Fehmî Demîr li goristanê hate yadkirin.
Roja 29. 10. 3016’yan, serokê HAK-PAR’ê Refik KARAKOÇ, rêveberên partîyê, siyasetmedar İbrahim Güçlü malbat û nas û dostên Fehmi DEMİR di gel girseyek ji gelê ÎNCOW’ê li ser menzelê Fehmi Demir civîyan û nemir Fehmi Demir, bi merasimek yad kirin. Di merasimê de (rengûresmê)dû darên çam û çinarê ku rêzdar Kemal Burkay şandibu, li ser gorên Fehmi û Yılmaz Demir hatin çikandin. Girseya yadkirinê bi sazûmankarîya şaxî Yeniceobayê ( İncow) ber bi goristanê meşeke bêdeng sazkir. Biranîn bi pêşkêşkirina Cigirê Serokê Giştîyê HAK-PARê Latif Epözdemir, saet di 13. 00 yan de destpê kir. Latif Epözdemir di axaftina xwe de:” Em îro wek mêhvanê Fehmi li vira civîyane. Ez bawerim ku ew niha me dibîne û dibihîze. Berya salek ji nav me koçber bibû. Lê di yada mine cîhê wî û bîranînên wî her zindîne wek salek berê. Xeyaleke Fehmi hebû. Avakirina Kurdistanek, azad û demokrat, jiyaneke şad û bextîyar. Ew xeyal a me hevrê û hemu alîgirên HAK-PARê ye jî. Ew negehişte vê armancê. Lê emê xebata di vê rê de her tim bimeşînin. ” Paşî Serokê HAK-PAR’ê Refik KARAKOÇ dest bi axaftina xwe kir. Karakoç wiha got:”Min cara yekem malbata Demir di 12’yê Êıûnê de, li zindana Diyarbekir bi saya Yilmaz Demir nas kir. Em di heman qawişê de bûn. Yilmaz hovîtiya zordestan riswa kir jîyana xwe fedayê azadîya Kurdistanê kir. Piştî ku ez ji zindanê derketim mink arî ku ez Fehmî nas bikim. Em bûne hevalbendên hev û me bi salan digel hev kar kir. Fehmî ala tekoşîna pîroz a Yilmaz hilgirt û kete nav refên xebatê.
Emê doza wî a kû liser jîyana xwe feda kiribû, bi dil o can bimeşînin. Em wî bi rêz û hirmet bibîr tînin. ”
Îro, roja salvegera yekem ya hevalekî me yê gelek qedirbilind Fehmî Demîr yek ji kadroyên bijare yê têkoşîna Gelê Kurd a azadî û demokrasîyê bû. Wî hemû jîyana xwe pêşkêşî şerê azadîyê kiribû. Em wî, li her gaveke nû, her çalakî, xebat û avakirineke nû ya ku mohra xwe li 30-40 salên dawîn ê têkoşîna azadîya Kurdistana Bakur xistîye dibînin. Ew, di rêya azadî ya bi pêşengîya Kemal Burkay da, ji bo rizgarîya Gelê Kurd bi bawerî, zanîn û mêrxasî meşîya.
Dema ji nav me barkir û çû, li dû xwe gelek bîranînên xweş yên serbilindîyê, navekî rûmetbilind û alayeke têkoşînê ji mer e hîşt. |