GÜNCEL

Jİ BO RAYA GİŞTİ

Her wek tê zanîn ku roja 19.11.2014 yan li paytextê Kurdistana Başûr Hewlêrê,seyareyek bombebarkirî ji alîyê terorîstek ve hatîye peqandin u li encama vê peqanê de,mixabin ku, du kesên hêza ewlekarîyê u du kes jî, ji niştevanan hatine kuştın, her wiha gelek kes ji birîndar bune.

Li gor agahîyan,terörist bi mebesta berhewakirina avahîya wileyeta Hewlêrê xwsetîye ku nêzîk bibe lê hêzên ewlekarîyê,pêşî lê girtine. Terorist,div ê demede seyera bombebarkirî peqandîye.Bi vê peqînê re, gelek avahi u seyare şewitîne u xesara maddi gelek zedeye.

Partîya me, HAKPAR / Partîya Maf u azadîyan,vê tevgera ku ji mirovatîyê bêpare, bi tundî şermezar dike.

 

Em dizanin ku ev tevgera terorist rast u rast dixwaze ku yekîtiya Kurdan têk bibe.Ev tevger ji bo çehvtirsandina gele Kurdistanê ye.

Lê, tu hêzêk nikare pêşî li yekîtîya gelê Kurd bigre.

Gelê Kurdistanê, wê bi dilsozî van leyîstikan pûç derîne.

Em bi dilgermi sersaxî didin hemu Kurdistanîyan.Hîvîdarin ku kesê birîndar, rojek zutir bigêjin tensaxîya xwe.

Bijî yekîtîya gelê Kurd,Bimrin dijminê azadî u mirovatîyê.  21.11.2014

 

A.Latif EPÖZDEMİR

Cîgire Serokê Giştî

Partîya Maf û Azadîyan

About Post Author