GÜNCEL

HUDA PARê serlêdana HAK-PARê kir

hud_1.jpg görüntüleniyor

Di roja 4ê Hezîranê de şandeyek ji Huda-Parê Bahattîn Temel, Şehmus Tanriverdî û Metîn Turan, Hak-Par’a şaxa Amedê ziyaret kir. Şandeya Huda-Par’ê ji aliyê cîgirê Serokê Hak-Par’ê Bayram Bozyel, serokê şaxa Amedê Vasıf Kahraman û endamê meclîsê Remezan Moray ve hate pêşîwazî kirin.

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya heremê û têkilîyên navbeyna partî û rêxistinên Kurda de guftugo hatekirin. Berdevkê Huda-Par’ê Bahattîn Temel, nerihetiya xwe li ser erîşên û gefên PKK’ê anî ziman.

Cîgirê serokê Hak-Par’ê Bayram Bozyel jî di nirxandina rewşa siyasî ya heremêde, hım PKK’ê hım jî  hukumetê rexne kır û got: ‘Saleke zêdeye li heremê aramiyek heye, ev tiştek başe. Em girîngiyê didin her gavên demokratîk ku ji aliyê hukumetê ve tê avêtin, lê gavên biçûk têrê nake. Hukumet dixwaze bi hınek gavên biçûk cila xwe ji avê derxîne, ev ji bo çareseriya pirsa Kurd têrê nake. Hukumeta AKP’ê ji bo aştîyek rasteqîn erkên xwe nayne cîh. Em li dijî siyaseta tund û tûj in, tund û tûjî heta nuha tu pırsgirêkekî me hal nekiriye, berevaciyê wî pırsên me hîn aloztır kririye.’’ Lı ser têkiliyên partî û rêxistinên Kurdan jî usa got: ‘’ Divê partî û rêxistinên Kurdan hev û din qebûl bikin, pirsgirêkên xwe bi rîya dîyalog û aşîtîyane careser bıkın.’’ Hevdîtin di atmoferek dostane de derbas bû.

About Post Author