RÛDAW TV Lİ KOBANYÊ HATE QEDEXE KİRİN
Çalakî u Xebatên televizyona ehwal u nûçeyan RÛDAW TV bi biryareke fermî li Rojavayê Kurdistanê kantona KOBANYA’yê hate qedexe kirin.Her wek tê zanîn ku desthilatdarîya Kobanyê di destê PYD/ YPG’yê de ye.Rayedarên navçe di her fersendek de radigênin ku goya pergalek demokratîk dimeşînin u bi rewşa xwe kûbarîyê dikin.Lê, ew demokrasîya ku ew têgeyiştîne u demokrasîya rasteqîn xuyaye ku ji hev gelek dûrin. Lewra li tu dereke cîhanê qedexekirina sazumanên çapemenî u rageyandinê nabe şanazî ji bo demokrasîyê. Berevac qedexe kirina amûr u sazumanên rageyandin u weşanê di heman hal de qedexekirina maf u heqqê têgeyiştin u rageyiştina gel e.
RÛDAW TV, yek ji sazumana rageyandinê a here giringê Kurdistanê ye Piranî .nûçe u ehwalên şunewarên Kurdnişîn tîne ser ekranên xwe. RÛDAW TV, pireke giringê nûçeyanîyê ye di navbera gelê Kurdistanê u gelê cîhanê de.RÛDAW,dengê heqxwazê gelê Kurdistanê ye.
RÛDAW TV hêza çaremîn a demokrasîya navxweyî a gelê Kurdistanê ye.Weşanên RÛDAW’ê bi dilê me bin yan jî ne bi dilê me bin,em wekî kes u rêxistinên demokrat divê parêzgerî li azadîya weşangeran u dezge u sazûmanên rageyandinê bikin.Weşan u rageyandin sewt u hewara gelanin.
Qedexekirina RÛDAW’ê ne qabilê erê kirinê ye.Ev sernizmî u rûreşîyek mezine ji bona rayedar u desthilatdarê herêmê. Em vê biryarê wek bêşensî u bêsiûdîya RÛDAW TV’yê dibînin.Kantona KOBANYAYê lazime destkevtîyên demokratîk u Kurdewarî binpê neke.Gelê Kurdê Rojava lazime li dijê vê biryara zordest derkeve u fermana di warê qedexekirina televizyona RÛDAW’ê de, neyne cîh u pûç derîne.
Em wekî Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR, bi tundî qedexekirina RÛDAW TV, riswa dikin.Em vî karî wek karek dijdemokrasîyê dipejirînin.
RÛDAW TV, dengê gelê Kurdistanê ye. Dengê gelê Kurdistanê nayê birîn.
Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR bi dilgermî piştgirîya RÛDAW TV dike.
27.02.2016
Latif EPÖZDEMİR
Cigirê Serokê Giştîyê
Partîya Maf U Azadîyan / HAKPAR