JI RAYA GEL Û ÇAPEMENIYÊ RE
Şex Seîd û hevalên wî 29ê Hezîrana 1925’an hatin darvakirin. Şex Seîd ku li Bakurê Kurdistan tevgera xilasiya neteweyiya hêrî navdar û girîngtir re, him serokatî kir him jî vê tevgêrê idare kir. Bi piştgiriya xelqê û nêzîkayiya ligel Şêx Seîd, tevger gelek girse û gelemper bû. Her weha, navê Şêx Seîdê kal û navê tevgerê hevbeş bûn.
Wek tê zanîn di çû qonaxek tarixê de miletê Kurd li himber nîrên bindestiyê serîdananî ye. Her tim di oxira mafên neteweyî de tekoşiyayê û berxwe daye. Ji îroj beriya 88 salî, ango 1925’an de serîhildana Şex Seîdê kal wek cergeyek (helqeyek)nû di diroka serhildanên miletê Kurd de cîh girt. Ev tevgera pîroz, di demek kin de bajar û navçeyan destxist, di nav miletê Kurd de deng veda. Ji bo azadiya neteweyî hêviyek xurt peyda kir. Hezar mixabin devleta Tirk bi hêzên hewayî û reşayî êrîşên giran anî ser tevgerê û berxwedan têk bir. Hezaran Kurd hatin kuştin, serî de Şex Seîd û bi dehan hevalên wî hatin darvakirin. Ev tarix, heman demê de, destpêka sirgûn, weranbûn û koçberiyê ye. Bi gotinek dî, Tevgera Şêx Seîd, ji bo miletê Kurd, destpêka êş, zêrandin, qirkirin û komkujîyê de berdawamkirina heyanî îro ye.
Rêya ku Şêx Seîdê Kal û pêşavayên beriya wî şopandin, ji bo gelê Kurd di tekoşeriya oxira mafên neteweyî de bû rêbaz. Ev roj jî, miletê Kurd li tarixa xwe, li hêjayiyên xwe xwedî derdikeve, ji bo mafên xwe yên rewa ditekoşe. Melavî (ezîm) û biryariya milête Kurd ya ligel hestên neteweyî, nîşana rêzgirtina pêşavayan û pêgirêdayîna doza maf û azadiyane. Em bi serbilindî şahadiya (govaniya) vê helwesta netewekar dikin.
Ev pêvajoya ku nêzikê sed saliye didome, ji bo berxwedana neteweyî tê maneya dirokek xîretbar. Di hêla dî de, sedsale ku ligel ewqas eş û zêrandinê, hê ji miletê Kurd ji mafên xwe yên rewa bêpare, li himber vê diroka xîretbar, nîşana eciza (şeqizîya) zordaran û rejimên zilimkar e.
Bê guman ji bo miletê Kurd pêvajoyek nû destpê dike. Ev pêvajo rê nade paşta vegerandina destxistina mafên rewa. Êdî demek nû ye, ev dem, dema mezingirtina hêviyan, xurtkirna baweriyane. Ji boneya tackirina dehatûyek azad ya neteweya Kurd, em îro bi viyanek giranbiha ditekoşin. Bi van hestan, 88 saliya dilovaniya Şex Seîd û hevalên wî bi rehmet yad dikin, wan bi rêzdarî bibîrtînin, gavek hêrî lez daxwaza lêvegera giramiya (îtîbara) Şex Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurd dikin. Heman demê da daxwaza destnîşankirina gorên Şex Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurd bi raya gel re parva dikin. 29.06.2013
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
Serokatiya Şaxa Amedê (Diyarbekirê)