ŞEVA HAKPARÊ A STENBOLÊ
Şeva piştgirîyê ku bi boneya salvegera 15. a damezirandina Partîya Maf û Azadîyan /HAKPAR şaxê Stenbolê pêk hat.Şev, li Stenbol navçeyê Bakirköy encam da.Ji sêsed kes zêdetir mêvan beşdarê şevê bun. Destpêkê de serokê şaxê Stenbolê Mistefa Aytaş bixêrhatin li mêhvana kir,û derheqê karubarên şaxê Stenbol de çend agadarîyan da.Paşî bangî Cigirê Serokê Giştîyê Hakpar latif EPÖZDEMİR kir, ku şevê birêve bibe.
Şev ji alîyê Latif Epözdemir ve hate pêşkêş kirin. Epözdemir bi çend helbestên Kurdî û Turkî di gel çend şiroveyên rojane bi mêvanan re parve kir. Epözdemir bi taybet bala mêvana bi ser nexweşbînîya ala Kurdistanê ve kêşand û got: “ Bi dehan car ala Turkan li Hewlêrê hatîyedaliqandin lê hergîz tu Kurdekî dijberîyek nekirîye. Li Turkîyê k udi rabirduda hinek caran provakatorek yan xwenenasek ala Turkan dianî xwarê hemu Kurd vê buyerê şermezar dikirin.Kurd rêz li hemu alayên gelên cihanê digrin.Başe çima Turk hê ji “kompleksek” wiha xilas nebune.Dijayetîya ala Kurdistanê inkara Kurd u Kurdistanê ye. Turk ger divên ku her kes ji alaya wan re rêz bigre, lazime ew jî, ji alayên netewên din re rêzdar bin.”
Şeva Hakparê bi yada serokên nemirên Hakparê Abdulmelik Firat û Fehmi Demir, rêveberê nemir Mustafa Taşçı u dildar û rêveberê rêya azadîyê Nuredin Basut dest pekir.
Paşî ,Serokê giştîyê HAKPARÊ birêz Refik Karakoç axaftina xwe kir. Karakoç di axaftina xwe de li ser referandûma ayende sekinî û ka gelo Hakpar çima dibêje “Na” raya partîyê şirove kir. Karakoç:” Em dibêjin “Na” lê ev “na” ya me ne wek “na” ya derdorane. Em ji pergala nu a ya taze re, ji wan zagon û destûr û yasayên ku Kurd U Kurdistanê nas nakin re bi giştî dibêjin “Na”.Hakpar komareke demokratîk,dadwer û federasyoneke wekhev û demokratîk diparêze.Kurd û Kurdistan rastîyeke dîrokîye.Lazime dewlet vê yekê bibîne, bi pejirîne û li gor vê rastîyê gavan bavêje.”
Her wiha Karakoç li ser buyera vê dawîyê a Şingarê jî sekînî û got:” Bila qet neyê jibîr kirin ku Şengal beşek ji Kurdistanê ye. Kes nikare wê ji Kurdistanê veqetîne. Ji bo ku careke din şerê birakujîyê çênebe, gelê meyê Êzdî careke din bi karesetên giran ve rû bi rû nebe, divê ji kiryarên neqenc ên ku dewletên kolonyalîst şad dikin, xwe dûr bigrin. Guh bidin banga Hukumeta Kurdistana Başur û hêzên wê yên meşrû û jêre rêz bigrin û divê PKK destê xwe ji Şengalê bikşîne.”
Ji mêvanan Kurdekî Kurdistana rojjava û her wiha yek ji rêveberên partîya Pêşveru,Ehmed Qasim ji axaftinek kir. Ehmed Qasim li ser rewşa Suriye û Kurdistana Surîyê sekini.Ehmed Qasim:” Lazime ku YPG û PYD,teqez li ser peymana Dihokê bimîne. Kurdên Surîyê îro din av vî şerê dagîrkeran de,telef dibin.PYD, bi Kurdan re yekîtî û hevkarîyê nake lê mixabin bi rejimê re tevdigereç Ev yek ne bi mafê miletê Kurd e. Kurd,problema wan bi rejima zordest a Surîyê re henin.Rejima Surîyê hê jî ne hazire kum af û azadîyên Kurdên rojava li ser esasên demokratik û dadwer nas bike ku Kurd li rojava bibin xwedî pergalek nasyar û yasayî.”
Siyasetmedar û rewşenbîr, serokê berê yê Hakparê Kemal Burkay di şevê de nema karî beşdar bibe,lê Burkay peyameke pîrozbahîyê şand ji bo mêvanan. Burkay di beyama xwe de:“ Hevalên delal,
Min gelek hez dikir iro dı cîvîna pîrozkirina 15 saliya HAK-PARê da beşdar bim, ku li İstembolê çêdibe. Lê mixabin, min piçek serma girtiye û bona vê yekê nekarîm bêm.
Hevalno,
15 sal di jîyana partiyekê da ne kêm e. Lê çawa hûn hemû jî zanin, Partiya Maf û Azadiyan, HAK-PAR lı ser kar û xebata tevgera gelê me ya 40-50 salê dawî ava bû. Emrê gelek kadroyên me digihije 60, 70, heya 80 salî. Ew di sîyasetê da xwedî zanin û tecrubeyeke baş in.Riya me rêyeke dirêj û çetin bû. Ev meş hîn jî berdewam e û heya roja azadî û serbestiyê wê berdewam be.Em di vê rê da bi dil û can meşiyan, me baş ber xwe da û heya îro hatin.Em ji paqijî û rastiya riya xwe bawer in, serbilind in.Ez bawer im ku, rê çiqas dirêj û çetin be jî emê bigihîjin menzilê û ew roj ne dûr in.Ji Partiya me HAK-PARê ra, ji hemû heval hogiran ra serketin dixwazim.
Bi silavan…
Di gel peyamên rêxistinên curbecurên Hakparê, peyamek ji Komela Piştgirîya Hakparê a Ewrupa,peyama Komkar Hamburg û peyama Cafer Stêrk ( Perpirsê Kar û Barên Derveyê Welat a Hakpar’ê) ji hatibun şandin.
Cafer Stêrk jî di peyama xwe de pîrozbahî li salvegera damezrandina partîyê kir û daxwaziya serketinê û her wiha rêz û silavên xwe li mêvan û dost û hevalbendên Hakparê kir.
Her wiha Komkar Hamburg jî ,serketin ji Hakpara Stenbol re daxwaz kir û di gel rêz U silavên germ û birayane,şeva damezrandina Hakparê piroz kir.
Peyama serokê Komela Piştgirîya Hakparaê li Ewrupa, Fetah Timar jî weha bu.
« Hevalên hêja,
Dilsozên azadiya Kurd û Kurdistanê,
Hûn çalakiyên xwe, kar û xebatên xwe di demeka gelekî hesas da dimeşînin. Em dizanin, ta ku Kurd negîjin mafên xwe, bi yasayî nebin xwedanê statuyekê, hemû dem ji bo me hesas in û ew ê berdewam jî bike.
Dewletên dagirker û hevalbendên wan li ser bêmaf û statu mayîna Kurdan û di bindestiya Kurd û Kurdistanê da, di nava tifaqeke gelek eşkere da ne, lê belê gelek mixabin li herçar perçên Kurdistanê, ev rewşa ku partî û rêxistinên Kurdan di nav da ne, baweriyekê nade kurdan.
Lê belê HAK-PAR li ser rêyeke rast da e. Lema jî van hewildanên we li welêt, li metropolên dagirkeran, her usa li dervayî welêt jî kelecaneke qurt dixe dilê me, û hêviya me geştir dike.
Ez li ser navê tevaya komîte, komel û kesên ku, li seranserê Ewropa, di nava refên KOMELA PIŞTGIRIYA HAK-PAR YA EWROPA da cîh girtine, her usa li ser navê KOMÎTA KARGÊR, we berêzan ji bo vî karê we yê pîroz bi dil û can pîroz dikim. Di berdewamiya kar û çalakiyên we da serkeftinê dixwazim.
Bawer bikin, çav û guhên me li ser we ne û em bi dilê xwe va jî ba we ne.
Ji kerema xwe ra, rêz û silavên me ji bo tevaya beşdarên şevê ra jî eşkere bikin.
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî wekhevî
Bijî yekitiya rast û rasteqîn
Bijî HAK-PAR
Di şevê de, Hunermenda hêja Fatê, gurupek ji Kurdên Efrinê di gel Adil Omer û her wiha dengbêjê navdar Kemalê Xanê bi sitran û kilamên xwe beşdaran kêfxweş kirin.
Televizyona K/24 jî bernameyê şopand û çend hevpeyvîn çêkirin.Bername nêzik çar saetan dewam kir.Beşdar bi dileke şa heta dawîyê bernamê şopandin û qayil ji bernamê berbimal bun.