GÜNCEL

Em piştgiriya Rêzdar Barzanî dikin

Em piştgiriya Rêzdar Barzanî dikin

Pirsgirêka îlankirina Kurdistaneke serbixwe ya li Başûrê Kurdistanê ku di van demên dawî de di rojeva Gelê Kurd de ye, wek hemû gelên dinyayê mafê herî rewa yê Gelê Kurd e jî.

Bi vê mebestê em wek Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR piştgiriya Serokê Herêma Kurdistana Federe Rêzdar Mesûd Barzanî ya di vî derbarî de dikin. Wek hemû neteweyên dinyayê ji kurdan jî mafê damezrandina welatekî serbixwe, mafekî mirovî û rewa ye.

 

Ew pêşniyara referandûmê ya jibo serxwebûna Kurdistanê ku ji aliyê Rêzdar Mesûd Barzanî ve hatiye kirin, pêşniyareke rast û di cî de ye, neqebûlkirin û dijderketina vê pêşniyarê, ji berjewendiyên Gelê Kurd re xizmet nake. Berovajî, xizmeta hêzên dagirker dike. Lewre, jimêj ve yên ku bi bertekek dijwar dijayetiya Kurdistanê û Gelê Kurd dikin, ev hêz û dewletên dagirker in. Divê bê zanîn ku dijderketina li hember referandûmê, şaşiyek mezin e û her wisa jî, berpirsyariyek xwe ya dîrokî heye. Tevlihevbûna Rojhilata Navîn, piştî sed salan her wisa firsendeke dîrokî derxistiye pêşberê Gelê Kurd û divê kurd vê firsendê baş bi kar bînin daku carek din ji dest nerevînin.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan, difikirin ku bi taybet şert û mercên herêmê û bi giştî jî yên navneteweyî jibo vê yekê guncav e. Rêzdar Mesûd Barzanî jî vê yekê dibîne û bi vê hesasiyetê gav diavêje. Ev helwesta Rêzdar Barzanî, helwesteke erênî û her wisa jî giranbuha ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev helwesta Rêzdar Barzanî, dê di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrin bê nivîsandin.

Daxwaz û hêviya me bi taybet ji partî û rêxistinên siyasî yên kurd û bi giştî jî ji hemû Gelê Kurd yê li herçar parçeyên Kurdistanê ev e ku guh nedin helwest û gefên welatên cîran û bi hizir û helwesteke neteweyî tevbigerin û bi yekdengî piştgiriya helwest û pêşniyara Serokê Herêma Kurdistana Federe Rêzdar Mesûd Barzanî bikin.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan, carek din dubare dikin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya helwesta Rêzdar Barzanî bikin.03/02/2016

Partiya Maf û Azadiyan

Buroya Ragihandinê

About Post Author