GÜNCEL

HUDA PAR partiya me ziyaret kir

Îro heyetek ji Partiya Doza Azad (HUDA PAR), di bin serokatiya Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu, Partiya me ziyaret kır û bi Serokê Partiya Me Kemal Burkay û hevalên dinê ra hevdîtinek çêkir. Di heyeta HUDA PARê da her usa Sekriterê Giştî Mehmet Yavuz, Cîgirê Serokê giştî Hasan Aşkın jî hebû.

Cîgirên Serokê Giştî yên HAK-PARê Fehmî Demîr û Alaeddin Aras jî di hevdîtinê da hazir bûn.

Di dema hevdîtinê da herdu aliyan jî girîngiya pêvendiyên demokratîk û dan û standinê di navbera partiyan da anîn ziman û gotin tiştekî normal e ku li ser hin tiştan ray cuda be; lê divê parti hurmeta hebûna hevdu bikin û pirsên di navbera xwe da di rê olaxên aştiyane çareser bikin.

Di hevdîtinê da li ser civandina Kongra Netewî ya Kurd û hin bûyerên dawî jî hat sekinandin. Raya herdu aliyan jî ev bû ku hemû partî jî bikaribin di Kongrê da beşdar bin û rola xwe bilîzin. Her usa, hemû partî hişyar bin, bi berpirsiyarî hereket bikin, da ku di nav partiyên Kurd da careke din şer û pevçûn çênebe.

6 Çirîya Paşîn 2013

HAK-PAR, Navenda Nûçeyan

About Post Author