GÜNCEL

Kar û xebatên HAK-PARê bo Hilbijartinê;

Birecik-Enteb

Kar û xebatên HAK-PARê ji bo hilbijartina herêmî berdewam in. Roja 22yê Çileyê Paşîn heyeta HAK-PARê bi otoboza Partiyê li Ruhayê qeza Eyûbiyê di nav bajêr da gerî û bi Kurdî û Tirkî namzetiya Emîn Doxan ji bo Şaredariya Eyûbiyê da bihîstin. Piştra ber bi  Entebê bi rêket.

Heyetê li ser riya xwe ya Entebê li bajarê Bîrecîkê jî di nav bajêr da gerî, silav li xelkê kir û namzetê Şaredariya Bîrecîkê M. Gazi Gelener da nasandin. Ber bi êvarê heyet giha Entebê. Li pêş bajêr, Serokê rêxistina HAK-PARê ya bajarê Entebê Omer Yeter û endam û berpirsên HAK-PARê yên din pêşiwazî li heyetê kirin. Heyetê, tevî marşa partiyê û anonsên Kurdî û Tirkî, qasî du saetan din av bajêr da gerî, namzetê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin yê Entebê, Saît  Duran û durujmên HAK-PARê ji bo hilbijartinê da bihîstin. Heyete ew şev li Entebê derbaz kir û sibehê disa silav li xelkê Şaredariya Eyûbiyê kir, ber bi êvarê derbazî Edenê bû.

Heyet sibe û dusibe li bajarên Edenê, Tarsûsê û Mêrsînê dê silav li xelkê bike û êvara 25ê Çileyê Paşîn tevî civîna bajarê Edenê bibe. Namzetên ji bo şaredariyên bajarên mezin wek Edene, Mersîn û Antakyê û hin namzetên dinê bide nasîn.

23 Çileyê Paşîn, 2014

Buroya Çapemeniyê yê HAK-PARê

About Post Author