Serokê nemirê miletê Kurd Mela Mistefayê Barzanî, berî 42 salan ji nav Kurdan koçebar bû çû ber dilovanîya xwe. Rêzdar Barzanî, di 76 sal jîyana xwe de her tim dilê xwe da ber dilê Kurdistanê û di rêya azadîya Kurdistanê de, bê sekin û seqar, bi şev û roj, li deşt û çiya û zozanên Kurdistanê di sengerên parastina can û mal û şerefa Kurdan de cîh girt û heta axirîn nefesa xwe, tekoşîna rizgarîya Kurdistanê bi mêrxasî meşand. Barzanî ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoşerîyê ye. Lewraye ku navê Barzanî di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatîye nivsandin
Mela Mıstefa Barzanî sala 1903’ê yan hate dinyayê. Ew hê du salî bu di sala 1905 an de, bi dayîka xwe re hate girtin û kete hepsa Diyarbekir. Mela Mistefa pişti dû salan di çar salîya temenê xwe de li Mûsilê disa kete hepsê. Barzanî, cara diduyan di 29 salîya xwe de cereke din li Türkiyê, 1932 yan de, hate hepis kirin û du sal ma girtî. Sala 1919 yan çû hewara Şêx Mehmudê Berzenci. Barzanî sala 1920’an de bi Şêx Seid re pêwendî danî. Di sala 1930’yan de, xwe geyande çîyayê Araratê û dest da destê İhsan Nuri Paşa.
Barzanî, di sala 1946 an de dema ku li Mahabadê Komara Kurdistanê ava bu di gel hêza pêşmergan vekişîya Mahabadê û bi biryara hikumeta Komara Kurdistanê bu fermanderê giştîyê leşkerên Kurdistanê. Pişti ku komara Kurdistanê hilweşîya Barzanî derbasî Rusyayê bu demeke dirêj li wir ma. Sala 1958 an ku dema ku li Iraqê Evdilkerim Qasim hate ser kar, Barzanî 6’ê Êlûna sala 1958’an vegerîya Bexdayê. Hikumeta E.Qasim xweserîya Kurdistanê ilan kir û Barzanî bi şêweyek fermî wek nûnerê Kurdistanê qebul kir. Mixabin ku ev dem jî zêde ne ajot. Barzanî careke din berê xwe da çîya û dest bi şerê çekdarî kir.
Her wiha sala 1970 yan 1’ê Adarê bu destpêka baharek nu ji bo gelê Kurdistanê. Xweserîya Kurdistanê careke din hate naskirin. Ev serketinek bi coş bu û di vê encamê de marifetên Barzanî nayê jibîr kirin. Mixabİn ku pişti peymana Iraq û Rusyayê, xweserîya Kurdistanê careke din têk çû û gelê Kurdistanê koçebar bu, kete nava zilm û zordarîyek bêhempa. Barzanî rêveberîya gelê xwe di van mercan de jî meşand û di dilê gelê Kurd de bu wek hêvîyek. Bi peymana Cezayir ji Barzanî serê xwe ne tewand û gelê Kurdistanê teslim nebu, li ber xwe da. Serhildana gel a di bin serokatîya Mela Mistefa de, li Kurdistana başûr heta axirîn nefesa Barzanîyê nemir dewam kir.
Nemir Mela Mistefa sala 1979’an roja 1’ê Adarê jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.
Barzanî, di diroka Kurdan de navê berxwedan û serhildanê ye.
Barzanî di mejî û fereseta Kurdande efsaneyek e.
Barzanî kelhe û binyata azadîya Kurdistanê ye.
Mela Mıstefayê Barzanî hişmendîya miletê kurd a hevdem e.
Ez bi rêz û ihtiram serokê efsanewîyê Miletê Kurd yad dikim.
Miletê Kurd spasdar û minetdarê Mela Mistefayê nemir e. 02.03.2021
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR’ê