Di 25.03.2021 an da serokê HAK-PAR’ê berêz Latif Epözdemir gel şandeyekê serelêdana Ajansa İLKHA kir. Di şandeyê da cîgirê serok berêz Paşa Akdoğan, ji rêveberîya Amedê berêz Behçet Tektekin û endamê Koma Dicle Firat berêz Muhittin Batmanlı cîh girtibûn.
Ji Ajansa İLKHA zimanzan berêz Sıddık Kurt û Derhênerê kar û barên Kurdî berêz Cihan Turan pêşwazîya Serokê Giştî Berêz Latif Epözdemir û şandeya wî kirin.
Di vê serelêdan û pêşwazîya bi dilgermî da, herdu alîyan li ser hevpeyvînan dan û standin. Berpirsîyarên Ajansê agahîyên giring dane Serokê HAK-PAR’ê û şandeya wî.
Serelêdan û hevdîtin di atmosfereke dostane hate dawî. Herdu alîyan jî dilxweşîya xwe anîn ser ziman û pêwistîya hevdîtin û serelêdanên di navbera sazîyan dubare kirin.
Nivîsîngeha Ragîhandinê ya HAK-PARê
