Heyeta HAK-PARê di bin serokatiya Serokê Giştî Kemal Burkay da îro (26ê Îlonê, roja pêşemê) Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Serê Reş ziyaret kir. Di heyetê da endamên Saziya Serokatiyê Fehmi Demir, Bayram Bozyal, Reşit Deli û M. Celal Baykara jî amade bûn. Heyetê qasî saatekê bi birêz Barzanî ra li ser babetên ku di rojeva siyaseta Kurdan da ne guftûgo kir. Li gel birêz Mesûd Barzani, Endamê Defterê Sîyasî ya PDK û Serokê Eleqetê birêz Dr. Kemal Kerkukî û Nûnerê PDK yê Enqere Birêz Ömer Mîranî jî di vê civînê da amade bûn.
Burkay bi navê HAK-PARê, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pîroz kir ji bo hilbijartina dawî. Burkay got: “Herêma Kurdistanê hilbijartineke demokratik çêkir. Di hilbijartinê da hemû partiyên heyi beşdar bûn û ew bi aramî derbaz bû. Ew ji bo herêma Kurdistana Federal, her usa jî bo cenabê we û bo hemû Kurdan serkevtinek e; her usa jî nimûneyeke delal e di warê demokratîyê da ji bo hemû welatên herêmê.”
Piştra gotin hate ser rewşa Tirkiyê û Kurdistana Bakur, hilbijartina sala pêşî û kar û xebatên ku ji bo aşitî û demokratiyê têne kirin. Burkay û hevalên xwe di derhaqa vê yekê da agahî dan. Her usa jî di derheqa rewşa rojava û Kongra Netewî da axaftin çêbû. Herdu alîyan li ser van pirsan raya xwe eşkere kirin, giranbuhayiya sekinandina şer û çareseriya pirsan nîşan dan.
Hevdîtin bi awayekî dostane û birayetî derbaz bû.
Serlêdanên heyeta HAK-PARê berdewam e. Roja şemîyê jî Burkay û hevalên xwe dê Defterê Siyasî yê Partî Demokratî Kurdistan (Iraq) ziyaret bikin.
26 îlon-Hewlêr
Buroya Çapemeniyê yê HAK-PARê