Ji bo aşitî û azadiyê dest bidin hev!
Li dinyayê, bi taybetî li herêma me –Rojhilata Navîn- “Roja Aşitî ya Dinyayê” dîsa bê aşitî derbaz dibe.
Li Amêrîka Latîn, Afriqa, Asya, heya li Ewrûpa hîn gelek agirê şerên berê venemirî ye û yên teze xwe nîşan didin. Yekitiya Ewrûpa, ku ji bo projeya aşitî û demokratiyê wek nimûneyeke baş tê nîşandan, nuha li sînorê wê yê Rojhilatê, li Ukrayîna, ku namzet e bibe endamê YE, nuha bûye warê şerekî xeterbar, heya tê gotin ku dikare bibe sedemê Şerê Sêyem ê Dinyayê.
Rojhilata Navîn ji xwe serbiser bûye warê şer û şewatê. Digel şerên Afganîstan û Iraqê, van salên dawî gelek welatên din ser û bin bûn û nuha bûne warê şer û pevçûnan. Di sînorê Tirkiyê da Sûriye ji xwe ji ber şerê hundurî wêran bû. Ji tesîra şerê Sûriyê şerê nav Iraqê jî germtir bû. Rêxistinên serhişk û hov, yên wek El Qaîde û DAÎŞ di rewşa hanê da peyda bûn.
Ev şer û pevçûnên han zirareke gelek mezin didin destkevtî û bajarvaniya mirovayetiyê.
Xuya ye ev dîdema han ji bo mirovayetiyê ne dîdemeke baş e. Dewletên mezin, mixabin siyaseteke teng bi rêva dibin gor berjewendiyên xwe, ku ev rengê siyasetê xizmeta avakirina dinyayeke aştîxwaz û bextewar nake. Rêxistina Milletên Yekbûyî û rêxistinên dinê yên navnetewî jî bona vê yekê nikarin bi rola xwe rabin. Ji ber vê, pirsên heyî li cîyê ku çareser bin, her diçin girantir dibin û pirsên teze çêdibin.
Bona vê yekê, îsal dîsa di 1ê Îlonê, ango di Roja Aşitî ya Dinyayê da, her çiqas dilê me daxwaza aşitiyê bike jî, em gelek xemgîn in.
Ev şewata hanê mixabin vê dawiyê bi Kurdistana me ya Başûr jî ket, ku gelê me piştî ewqas şer û wêranî firsend dît, li vî parçeyî bîhna aşitî û azadîyê distîne, welatê xwe ava dike û di warê demokrasiyê da li herêmê wek nimûneyeke delal e. Lê xuya ye herçî dijminên aşitî û demokrasîyê, rejîmîn kevneperest li herêmê û hin hêzên dervayî herêmê, ku ev yek ne gor berjewendiyên wan e, aciz bûn.
Welatên wek Tirkiye û Îran jî li qiraxê vê şewatê ne, heya mirov dikare bêje di nav da ne. Tirkiye, her çiqas van salên dawî ji bo pirsa Kurd gelek behsa aşitî û çareseriyê dike, lê pirs hîn li cîyê xwe ye. Belê, ev du sal in ku sîleh bêdeng bûne, lê ji bo devjêberdana sîlehan bi temamî û ji bo çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevî tu gavên mezin ne hatine avêtin.
Ji bo ku Tirkîye û Kurdistan bibe warê aşitî û demokrasiyê, berî her tiştî divê pirsa Kurd çareser be. Ji bo çaresariyê jî divê gavên mezin û wêrek bêne avêtin. Ev tişt li ser esasê wekheviyê dibe. Ango divê hemû mafên gelê Kurd bêne naskirin. Şiklê wê jî federalî ye. Rêvebirên Dewleta Tirk eger bi rastî dixwazin vê pirsê çareserkin, divê gaveke dîrokî bavêjin û civaka Tirk ji bo vê yekê hazir bikin. Bi vî awayî aşitî û demokratî tê welat û mecal çêdibe ji bo çareseriya pirsên dinê.
Ji bo ku Tirkiye di herî hezaza Rojhilata Navîn da neçe xarê û ji vê şer û şewatê dûr bisekine û di vemirandina vî agirî da pardar be, divê pirsa Kurd bi vî awayî çareser bike.
Di vî warî da perpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê AK Partiyê ku îro hukim di dest da ye. Her usa jî dikeve ser milê CHPê, Partiya makmixalefetê û herçî rêxistin û kesên dinê. Ev rêxistin û kes yan gor hiş û aqil tevdigerin, siyaseteke gor dema teze, siyaseteke rast bi rêva dibin, yan jî dibin hêsîrê bîr û baweriyên kevn, ji riya şaş ê berê venagerin û bi vî awayî firsend ji dest diçe, ev agir bi mala herkesî dikeve, wêran dike.
Çi Tirkiye çi Kurdistan, welatê me û gelên me hewcedarî aşitî û demokratiyê ne. Hewcedarî azadî, nan, kar, maleke baş û dorberekî paqij in.
Di roja hanê da em gazî hemû kesên aştixwaz û demokrat dikin ku dest bidin hev. Xebata azadî û aşitî karekî giranbuha ye. Em nikarin vî karî tenê ji wan kesan hêvî bikin ku li ciyên bilind, li ser postên mezin rûdinin, lê ne dûrbîn in, hêsîrê bîr û baweriyên kevn û pûç in û berjewendiyên xwe yên şexsî datînin pêş dahatûya mirovayetiyê.
Ev karê pîroz karê me hemûyan e. Bi taybetî karê hemû kesên ku hewcedarî aşitî, azadî û jiyaneke mirovî ne.
Ji bo azadî û aşitî carna divê mirov çek hilde û şer bike dijî zalim û êrîşgeran.
Lê ji bo serkevtinê, divê berî her tiştî mirov aşitî û azadiyê bixwaze, bi dû zordestan neçe ku şer gor berjewendiya wan e. Azadî û aşitî bi yekitî û berxwedana mirovên hişyar, bi hewldaneke kîtlewî bi dest dikeve.
Dest bidin hev ji bo dinyayeke bê şer, azad û aştiyane!
Kemal Burkay
Serokê Giştî yê HAK-PARê
1 Îlon, 2014