Li rojhilatê kurdistanê bajarê Mehabadê di wargehekê de xebatkara Kurd Ferinaz Xoşrowanî,dema ku cahşên istixbarata dewleta iranê xwastin ku dest dirÊjî li bikin, xwe ji destê wan rizgar kir û ji kata 4. de avêt, jiyana xwe dest da. Ji ber vî em gellekî xemgînin. Ev dewletên dagirker jî alîkariya van bênamusa dikin. Gellê me di her çar perçeyê Kurdistanî de bindestiyê dikişînin.Li ser jinên kurd ne tenê zordariya mêran heye zordariya devletên hişmendiya mêran jî heye. Sala 2014 an de dewleta Iran Reyhaneh Jabbarî li paytextê Iranê Tehranêde dardakiri bû. Ev jî ji zordariya Iranê minaqeke.Heke ku Ferinaz xwe ne avêta, ew ê jî bi destê sistemê bihata dardakirin.Li her çar perçeyê Kurdistanê seri de jin û tevahî Kurdistanî di bin zilma van dewletanan dene û cihan jî mijar ku dibe Kurd bêdeng dibe. Em jî di serî de wek jinên Kurdîstanê û endamên Komîsyona Jinên Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) Iran û zordariya sistema wan şermezar dikin. Ji aliya din da jî, li Rojhilatê wargeha ku Ferînaz lê dixebitî bi destên gel ve hat şewitandin. Bi raya me zordariya Iranê gel anî vê astê. Bi lez em dibêjin bira OHAL a li ser bajarê Kurdistanê Mehabadê rabe. Û zilm zordari berdewam neke. Sûcdarên ku Ferînaz anîn vê merhaleyê bira bi cizayên giran bibînin. PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) KOMÎSYONA JINAN