GERNASÊ GELÊ KURD YAŞAR KEMAL ÇÛ SER HEQÎYA XWE.
Ewladê gernasê gelê Kurd, rûyê sipî yê gelên Turkîyê, lehengê edebîyata cîhanê, romannivîsê hotsa Yaşar Kemal ,di nexweşxaneya ku têde tedawî didît,koçê dawî kir u ji nav me veqetîya.
Yaşar Kemal bangewazê mafê mirovan u her wiha hewara Kurdên belengaz u bindest bu. Ew li Turkîyê kekê hemu kesên qelem bidest bu, şanazîya hunermendan, kubarîya nivîskaran bu.
Yaşar Kemal bi salan di nav tekoşîna demokrasîyê de jî, cîh girtibu.Bi xebat u çalîkîyên xwe, ewî, gelek pênasan kiribu bedena xwe.Tekoşer, demokrat, Kurdperwer, mirovhiz, romannîvîs, sîyasetmedar u edebîyatvanek bijare bu Yaşar Kemal.
Mala te ava Yaşar Kemal ku te, li du xwe, ji me re u ji zarokên me re, gelek berhemên hêja u binirx hişt.
Jîyanek paqij u zelal, sifetek qedirbilind u delalbu Yaşar Kemal.
Em, bi mirina Yaşar Kemal pir xemgînin.
Hîvîdarim ku jîyan u xabatên wî wek çirayek, her tim dinav miletê Kurd de bijî u bibe ronakder ji bo nivşên pêş.
Serê gelê Kurd u malbata edebîyatê u binemala wî sax bî.
Rohê wî şad bî.
Fehmi DEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf u Azadîyan (HAK-PAR)