GÜNCEL

Kemal Burkay: Hêvîdar im ev cejna qurbanê xizmeta aşitî û demokratîyê bike

Welatê me di gelek waran da bûye du beş ku herdu alî jî guh nadine hevdu, hevdu fêmnakin û bi serhişkî şerê hevdu dikin.

Em nikarin bi vê şîweyê pirsen heyî yên mezin çareser bikin. Ez hêvî dikim ev cejna qurbanê heya derecekî piçûk be jî xizmeta pêşdabirina hevdufêmkirinê û toleransê bike . Ez hêvî dikim xelk êdî guh nede wan sîyasetmedarên ku bi zimanekî tûnd û tîj şer û pevçûnê germ dikin, dijî maf û azadiyan û dijî guhartinê derdikevin.

 

Xelkê vî welatî hewcedarî maf û azadiyan û jiyaneke mirovî ye. Welat hewcedarî demokratî û aşıtîyê ye.

Bi vê hêvîyê cejna qurbanê yê hemû gel welatiyên me pîroz dikim.

Kemal Burkay
Serokê Giştî yê HAK-PARê

About Post Author