Xalid Xoce li ser daxwaza wî di axa welat de hat veşartin.
Di eynê rojê de li Amedê ji li xaniyê HAK-PAR’ê de jibo rêz girtina Xalid Xoce merasimek hat çêkirin