Girê Sor (Sîwereg) û Ruha
Heyeta HAK-PARê îro (21ê çileyê Paşîn) bi riya Amedê derbazî Girê Sor (Sîweregê) bû. Heyet bi alî namzetê HAK-PARê ji bo serokatiya Şaredariya Girê Sor Ali Tüysüz û hevalên wî, li nêzî bajêr hatin pêşiwazîkirin û bi konwoyeke dirêj ketin bajêr. Otobozê û rêzetomofîlan ji kûçe û kolanên bajêr tevî muzîka Kurdî û durujmên bi Kurdî-Tirkî derbaz bûn, li xelkê bajêr silav kirin.
Di anonsê da usa hate gotin:
“Xelkê me yê hêja yê Girê Sorê, silav ji we re! Em wek heyeteke HAK-PARê li bajarê we ne. Serokê Giştî yê Partiya me Birêz Kemal Burkay jî bi me re ye. Em di hilbijartina herêmî da cî digrin. Namzetê me ji bo serokatiya Şaredariya Girê Sor Birêz Alî Tüysüz e. Em li benda piştgiriya we ne.
“HAK-PAR partiya azadî û aşıtiyê ye. HAK-PAR partiya demokrasî û guhartinê ye. HAK-PAR çareseriya pirsa Kurd li ser bingehê wekhevî dixwaze. HAK-PAR partiya we ye.”
Heyeta HAK-PARê li qiraxê bajêr mola da û piştra ber bi Ruhayê bi rê ket. Heyet ji nav bajarê Hilwanê jî bi marş û dirujmên HAK-PARê derbaz bû. Nêzî Ruhayê berpirs û namzetên HAK-PARê yên Ruhayê pêşiwaziya heyetê kirin. Namzetê ji bo Serokatiya şaredariya mezin Sinan Bingol, namzetê Şaredariya Karaköprü Bekir Işik jî di nav wan da bûn. Heyet ji nava Karaköprü û Ruhayê bi muzîka Kurdî û marş û durujmên partiyê derbaz bû û hat navenda partiyê. Li wir Serokê Giştî yê HAK-PARê bi Kurdî li ser kar-xebata partiya xwe ji bo hilbijartinê axaft û bersîva pirsên guhdaran da.
Heyet îşev li Ruhayê bimîne û sibê wê derbazî Entebê bibe.
21 Çileyê Paşîn 2014
Buroya Çapemenî ya HAK-PARê