Divê PKK destê xwe ji Şengalê bikşîne
Li ser daxwaza Wezareta Pêşmerge a Kurdistana Başur, pêşmergeyên Roj hatine ku li deverê li mewzîyan de cî bigrin, YBŞ a ku bi PKK ve grêdayî ye xwestîye rê li ber wan bigre û di navbera wan de şer çêbûye. Di şer de ji herdu alîyan çend brîndar hene û du kes hatine kuştin.
Wisa xuya dike ku ew lîstikên tarî yên li ser Şengalê tên domandin, ji şer û pevçûnên nû rê xweş dikin.
Hewldanên hevbeş ên hukumeta merkezî ya Îraqê, Îranê, hêzên Haşdî Şabî û PKKê, ji bo ku Şengalê ji Kurdistanê veqetînin, di encamê de bûn sedemê şer.
Di vê rewşa provakativ de xetereke mezin heye ku şerên mezintir derkevin holê.
Ji xwe ji helwesta medya PKK ya ku di van rojên dawîn de propagandeyeke reş li dijî PDK dike,vê yekê nîşan dide.
Bila qet neyê jibîr kirin ku Şengal beşek ji Kurdistanê ye. Kes nikare wê ji Kurdistanê veqetîne.
Ji bo ku careke din şerê birakujîyê çênebe, gelê meyê Êzdî careke din bi karesetên giran ve rû bi rû nebe, divê ji kiryarên neqenc ên ku dewletên kolonyalîst şad dikin, xwe dûr bigrin. Guh bidin banga Hukumeta Kurdistana Başur û hêzên wê yên meşrû û jêre rêz bigrin û divê PKK destê xwe ji Şengalê bikşîne.