Ji bo çapemenî û raya giştî
Seredana HAK-PARê ji bo Serokê Parlamena Tirkiyê
Heyeteke HAK-PARê 4ê Çileyê Pêşîn, roja Çarşemê, saet 16.30 da li Parlamena Tirkiyê Serokê Parlamenê Cemîl Çiçek ziyaret kir û middeteki bi hevra rûniştin.
Di heyeta HAK-PARê da digel Serokê Giştî Kemal Burkay, Cîgirên Serokê Giştî Fehmî Demir, Reşît Delî, Ayşe Çelîk û Derwîş Korkmaz jî hebûn.
Burkay û hevalên xwe bi birêz Cemîl Çîçek ra li ser meşa xwe ya dawî axivîn, ku bi navê “Meşa Azadî û Aşitiyê” di dawiya Çiriya Pêşîn û destpêka Çiriya Paşîn da çêbû, 9 roj ajot û gera wan ji 14 bajaran derbaz bû. Heyeta HAK-PARê her usa jî, nameyek da Serokê Parlamenê ku tê da pêşniyar û daxwazên HAK-PARê hatibûn nivîsandin ji bo serkevtina pêvajoya “Çareserî û Aşitiyê”, ji bo çareseriya pirsa Kurd û pirsa Elewîyan û ji bo pêkhatina demokratiyeke rasteqîn li Tirkiyê çi lazim e bê kirin.
Hevdîtin bi germayî derbaz bû. Heyetê him li ser guhartina Zagonê him jî li ser hin pirsên rojene bi Serokê Parlamenê Birêz Cemil Çiçek ra sohbet kirin.
HAK-PAR, Buroya Çapemeniyê
5ê Çileyê Pêşîn