20 C
Diyarbakır
Çarşamba, Eylül 28, 2022

Heyeta HAK-PARê li Defterê Siyasi yê PDK

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

Serokê HAK-PARê Kemal Burkay û heyeta beramber iro (28 Îlon) dema nîvro li bajarê Selahaddîn (Pîrmam) serdana Defterê Siyasî yê Partî Demokratî Kurdistan kirin û bi Sekriterê Mekteba Siyasî Fazil Miranî û hevalên wî ra qasî saatekê daniştin.

 

Di heyeta HAK-PARê da cîgirên Serokê Giştî Bayram Bozyel, Fehmî Demir, M.Celal Baykara û Reşît Delî jî amade bûn. Di heyeta PDK da digel Fazil Mîranî, endamên Mekteba Siyasî Mahmûd Mihemmed û Kemal Kerkûkî, endamên Encumena Serkirdayetî Nazenîn Xan, Remzî Şahban û Ahmed Kanî jî  hebûn.

Birêz Fazil Mîranî di destpêka civînê da xêrhatina Burkay û hevalên wî kir, piştra behsa hilbijartinên teze çêbûyî kir û got: “Ev hilbijartin ya herî demokratîk, rêk û pêk bû. Herêma Kurdistanê bi vê hilbijartinê êtibara xwe di dinyayê da bilind kir. Em hêvîdar in di demeke kurt da parlamen bicive û hukumeta teze ava be. Îstiqrar ji bo welatê me gelek mihîm e.” Mîranî her usa jî di axaftina xwe da behsa pêvajoya çareserî û aşitî kir ku li Tirkîyê dest pê kiriye û got: “Em ji ragirtina şer kêfxweş in, hêvîdar in şer bi temamî bisekine û Kurd bi riya sîyasetê bigihîjin mafên xwe.” Mîranî her usa jî behsa pêvendîyên herdu rêxistinan, PDK û HAK-PARê kir û got: “Em qîmeteke bilind didin pêvendîyen herdu rêxistinan.”

Burkay jî di axaftina xwe da ji bo hilbijartina teze PDK pîroz kir û got: “Tecrubeyê demokratiyê ji bo Kurdan di demeke kurt da çêbû. Lê Kurdan li Herêma Kurdistana Federal nimûneyeke gelek baş nîşan dan.  Ev hilbijartin ji bo gelê Kurd serkevtinek e, her usa jî nimûneyeke delal e ji bo hemû welatên cîran. Xwezî Partiyên Kurd jî bikaribin li Tirkîyê, Îran û Sûriyê bi nav û bernamayên xwe bi serbesti di hilbijartinan da cî bigrin.”

Burkay piştra behsa pêvajoya teze kir û got:  “Rawestandina şer baş e, PKK bi temamî şer bisekinîne ew hîn baştır dibe. Lê çareserîya pirsa Kurd û aşitî tenê bi vê çenabe. Divê dewlet û hukumeta Tirk gavan bavêje, mefên gelê Kurd ên bingehîn nas bike û pirsa Kurd li ser esasî edlayî û wekhevîyê çareser bike.”

Herdu aliyan li ser rewşa Kurdistana Sûrî jî sekinîn û civîn bi kêfxweşî derbaz bû. Piştra bi hevra xwarina nîvro xwarin.

28 îlon 2013

HAK-PAR, Buroya Çapemenî, Hewlêr

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Çarşamba, Eylül 28, 2022