Nûnertiya Ewropayê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Rojava di 3yê Nîsanê da, kongreya xwe ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî online li dar xist.
Piştî şer û pêvçûnên li Rojavayê Kurdistanê, wekî bi hezaran welatiyên me, bi dehan nivîskar û rojnamevanên me yên Kurd jî bêçare cih û warên xwe terikandin û koçî Ewropayê kirin. Rûspiyên herêmê ku koçî Ewropayê kirin ji bo ku di nav xwe da têkîliyê deynîn û bikaribin xizmetên xwe yên rewşenbirî û li ser zimên bidomînin komeke bi navê Yêkîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ava kirin. Nûnertiya Ewropayê ya yekîtiyê, piştî 6 salan kongreya xwe bi awayekî online li dar xist.
Ji ber ku civîn dê bi awayekî online were birêvebirin, ji partiyên siyasî, sazî û kesên rûspî xwestin, ku ew dikarin bi peyamên elektronîk va piştgiriya xwe nişan bidin û ji bona vê yekê lêborîn hat xwestin.
Yek ji van saziyên ku hatin vexwendin jî Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR bû.
Li ser navê partiya me; Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr bona pîrozkirinê peyamek şand.
Yekîtiya nivîskaran di encamnameya xwe ya weşandî da; ji bo peyama HAK-PAR’ê bi nivîsarî sipasnameyek ji HAK-PARÊ ra şandîye û dilxweşîya xwe anîye ziman.
Em jî wek Bûroya Çapemeniyê ya HAK-PAR’ê ji bo Yêkîtiya Nivîskarên Kurdistana Rojava serkeftinê dixwazin û hêvî dikin, ku rojeke wisa were û di rojên xweş û baş da, ew ê bikaribin li welêt li pey armancên xwe xizmetên xwe bidomînin.
Nivîsîngeha Ragîhandinê ya HAK-PAR