GÜNCEL

KONFERANSA CİWANÊN HAK-PAR’Ê

Konferansa Ciwanên HAK-PAR’ê, bi şîara“Ji bo Komareke Federal. HAKPAR”,roja 9’ê Gûlanê li Amedê,li salona “Kaplan City” bi diruşma sîrûda “Ey Reqib” bi beşdarîya nûnerên herçar perçeyên Kurdistanê, bi çoşek mezin u manîdar civîya.

Çar kenarê salona konferansê di gel alayê rangîn a Kurdistanê, bi wêneyên mezin u şehîdên Kurdistanê hatibu xemilandin.Reng u hewayê salonê,li gor hestên netewîyên Kurd bu.

Serokê diwana konferansê Remezan Moray di gel endamên diwanê Jiyan Kara, Rojda Kara u Yekbun Eren,konferansê bi fermi vekirin u konferans dest pêkir. Serokê HAK-PAR’ê birêz Fehmi DEMİR jî,beçdarê konferansê de bu u axaftinek kir.DEMİR di axaftina xwe de:” nifûsê Kurda ji çil milyona zêdetire u ew hê jî, bê dewletin u dibin esaretê de dijîn.Kurdistan ji alîyê kolonyalist u emperyalistan ve buye çar perçe.Îro tenê başûrê Kurdistanê azad e. Ew ber bi dewletek serbixwe ve dimeşe.Em weki HAKPAR’ê vê cehda başûr bi dil u can piştgir dikin u serkevtinê dixwazin.”got.

 

 

Rêzadar Demir bi dewama axaftina xwe li ser buyer u rûdavên Rojava u Rojhilatê Kurdistanê jî sekini u got:”HAK-PAR,terefdarê Surîyeyek federale ku Sunî, Nuseyrî,Ereb,Durzî u Kurd li wir xwe bixwe idare dikin.Em di çarçoweya lihevhatina DİHOKê de piştevanîya hevrexebata hêzên Kurd ên Rojava dikin.”

Her wiha DEMİR, derheqê buyer a vê dawîyê a Mahabadê de jî wiha got:”Em rejima Îranê bi tundî şermezar dikin jiber ku sixûrek dewletê xwestibu tecawize keçeke Kurd bike li Mahabadê u Keça Kurd Fehrinaz Xoşrewani ji ber sixûrê tecawuzker xwe ji banê Otêla kut ê de di xebityade avête xwarê u xwe kuşt.”

Serokê HAK-PAR’ê Fehmi DEMİR li dawîya axaftina xwe li ser bakûrê Kurdistanê jî sekinî u wiha got:”Eger iro li Turkîyê çareseriyek rasteqin tê xwestin, divê hîn gavên wêrektir werin avêtin.Helbey çareserî divê dadwer be u li ser esas u bingehên wekhevîyê were avakirin.Ji bo vê yekê lazime rejim dev ji fereseta tekanî bedre u rêye fderasyonek demokratîk helbijêre.”

Di konferansê de,serokê gruba parlementerên PDK’ê a parlementoya Kurdistanê rêzdar Umad Xoşnav dinav beşdaran de bu u piştî axaftina Serokê HAKPARÊ Fehmi DEMİR,ewî jî axaftinek kir.

Nûnerên kû ji derva beşdarê konferansê bibun u axaftin kirin jî ,ev in:

Nûnerê rêxistina ciwanan a PDK-İ (Başûr) Teymur Temûr,

Nûnerê rêxistina ciwanan a PDK-Î (Rojhilat) Feued Xakîbeylî

Nûnerê rêxistina ciwanan a PDK-S ( Rojava)Ehmed Hesen

Li ser navê KOMELA Feryad Aliyar-    

Li ser navê Yekitiya Jinên Dimokrata Kurdistan a İranê  Rojin Behremi

Şepela Peşeroj a Kurd li Suriye Alİ Temê ,

Li ser navê PDK-S Bedir Şahi ,

Li ser navê partîya PÊŞVERÛ Mehmet Oso

Li ser navê KOMCİWAN Sidar Alabay,

Li ser navê TEVGER Serhat Merdini

 

Her wiha di konferansê de:

 

Ji rêxistina KOMELE Şarax Avjenge,,

Ji Yekitiya Jinên Demokrat a Kurdistan a İranê  Halime Qadiri,

Li ser navê ÇARPEL den Murat Aba u Servan Aba,

Li ser navê Komeleya ÇİRA şaxê Amedê serokê komelê

 

Dîsan bi peyamên xwe yên ku piştevanî li konferansê kirin :

 

Sekreterê giştî yê PSK’ê Mesud TEK,

Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana İran’ê,

Mekteba serokatî a Yekîtiya Civanên Demokratik li Kurdistana Îraqê,

Rêxistina ciwananên Hizba Şuiyên Kurdistanê,

Yekitiya Jinên Demokratên Kurdistana İranê,

 

Her yek ji wan peyamek piştevanîyê şîyandibun ji bo reveberên konferansê.

 

Konferansa Ciwanên HAK-PAR’ê, dana êvarê pişti axaftinên ,Cemal Avcı ,Kadir Biltekin , Rojda KARA, Mehmet Gökçe , Rodi Eren , Dilan Şenay Yılmaz , M.Rojhat Kızıl .Cihan Jiyan KARA u Heval Yılmaz TEMEL kûtayî bi xebata xwe anî.


About Post Author