Em dixwazin Rojhilata Navîn bibe warê azadî, aşitî û demokratîyê
Pirsa Kurd di hemû welatan da li ser esasê dadî û wekhevîyê çareser be.
Meclîsa HAK-PARê pişti Komcivîna 5’an civina xwe ya yekem çêkir, li ser babatên di rojeva xwe da guftûgo kir û ji bo raya giştî daxuyaniya jêrê weşand:
Meclîsa Partiyê giha wê netîcê ku Kongra me ya 5’an him bi aliyê beşdariya mêvanan, him bi aliyê mesajên pîrozkirinê, him jî bi aliyê beşdarbûneke mezin ê heval û dostên partiyê, bi serfirazî û bi coşeke mezin derbaz bû, ji bo dahatû hêviyek mezin çêkir. Bona vê yekê Meclîsa Partiyê hemû heval û dostên Partiyê pîroz dike û ji wan dixwaze ku kar û xebata Partiyê bi her awayî bê bilindkirin, rêxistina Partiyê bê xurtkirin û firehkirin. MP gazi hemû kesên welatparêz û demokrat dike, ku qimetê didine azadî û aştîyê, bila werin di refên HAK-PARê da cîyê xwe bigrin, û piştgirî bidine Partiya me.
Meclîsa HAK-PARê kêfxweş e ku ew greva birçîbûne giha dawi him ji bo xweşî û jiyana girtiyan him jî bo daketina pêla tevliheviyê. Ew grev ji 60 rojî zêdetir e berdewam bû û dengê girtiyan li der û hundur baş hate bihîstin. Her usa hukumetê jî pêşnîyarek da parlamenê ku herçî bixwazin bikaribin di dadigehan da bi zmanê dayikê xwe birarêzin. Eva tiştekî baş e. Lê gor vê yasayê mesrefên wergeran dê ji wan kesan bê stendin. Ev yek ne tişteki adil e. Bi cîanîna kar û barên dadî li ser milê dewletê ye û divê ew mesref jî li ser pişta dewletê be.
Her usa jî daxwaza çalakvanên grevê ne tenê xweparastina bi zmanê dayikê bû. Di nav daxwazên wan da her usa jî daxwaza perwerde bi zmanê dayikê hebû, ku ev daxwaza hemû Kurdan e. Divê Hukumet û Parlamen him di vî warî da, him jî di warê daxwazên din ên Kurdan da gavan bavêje, bêyî ku van daxwazan bavêje pişt guhê xwe û rê bide teşqele û serêşiyên teze. İro haziriya destûreke nu heye û ev yek firsend e. Ji bo çareseriya pirsa Kurd û hewcedariyên din ji bo firehkirina demokratiyê, divê ev destûr bibe zemîneke baş. Bona vê yekê jî, divê perwerde bi zimanê dayikê, sîstemeke ne merkezî ku federalî jî di nav da be û nasnama Kurdî di destûra nu da ciyê xwe bigre.
Meclîsa Partiyê li ser guhartinên mihîm jî sekinî ku di herêmê da cî digrin. Yek ji wan pirsa Sûriyê ye. MP cardin teyîda biryarên Komcivînê û beyana dawî ya Komcıvînê kir di vî warî da. Divê dewletên mezin, sazîyên navnetewî, berî hemûyan jî Rêxistina Milletên Yekbûyî wek sêrkarekî bê helwest nemînin li himber vê şer û şewata ku li Sûriyê çêdibe. Divê RMY bo sekinandina şer çi ji dest tê bike û hemû terefan li dora maseyekê kom bike û li hev bine. Em wek HAK-PAR hêvî û daxwaz dikin ku ev şer û şewat rojkî berê bighê dawi, bi hilbijartineke gişti Sûriye derbazî sazîyeke demokrat bibe û maf û azadiyên hemû xelk û netewên vî welatî bê naskirin. Bi raya me divê Sûriye bibe welatekî demokrat û federal û Kurd jî li ser axa xwe, li Kurdistana Rojava bikaribin karên xwe bi destê xwe û bi serbestî Rêva bibin.
Di van demên dawî da li Iraqê him ji ber pirsa Kerkûkê, li ser parvekirin û bikaranîna dewlemendiyên bin erdê wek gaz û niftê, him jî li ser pirsa Sûriyê di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Bexdayê ya Malikî da pirs û serêşîyên mihîm çêbûne. Beşa mezin a niftê ji Kurdistanê dertê, lê Hukumeta Merkezî naxwaze ji hatina niftê para Kurdan bide. Serda jî Bexdayê hêzeke ekseri ya teze çêkiriye û behsa midaxeleya Herêma Kurdistanê dike, ku ev yek pêvendiyan hîn xırabtir dike. Ji xwe rewşa Iraqê gelek aloz e, lê ew gotin û kirinên Malikî yên provokatîf dikare rewşa Iraqê zêde aloztir bike. Divê pirsa Kerkûkê gor destûra Ireqê bê çareserkirin, ango li Kerkûkê referandûmek çêbe û gor raya gel statûya Kerkûkê zelal be; ango xelk çi dixwaze gor wê be. Divê Bexda li Kurdan laf û.
gefan nexwe û ji bo Herêma Kurdistanê serêşiyên teze dernexe. Siyaset û kirinên han ên şovîn di dema borî da tu feyda neda Iraqê û piştî niha jî nade.
Dı van rojên dawî da navbera Filîstîn û Îsraîl da şer û pevçûnên teze derketin û li herême rewş aloztir bû.
Heya ku li Rojhılata navîn li herçar dewletan (Iraq, Îran, Tirkîye û Sûriye) pirsa Kurd li ser esasên dadî û wekhevîyê çareser nebe, heya ku di navbera Filistîn û Îsraîl da aşitî pêk neyê ev herêm nagihîje aştî û îstîkrarê. Partiya me hêvî dike û dixwaze ku ev pirs ne bi riya şer û bi darê zorê, lê bi riya diyalogê û hevhatinê, bi naskirina maf û azadiyên hemû terefan bêne çareserkirin.
Em dixwazin Rojhilata Navin bibe warê azadî, aşitî û demokratiyê. Ev yek dikare bibe û mafê hemû gelên herêmê jî di virda ye.
18 Çiriya Paşin, 2012