GÜNCEL

Ji bo raya giştî

logo.jpg - 53.82 Kb

Kesên êrîşger bi xwe û bi gel ne bawer in

Îro li bajarê Wanê di dema kar-xebata hilbijartinê da hevalên me tûşî êrişekê hatin bi destê hevalbendên BDPê.

 

Bûyer li dora saet 10 û nivan da li taxa Cewdetpaşa qewimî. Serokê HAK-PARê yê Bajarê Wanê û namzetê Şaredariya Îpekyolu Tayyip Kizilyildiz tevî hin hevalên dinê bi du trampêlan di kûçan da  digeriyan, deng li xelkê dikirin û durujmên partiya me digotin. Komek hevalbendên BDP, ku li dor 50 kesî bûn, kevir avêtin trampêlên me. Hingê heval ji erebeyan peya bûn û bi wan ra qise kirin, gotin “Tiştê hûn dikin eyb e û şerm e.” Lê yek ji wan êrişgeran ji paşve nêzik bû û kulmek avête Tayyip Kizilyildiz. Her usa, ji ber kevirên ku hatin avêtin di erebeyan da gelek xisar çêbûn.

Em vê êrişê bi xurtî şermezar dikin û hêvîdar in êrişên han cardin çênebin.

Partiyên BDP-HDP him li Rojavayê Tirkiyê, ci cîyên wek Çorlu û Aksarayê tûşî êrişan dibin û ji bona van êrişan partiyên dinê gunekar dikin, him jî li cîyên ku hêza wan têr dike bi destê hevalbendên wan êrişên hanê çêdibin. Divê ew rê nedin êrişên hanê û çavê xwe jê ra negrin.

Bingehê demokrasiyê pirdengî û hilbijartina gel e bi serbestî. Yên ku di dema hilbijartinê da metodên êrişger bi kar tînin bi xwe û bi gel ne bawer in.  Yên ku ditirsin gel rastiyê hîn be usa dikin.

Divê kar-xebata hilbijartinê bi şiklekî aştiyane û demokratîk çêbe, da ku gel bikaribe raya xwe  di sindoqê da bi şiklekî rast nîşande. Dibe ku hin ali û hin kesên xirab rola xwe bilîzin, da ku pêşî li vê yekê bigrin. Lê em texmîn nakin ku herçî berpirsîyarên BDP xirabî bixwazin û piştgirîya van tiştên şaş bikin. Lê divê ew jî rola xwe bilîzin da ku rê nedin xirabiyên han. Divê li himber êrişgeriyên hevalbendên xwe helwesta xwe zelal bıkın û êrişên han mehkûm bikin.

Kemal Burkay

Serokê Giştî yê HAK-PAR

8 Adar-2014

About Post Author