Li Sûrîyê ev rejima zordesta îro,hê,ji dema hafiz Esad babê Beşar Esad ve bermaye.
Baasîyên Sûrîyê bi dehan sale ku tûndayî, dijwarî u zordestîyek bêhempa dimeşînin.
Rejima nijatperest u faşîst a Sûrîyê zanî ku vê pergala zordar taebed nikare bimeşine,
dest avête çekan u bi top u qompare u balafiran êriş bire ser gelê xwe.Bi top u tanqên
rejimê Surîyê wêran u xerabe bû.Gelên Sûrîyê,bi taybet jî, Kurdên Kurdistana Rojava,
di rabûrdû de,ji hemû kesî zêdetir bûn hedef u amanca rejima xwînrêj a Sûrîyê.
Îro li Sûrîyê ji alîyek ve, çeteyên DAİŞ a tundperest;ji alîyê din ve jî, top u tanqên rejima
Baas,bi yekcarî Sûrîye, kawil u kanbax kirin.Bi sedan hezar welatî di vî pevçûnê de,hatin
kuştin u birîndar bûn.Her wiha bi sedan hezar kes ji ber şer u zilm u zordestîyê ji welatê
xwe terk- eder bûn u,berê xwe dane welatên devre u ketin rêwengîyek xeter.Gelek ji
wana li ser sînoran, yan jî, li ser deryayên mezin telef bûn.Belengazî u perîşanîya gelên
koçberên Sûrîyeyî,li ber çehvê civaka navnetewî roj bi roj mezintir bû.
Li dawîyê ji pênc endamên daîmî yên Miletên Yekbûyî, Emrîka u Rûsya,li ser pêvojoya
çareserîya Sûrîyê lihev hatin u pêra agirpestek beyan kirin.Niha şer hinekî sist bûyelê hê
jî li hîn deveran şer berdewame.Piştî îlankirina agirbestê,ji bo dehatû u servivişta Surîyê
gengeşî unikaş destpê kirin.Civaka navnetewî,ji bo paşeroja Sûrîyê çend pêşnîyaran bilêv
kir.Helbet agirbest tişteke giringe u lazime pirsgirek li derveyê xwin u kuştinê, li derveyê
atêşgehên leşkerî werin çareser kirin.
Em wekî HAKPAR’ê terefdarê berdewamîya agirbesta Sûrîyê ye u me dîvê kû rojek zûtir
hemû terefên li Sûrîyê lihev bicivin u bi şîweyek aştîyana çareserîyek mayende u binirx ji
bo pirsgirekên Sûrîyê peyda bikin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê karîn ku desthilata beşeke mezin ji erd u axa xwe,bikin
destê xwe.Şervanên Kurd bi patrewanî li dijê DAİŞ’ê şer kirin u ji axa Kurdan
derxistin.Ev yek ji bo Kurdan mecal u fersendek baş anî pêş.Serketina Kurdên Rojavayê
Kurdistanê hemû Kurdên cîhanê dilşa u kêfxweş kir.PYD u hêza xwe a çekdar YPG li dijê
êrîşên DAİŞÊ berxwedanek baş pêkanîn u li çend navçeyên herêma Kurdistanê desthilatê
girtin destê xwe u îro jî ev “kanton” hê li ser karin.Ev yek, wek şanazî u kûbarîyek mezin
hate hisabkirin.Lê mixabin kû PYD/YPG di şûna ku bi hêzên netewîyên Kurd re hevgirtin
u yekîtîyek çêke,berê xwe da rejima Baas u bi hêzên dewletê re, kombendîyek pêk
anî.Her wiha YPG nehişt ku çekdarên ENKS jî werin herêma Kurdistan u li dijê rejima
Baas şer bikin.Ev yek hemû Kurdan xemgîn dike u dixe nav fikar u gûmana.
Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR, radigêne ku divê PYD/YPG dev ji kombendî u
hevalbendîya Rejima Baas berde u bi hêzên netewîyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê re,
yekîtîyek netewî pêk bîne.
HAKPAR radigêne ku,rêya çareserkirina pirsgirekên Sûrîyê di komareke piralî u
demokrat u Federalî de derbas dibe. Lazime Sûrîyê li ser bingehek wekhev u azad u
demokrat, bibe komareke federal u her gelên li Sûrîyê, jîyaneke azad u demokrat bi
destê xwe bimeşînin.Heqê çarenûsîya neteweyî were naskirin u her kes bigêje edlahî u
azadîyê.Rojavayê Kurdistanê jî, bibe herêmek federal u demokratîk.
HAKPAR bang li Kurdên rojavayê Kurdistanê dike kû li destkevtî u maf u berjewendîyên
netewî xwedî derkevin u di nav xwe de yekîtîyek xûrt çêkin.
HAKPAR, bang li PYD’ê jî dike kû ji têkilî u def u dolavên rejima Baas dûr bikeve u bi
hêzên welatparêz u demokratik yên Kurd re, hevalbendîyê bike.Lewra,ya bixêr ev yek
e.Heyfe ku Kurd nekaribin li Rojavayê Kurdistanê jîyaneke azad u demokrat bidest bixin.
Navenda giştî a Partîya Maf u Azadîyan /HAKPAR