Batman-Mêrdin
Kar û xebatên HAK-PARê ji bo hilbijartina herêmî berdewam in. Serokê Giştî Kemal Burkay û hevalên xwe duh sibê (19ê Çileyê Paşîn), bi otoboza partiyê ji Amedê derbazî Batmanê bûn. Li wir tevî marşa Partiyê û bi anonsên Kurdî û Tirkî di nava bajêr da geriyan, beyana hilbijartinê û belavok belav kirin. Piştra derbazi navenda HAK-PARê bûn û li wir bi heval û mêvanan ra sohbet kirin.
Konwoya Partiyê piştra bi rîya Hesenkêfê, Gercûşê, Midyatê û Omerlî derbazî Mêrdînê bû. Li van hemû bajaran şîarên partiyê hatin eşkerekirin û namzetên HAK-PARê hatin nasandin.
Heyetê şev li Mêrdînê ma û sibê bi otoboza partiyê û otomobîlan derbazî Cizîrê bû. Di vegerê da çû Nisêbînê û Qiziltepê. Li van hemû bajaran jî di nav bajêr da anons hate kirin, beyan û belavok hatin belavkirin, namzetên partiyê hatin nasandin. Êvarî heyet dîsa vegerî Mêrdînê.
Ev ger, kar û xebat bi ali welatiyan gelek bal kişand û li hemû cîyan jî xelkê me bi germayî pêşiwaziya heyeta HAK-PARê kir.
Heyeta HAK-PAR’ê sibe di alî Ruhayê da ger û xebata xwe dê bidomîne.
21ê Çileyê Paşîn- 2014
Buroya Çapemenî ya HAK-PARê