Hûnermendê Kurd ÇÎYAGER ( Mehmet Karakuş) ji alîyê çend kesan ve li Amedê, navarojê,li ber derê xwe, hate lêxistin.Li gor rageyandina hûnermend ÇÎYAGER yên ku lêxistine HDP’î u PKK’î bune.Bi sedema ku Çîyager di axaftineke xwe de gotîye ku”Ez heta demeke nêzîk terefdarê HDP’ê bum. Lê piştî van bûyerên vê dawîyê ku min dît bi gelê Kurd re hevçend xirapî têne kirin,ez ji wê xewa berê, dereng jî be hişyar bum u min dev ji terefdarîya HDP’ê berda.Dereng jî be, lazime mirov rastîyan nîşanî gel bide u civakê ronîdar bike.”
Ev bûyer dide nîşan ku, PKK u HDP ji rexne u gilî u gazincan nerihet u hêrsbar dibin.Lewra ku xweşbînîyê di terikînin u dest davêjin teda u zordestîyê..Sedem vê yekê ye ku hêriş dibin ser rastgo u rastperweran.Çîyager hetanî do hevalbendê wan bu, îro sedem ku rastîyan dît u dev ji xeta wan a şaş u çewt berda, hate ceza kirin.Ev buyer çehvtirsandina rewşenbîrên Kurde.Ev hêrîşkar bi vê buyerê dixwazin peyamek bidin wan kesên welatperwer ku hazirin vegerin ser xeta welatperwerîyê.Lê, di vê amancê ewê serkeftî nebin.
Ev darbidestên ku hêrişê hûnermenda dikin, dixwazin ku Kurdistanê yekreng u yekdeng bihêlin.Kesên ku Hunermend ÇÎYAGER dane ber derban,bila baş bizanin ku hunermend u rewşenbîrên vî welatî ne tenê ne.Gelê Kurd nahêle ku ew Kurdistanê bikin tarîstan.ÇİYAGER dengê heqxwaz ê gelê Kurd e.Ev deng nayê birîn,ev ronahî nabe tarî
Em wekî Partîya Maf u Azadîyan/ HAKPAR,radigênin , ev kesên ku dest bi van hêrişan kirine,bila baş bizanin ev rê ne rêyeke baş e.Ev rêya ku ew têde dimeşin rêyeke şaşe.Rojek zûtir bila ji van xeletî u şaşîyan vegerin u werin himbêza gelê Kurd.Zordestî u darbidestî ne çareye.Çare xweşbînî u yekîtîya welatperwerîye.
Em bi tundî vê hêrîşê riswa u şermezar dikin,herîşkaran tifûbaran dikin.
ÇÎYAGER( Mehmet Karakuş ne tenê ye.ÇÎYAGER ( Mehmet Karakuş) bêkes nîne.
Em hem( Mehmet Karakuş) ÇÎYAGER’in.
Em bi dil u can piştevanê hûnermend ( Mehmet Karakuş) ÇÎYAGER in.
Partîya Maf u Azadîyan/ HAKPAR
Licneya Weşan u Rageyandinê