Mixabin ku endamê desteya rêveber a Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, ewladê bawermend û dilsozê doza rizgarîya miletê Kurd İhsan Durak çû ber dilovanîya xwe.
Em gelek xembar û xemgînin.
İhsan Durak di sala 1951’an de li Farqînê hatibu dinyayê. Ji salan 70yan û virde di nav doza azadîya Kurdistanêde bu. Yek ji rênîşander û şêwirmendên doza Kurd û Kurdistanê bu. Ji roja ku tevgera rêya azadî û her wiha Partîya Sosyalista Kurdistana Turkîyê (PSK) hatibu saz kirin, İhsan bi dil û can, wek nefereke gernas û wêrek û dilsoz di nav refên Rêya Azadî de cih girt û ji sazkirina HAK-PAR’ê û vir de jî, wek rayedar û rêveber di nav HAK-PARÊ’de xebitî. İhsan endamê rêveberîya Weqfa Rêya Azadî jî bu.
İhsan mirovek beşerxweş, bêhinfireh û xweşbîn bu. Di van salê dawî de, tenduristîya wî, ne baş bu. Ev yek ji bo Covîd a kanbax jî bu hincet û boneyek. Mixabin ku İhsan Durak hetanî îro ji gelek tengasî û çelemeyan bi serketî derbas bu, lê ne karî li himber Covîdê zêdetir li ber xwe bide. İhsan vê carê berxwedanê winda kir, jîyana xwe ji dest da. Me tene hişt û koçê dawî kir.
Em weki Partîya Maf û Azadîyan gelek xembarin.
Bê gûman doza azadîya Kurdistanê tekoşereke xweyê din winda kir. Miletê Kurd ewladeke gelek hêja winda kir.
Em sipasdar û minetdarê İhsan Durak’ın ji bo ked û emeg û xizmet û dilsozîya Kek İhsan a di rêya azadîya Kurdistanê de.
Miletê Kurd wê İhsan tu carî jibîr neke.
Bila serê miletê Kurd sax bi.
Bila serê malbatê, hezkirî û dost û xizim û naskiryan; heval û hogiran sax bî.
Rûhşad bî, di nav nûr û ronahîyê de razê. 25.05.2021
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR’ê