GÜNCEL

Daxuyanî

Ji ser qetlîama Roboskî 2 sal derbaz bûn

Curmkar li ku ne?

 

Di 28ê Çileyê Pêşîn sala 2011 da li  Uluderê, gundê Roboskî, teyareyên Tirk li ser sînorê Kurdistana Başûr 35 gundiyên Kurd bombebaran kirin û 34 kes hatin kuştin, tenê yek jê xilas bû. Piştî vê qetlîamê berpirsên Dewleta Tirk gotin gor malûmata ku ji wan ra hatiye, ew kes partîzan û berpirsên PKK bûne, ji bo şer hatine û bona vê yekê hatine bombekirin.

 

Lê ev gund gundê qoricîyan bû û tim jî bo qaçaxê diçûn wî alî sînor, dihatin. Hayê berpirsên Tirk ji vê yekê hebû, bi salan e ku çavê xwe jê ra digirtin. Vêcar jî hayê qereqolê gund ji vê yekê hebû. Ango ev qetlîam bi zanetî hate kirin.

Ev bûyer provokasyonek bû ku armanca xwe xirabkirina pêvajoya danustandinê bi Kurdan ra û rêlibergirtina kar û xebata ji bo çareseriya Pirsa Kurd bû. Her usa jî, herçî kesê ku ev tişt kirin, xwestin gunekariyê bikin ser milê Hukumetê û wê bikin quncikeke teng. Lê mixabin berpirsên vê bûyerê heya îro nehatine eşkerekirin, derneketin pêş edaletê û nehatin cezakirin. Ev malûmata şaş ku dibêjin gihaye leşker bi destê kê ye, ew jî eşkere nebû.

Lê ne tiştekî zehmet bû ku rastî derkeve meydanê. Ango eger agadariyeke şaş heye bi destê kê ye, yan jî kê, ku baş zanibû ew gundî ne û ji bo ticaretê ji sînor derbaz dibin, lê dîsa jî fermana bombekirina wan da. Nuha vaye ji navberê du sal derbaz bûn, lê berpirsîn vê qetlîama xûnxwar hîn nehatine eşkerekirin û cezakirin, ev yek vîcdana mirovan û raya giştî diêşîne. Tiştê ku tê bîra mirovan ev e: Berpirsên dewlet û hukumetê rastiyê ji xelkê vedişêrin û curmkaran diparêzin.

Em careke din gazî hukumetê dikin ku berpirsiyariya xwe bi cî bîne, curmkaran derxe meydanê û bide dest edaletê. Edalet jî eger bi rastî edalet e, curmkaran neparêze, tiştê ku lazim e bike, ango kesên curmkar rojkî berê ceza xwe bikişînin

Kemal Burkay

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan

26 Çileyê Pêşîn 2013

About Post Author