GÜNCEL

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN (HAK-PAR) Lİ ŞAXA AGİRÎ Bİ COŞEKE MEZİN NEWROZ PÎROZKİR

2019-03-23 18:28

21 adarê 2019 seet 7ê évarê di hewşekê da bi beşdarbûneke girseyî, bi coşeke mezin HAK-PAR”ê newroz pîrozkir.

Çar roj berî şahiya Newrozê li nav bajêr 4000 belavok hatin belavkiri, 100 afîş hatin dardakirin. Di vê xebatê da,di serî da serîda rêvebir û xebatkarên Hak-PARê Sultan xan, Azize xan û Lütfiye xanê di şert û mercên werzé (mevsim) ên sar da, ked û xebateke hêja kirin.Teşkilata şaxa Wanê jî bi beşdarbûna bernamê da alîkarîya şevê kirin.

Di bernamê da Serokê şaxa Agirî İbrahim Kutlu xêrhatina mêvanan kir. Piştra Serokê Giştî Refîk Karakoç li ser girîngîya Newrozê qisekir. Karakoç waha domand; hetanî kurd ser xeta mîllî nebin yek, tu car bi sernakevin, divê dîrok ji mera bibe ders. Bernama HAK-PAR”ê bernameke mîllî ye hemû kurd dikarin têda cî bigrin.

Bi stranên hunermedê hezkirî Kurmac Bakûrî bi govend û dîlanan bernamê nêzikî 3 saetan dewamkir û bi coşeke mezin dawî lê hat.



About Post Author