Banga Komîteya Piştgirîya HAK-PARê – li Swêd ji raya giştî re:
Di roja 30-yê Adarê de, li Tirkiyê û Kurdistana Bakur hilbijartinên herêmî çê dibin. Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî beşdarî hilbijartinan dibe.
HAK-PAR, yek ji du partiyên siyasî ye ku bi nasnameya kurdî beşdarî hilbijartinan dibin.
Lê HAK-PAR, bi bername û armancên xwe ve, partîya yekane ye ku çareserkirina pirsa Kurd li ser bingehê wekheviyê diparêze. Li gor HAK-PARê divê gelê Kurd û Kurdistan bibe xwediyê statuyeke siyasî, ku ew jî li gor hoyên îro bi avakirina dewleteke FEDERAL dibe. Li gor wê, çiqas mafê Tirkan heye divê ewqas jî mafê Kurdan hebe. Heta gelê Kurd negihîje statuyeke siyasî pirs çareser nabe.
Em vê dîtin û helwesta HAK-PARê rast dibînin û di doza azadiya neteweyî de cîyê wê bilind dinirxînin. HAK-PAR, di dîtin û helwestên xwe da zelal û bi îstikrar e.
Beşdarbûna HAK-PARê di van hilbijartinan da, her weha giring e ji ber ku; ew pir dengî û pir rengiyê bi xwe re tîne arasa siyasî ya Kurd. Pêwîstiya civaka kurd bi vê yekê heye. Eger ji milletekî re hin alternatifên siyasî yên cuda tunebin, ew tenê bi yek nêrîn û bi yek partîyekê bête girêdan, tu wextê nikare bigihîje azadî û serbestîya xwe. Îro, di Cîhana nûjen de ji bo desthilatdariyên totalîter êdî cî tuneye.
Loma em piştgiriya HAK-PARê ji xwe re wek erkekî neteweyî û demokratîk dizanin.
Loma em bangî hemû kes, rêxistin û saziyên welatparêz dikin ku ew jî bi dengên xwe piştgirîyê bidine HAK-PARê.
Û em bangî rêvebirên BDP ê dikin, bila êrişên hevlbendên xwe li ser alîgirên HAK-PARê mehkûm bikin û rê nedin pevçûn û xirabiyan. Yên ku berpirsîrarîya xwe bi cî neynin îro, wê li hember dîrokê û gelê Kurd hesab bidin. Yên ku ji nedemokratîkbûna neyarên gelê Kurd gazinan dikin, divê berê ew bi xwe ji demokratiyetê ra tehemul bikin!
Em ji hemû endam û aligirên HAK-PARê re serkeftinê dixwazin!
Em ji hemû namzetên wê ra serfirazîyê hêvî dikin!
Bila ev hilbijartin ji gelê Kurd re bi xêr be!
Komîteya Piştgirîya HAK-PARê – li Swêd
Stockholm, 14 Adar 2014