GÜNCEL

Ramazan MORAY- 3’emin konferansa Ciwanen Kurdistan metna bakur

Kedkarên Çapemeniyê;

Nûwênerên Hêja yên partiyên welatê me Kurdistan;

Delegeyên Konferansa me;

Birayên ciwan yên ku, rih û hestên çar parçe Kurdistan bi hevre dijîn; Ciwanên welatparêz yên ku, di dilêxwe de agirê Kurdistanê vêdixin; Kedkarên ciwan yên siyasetê ku îroj Amedê, Dersimê, Agiriyê, Mehebadê, Sinê, Silêmaniyê, Hesekiyê, Kamişloyê ber bi eywana konferanse dikişînin;

We hemûyan bi rêzdarî û hestên dilovanî silav dikim.

Sed sala borî heyanî îro li cihanê û bi tebetmandî erdnigariya ku welatê me Kurdistan di navde ye guherînên yekbêj (ciddî) dertên holê. Bi ronî û pêşangiya mêzên nû (dengeyên nû) de herêma me lezgînî diguhire. Xwestekên gelan yên azadîxwaz wek pêlên mezin êdi nayên astengkirin, di hêla dî de sîstemên zordar yek bi yek dihejin.

Destpêkirina pêvajoyen nû, rejimên erişker û mêtinger hildiweşînê, ji bo destnîşankirina çarenûsa netewe û gelan derfetên pîroz tînin holê. Pêlên guherîne ku li Efrîka Başur qewimîn, bi bihara ereban berdewem kir, xwestekan azadîxwaz gîhaştin tixûbê Kurdistan. Seran serê herêma me bi dengên guhertîxaz dihejê. Guman nîne ku, ev pêvajo, li ser gelê Kurd ku sed salane ji bo maf û azadiyên xwe ditekoşe tesîrek erênî peyda dike. Ji bo miletê me erkek dîrokiye ku, tesîra guherînan boneya berjewendiyên xwe yên neteweyî kar bine.

Gelê Kurd, dû sed salê li ser axa xwe kû bi navê wî re hevbeşbûye, ango Kurdistanê boneya destxistina mafên xwe yên neteweyî bê navber şer dike. Bi biryarî, bi bawermendîyek qewî, digel ewqas êş û zêrandinan hetanî îroj çu carî serî netewand. Ev tekoşîna miletê Kurd hê jî berdewem e. Li mehebad, li berxwedana Şêx Seîd, Li Qoçgirî, li Helepçê, di enfalan de, li Amudê, li Qamişlo, li Dersim, Li Agirî û Zîlan, salek berê jî li Roboskî rastê eşêk bê emsal hat. Gelek caran qirqirinên girseyî lê qewîmin.

Ji çaryeka dawî ya qurna bîstan hetanî îro, pirsgirêka Kurd her çar parçeyî de di qonaxa dîmên (boyut) navdewletî de dinirixe. Îroj bi pêşengiya rexistinên gelê Kurd de, li Başurê Kurdistan destxistinek dirokî û statûyek navneteweyî heye. Ji bo parçeyên dî jî, ev destkeftin bêhempa ye. Destxistinên Başur, Li Bakûr, Rojhilat û Rojava; ji bo pêşketina tekoşîna azadiyê hêz dide me, me qiwettirîn dike, heviya me ya azadiya neteweyî zindi digire. Diyare ku, neteweya Kurd berhemên ked û berxwedanên xwe diafirîne. Êdî êdî be jî pevajoya afirandina berheman destpêkiriye.

Hevalno;

Pevajoya guherînan di tixûbên Kurdistanê de, li Surî rejima Bees dihejîne. Ew rejime ku parçeyek welatê me Kurdistanê bi darê zorê di bin bandûra xwe de dagirtiye. Şik tune ku aqibeta rejima Surî wê aqibeta rejima Bees ya Sedam be. Bi rixandina rejima Surî, derfet û fırsendên nû li pêşî gelEn Surî ne. Êdî li Surî çu tişt wê ne wek berê be.
 

Eşkere ye ku gelên Suriyê ji bo nûva avakiran welatê xwe û destnişankirina çarenûsa xwe, gelek gavben (mesafe) û firsendên giranbiha destxistiye. Hweldan û berxwedana gelên Suriyê, ji bo gelê Kurd jî derfetên nû diafirîne. Gelê Kurd li Suriyê ber bi statûyek nû ve ditekoşe. Bi vê mebestê, di demeka ku ji bo welatê me û miletê me dîrkek nû tê nivîsandin, tekoşîna gelê Rojavayê Kurdistan nêz va dişopînin, piştevaniya wê dikin, gavên ber bi azadiya birayên binxetê bi can û dil piştgiriyê dikin.
 

Li herêmê gelek guhartin dijin. Rejima Îranê nekare li hember bayên guhatinan bisekine, nekare xwestekên azadiya gelên Îranê rawestîne. Wek hûn dizanin ev salên dawî bi şêweyek hovane gelek ciwan û siyasetmedarên Kurd li Îranê hatin dardakirin. Bi hezaran Kurd li Îranê zindanî ne. Li gel ewqas zilm û zorê gelê Rojhilat di rêya azadiya Kurdistanê de bi cangorî ditekoşe, berxwe dide. Em carek din bi ked û tekoşîna birayên Rojhilat serbilind û piştrastin.

Tekoşîna her parçeyî ji bo pirsa Kurdistan pêngavên hêrî girîng in. Di çarçoveya parçeyan de be jî, destxistinên neteweyî ji bo hemûyê Kurdistan gavên dîrokî ne. Şik tune ku, her parçe ji hev tesîr digire, piştevaniya hevûdû dike, ji bo doza Kurdistan baweriya me qewî dike. Miletê me li her parçeyî, ji gelek mafên xwe yên rewa bêpar e. Hewceyê gotinêye berjewendiyê miletê Kurd, welatê me Kurdistan yek e.
 

Her roj, di şahadiya dîrokê de, serî de Başurê Kurdistan û parçeyên dî de tekoşîna miletê Kurd ya boneya azadiya wê, ber bi pêş dikeve, di herêmê û di qada navneteweyî de zêdetirîn rewa tê dîtin. Roj bi roj gelê Kurd hêza azadiya xwe xwert û qewî dike.
 

Miletê Kurd ku ewqas bedêl daye ji bo çarenûsa xwe, şik tune wê dehatuya xwe ya azad ava bike, xwe bi xwe îdare bike, li ser axa xwe desthilatdar be. Em wek ciwanên nûwênerên partiyên Kurdistan û dezgehên medenî (sivîl), bawermendin ku, tekoşîna rewa ya gelê me îro be an sibê be wê di çarçoveya berjewendiyê miletê me de bigehe serefrazîye.
 

Hêjano;

Wek hûn dizanin, îroj li Bakûrê Kurdistan pêvajoyek nû heye. Di hêlek de ji bo bêdengkirina çekan gav tên avêtin, di hêla dî de amedekariya makezagonek heye bonaye destnîşankirina paşeroja Tirkiyê. Berdeste ku em wek hêzên Bakûr bikaribin gel hevdû bitekoşîn ta ku serkevin. Yekdengiya hêzên Bakûr bi hevalbendiya hêzên guhartixwaz yên Tirkiyê gunce ji bo çêkirina makezagonek demokratîk û peşkevtî. Ji bo makezagonek ku hemû mafên gelê Kurd di wezna wekhevî û hevbeşiyê de misoger bike, divê Kurd bi hemû aliyên xwe yekdeng bin. Bê guman yekdengiya hêzên Kurd û piştevaniya guhartinxwazên Tirk ji bo destxistina makezagonek ku mafê gelê Kurd danasîne gelek girîng e. Hewceyê gotinêye em wek ciwanên Kurd, li himber pevajoyên bê statû hêştina gelê Kurd bêdeng namînin.
 

Miletê Kurd qasî ku di çu qonaxî de nebûye destkeftinên neteweyî destdixe. Her roj sengerên (mewzî) nû destdixe. Wek ciwanên xwedan rêxistin yên Kurdistan, nû va nivîsandina dîroka miletê xwe de erkên li ser milê me nin em bi bawerî bicîh tînin. Ev hişyarî, zanyarî û bawermendî bimere heye. Divê qonaxa dîrokê de wek ciwanên Kurdistan di qada siyaseta neteweyî de erk û berpirsyariyên li ser milên me nin em bi werekî hildidin, kar û barên peşiya me nin bi cangorî hildigrin. Bi van hestan we hemûyan bi rêzdarî silav dikin, ji konferansa me re serkeftin dixwazin.

Bijî Azadî

Bijî Tekoşîna Gele Kurdistan Ya Rewa

Bijî Kurdistan

Ciwanên Kurdên Bakurê Kurdîstan

26.04.2013

About Post Author