GÜNCEL

ŞEVA NEWROZA STENBOLÊ Bİ DİLŞADİ DERBAS BU

2019-03-26 11:06

Roja 24’e adarda sala 2019’an, li Stenbolê HAK-PAR şaxê Stenbolê şadumanîyek bi boneya Newroza pîroz saz kir. Şeva Newrozê li Bakırköy salon TURKUAZ pêk hat. Beşdaran bi çoşek mezin di gel def û daholan û bi lawje û sitranên hunermendan re rekisîn, leyîstin. 

Şeva Newroza Stenbolê bi pêşkêşîya Latif Epözdemir dest pê kir. Epözdemir bi kurtî li ser mane û wateya Nemroza Kurd sekinî û bixêrhatina beşdar û mêvanan kir û got: ” Newroz; di xewna me Kurdan de, ji raza Zerdeştê kal, hêvî û daxwazek e. Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dileke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nû ye. Newroz, sondeke ji bo her Kurdek. Newroz, exteke, qewleke u bextêke di rêya azdîya Kurdistanê de…Bi hêviya ku, mebest û daxwazîyên dilê me, pêk werin. 

Hîvîdarim kû nûra Newrozê bibe çare u derman ji bo sosreta serê Kurdan. Hîvîdarim kû, şewqa Newrozê dilovanîyek bixe dilê tûndperest u zordestan. Hîvîdarim kû Newroz her wek nav u naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserê Kurdistanê. Lewra Newroz:Her daxwazek hêvîyek dihewîne . Her saleke nû hêvîyên nû li gel xwe tîne Bi daxwaz û hêvîya ku ev roja nû li cîhanê rojên xweş û ronî biwelidîne. Hemu rojên we, Newroz bin. Cejna w e pîroz be. ”

Paşî bixêrhatin û silav kirina mêvanan, serokê şaxê Stenbolê Mıstafa Aytaş jî axaftinek piçuk kir. 

Aytaş di axaftina xwe de wiha got. ”newroz roja berxwedana gelê Kurd e. Newroz ji bona Kurdan azadî û serkeftine. Kurdan beri hezaran sal û hetanî îro li dijê zilmê li ber xwe dane. Tu hêz û qewetek nekarîye miletê Kurd ji holê rake. Lewra Kurd milleteke berxweder û tekoşerin. Hêvîdarim ku ev Newroz bibe sedemek baş di rêya yekîtîya Milletê Kurd de. Bijî yekitîya Gelê Kurd, her bijî Newroz”

Piştî Mıstefa Aytaş serokê HAK-PAR’ê refîk Karakoç bi Kurdî û Kurmancî di şevê de axafî. Karakoç:

“HAK-PAR partîyek Kurd e. Ew ji bo azadîya Kurdan tevdigere, dixebite. Lazime Kurd hêzên xwe bikin yek û jibona sazumanek piralî û federal tekoşinek mehqûl bimeşînin. Tenya federasyone ku çareserî li pirsa milli a Kurd dike. 
Partiya me, hazire bi hemu hêz û rêxistinên milli û demokratîk re hevkarîyê bike. Eger Kurd nebin yek wê gelek salên din bindest û reben bimînin. Werin em hemu dest bidin hev û ji bona azadî û wekhevîyê tevbigerin. ”

Serokê Weqfa Rêya Azadî rêzdar jî beşdarê şeva Stenbolê bu. Kemal Burkay jî, bi Kurdî axaftinek kir. 

Kemal Burkay cejna mêvanan pîroz kir û bixêrhatin da wan. Burkay bi krtâsî weha got:”Miletê me miletek bindeste. Ji azdîyê bê pare. Bi salane ku hemu maf û berjewendîyên gelême hatine asteng kirin û qedexe kirin. Şerme k udi vê serdemê de milleteke ku nifusa wê ji 50 milyonî zêdetire lê hê ji, ji mafên xwe yên kolektif û milli bêpare û welatê xwe maye parçekirî. Dewletên ku Kurda dorpêç kirine ew bi xwe jî sedem neçareser kirina pirsa Kurdi ji serfirazî û aramîyê mane bê par. Lewraye ku ew dewlet him bi gelê Kurd re û him jî bi gelê xwe re xirabîyek mezin kirine. 

Newroz remz û nişana berxwedan û azadîyê ye. Li Turkîyê Kurd hetanî berî çendsalek berê, her jibo pîrozkirina vê cejna rubixêr û beharê jî, bedel mezin dan û dinav ewqas zilm û tedahîyê de jî, dîsan dev ji kevneşopîya pîroz kirina Nerozê bernedan. Newroz ji bo Kurdan rojeke pîroze. Newroza we pîroz be. ”

Di şevê de hunermenda Kurd DİLAN Rojava bi sitranên xwe yên folklorîk û gelêrî mêvanan kêfxweş û dilşa kir. Bedretti Çoşkun jî gelek sitranên gelerî got û bi çend kilamên dengbêjîyê bernama xwe kuta kir. 

Latif Epözdemir helbesta Evdilsamedê Babeki ku berî 1000 salî hatîye nivsandin, a bi navê “PESNÊ BİHARÊ” ku bi van dumalan dest pêdike “Dila! Şadî be, xweş dem hat bihar e /Reşemeh çûn, terazîn bûn diyar e. ” xwend. 

Paşî helbestê Namzetê serbixweyê şaredarîya Mezin a Stenbolê M. Celal Baykara hate ser dikê û derheqê namzetbuna xwe de çend têbînîyan anî ziman. BAYKARA axaftina xwe a Turkî de wiha got. ” Miletê Kurd di navbera bereya “cumhur” û “Millet” de mayê asê. Min xwest ku Kurd li Stenbolê bey navnîşanek milli nemînin, bey alternetif nebin. Lewra ez bume namzet. Mebest ne ewe ku ez bibim şaredarê Stenbolê. Mebest ewe ku Kurd li vî bajarî jî henin û bêkes û bê alternatîvin. Bi sedema vê roja pîroz mebest ewe ku Kurd ji bo bidest xistina mafên xwe yên milli bibin yek, bihevre bernameyek milli çê kin. ”
Şeva Stenbolê bı çalakîya folklora THHK ( Tima Hûnerî a Hewara Kurd) dewam kir. Ev kom ji Efrînê hatibu û beşdarê şeva HAK-PARê bibu, Gruba folklorê bi şîruda milli “ey reqîb” derketin meydanê û ji folklor û govenda Kurdî gelek numuneyên baş pêşkêş kirin. 
Pişti çend kilamên dengbêj Ednan Omer, şeva Stenbolê a HAK-PARê bi dilşahîyek mezin kuta bu. 

About Post Author