GÜNCEL

HAK-PAR ligel Dayikên Şemiyê ye û piştgiriyê dide wan

HAK-PAR ligel Dayikên Şemiyê ye û piştgiriyê dide wan

 

 

DIVÊ DEWLET ÊDÎ HEMÛ SÛC Û SÛCDARAN AŞKERE BIKE

 

Li Tirkiyê bi sedan dayikên ku zarok an jî xismên wan di dema binçavkirinê da hatine kuştin, her rojên şemiyan li Galatasaraya Stenbolê kom dibin û pirsa zarokên xwe dikin ka çi bi serê wan da hatiye. Ew li pey şopa zarokên xwe, dengê xwe bilind dikin. Lê midexale û zordariyên ku li wan tê kirin her car rûyê reş ê Tirkiyeyê nîşanî dinyayê dide. Ev kombûnên han 700 hefte ne didomin.

 

Hin caran rêvebirên dewletê ji hêzên “ewlehiyê” re dibêjin binçavkirina wan kesan “temînata dewletê” ye. Bi vî awayî wana teşwîqî kuştin û qetilkirinê dikin.

 

Her wiha ne cenazeyên kuştîyan teslîmî malbatan dikin, ne derbarê wan da agahî didin û ne jî mezelên wan nîşan didin.

 

Dewlet bi vî awayî rûyê xwe yê hovane nîşan dide û her roj jî zêdetir zilmkar dibe.

 

Divê dewlet nebe çete, li gorî hiqûqê tevbigere.

 

Mirov bê sûc û sedem tên binçavkirin, kuştin, mezelên wan tên veşartin… Ev kevneşopiyeke kevn e û rayedarên dewletê jî ser wan dinixmînin. Ev helwesta hanê dewletê teşwîqî sûc dike û kuştinan dike tiştekî “asayî”.

 

Mixabin Tirkiye hêj nebûye dewleteke demokratîk, pirsgirêkên xwe yên sereke çareser nekiriye. Li dewletên wekî Tirkiyê mafên mirovan pir caran tên binpêkirin û ev êdî dibe tiştekî ji rêzê.

 

 

Heta ku dewlet sûcên xwe qebûl neke, ew sûc wê dubare bibin.

Di salên 90an da dewlet wekî çeteyekê kesên hatine binçavkirin dikuşt û digot kujer ne diyar e. Bi vî awayî tirs û xofeke mezin dixist nav civatê.

Gotina Serokkomarê 9. Suleyman Demîrel; “Heke hewce be, dewlet dikare bike” nîşan dide ku ev kevneşopiya qirêj ji aliyê pir kesan va wek tiştekî normal hatiye qebûlkirin.

 

Ji bo ku ev kevneşopiya qirêj bi dawî bibe, divê dewlet hemû sûcên xwe yên berê qebûl bike û edaletê pêk bîne.

 

 

Di 25ê Tebaxa 2018an da, ’’Dayikên Șemiyê’’ yên ku hêviyên xwe wenda nekirine, wê cara 700emîn hesabê zarokên xwe bipirsin. Ligel vê yekê jî bang li rêvebirên dewletê bikin, ku rastiyan qebûl bikin û edaletê pêk bînin.

 

Dayikên Şemiyê ji sala 1995an û vir va, her roja şemiyê dibêjin; “Kujer diyar in, xizmên me li ku derê ne”. Lê dewlet li hemebrî pirsa wan bêdeng e.

 

Di nav 23 salan de gelek hikûmet guherîn, lê rastî zelal nebûn, edalet nehate vî welatî.

 

Dewlet ne sûcên xwe hilda ser xwe, ne jî hewl da ku edaletê pêk bîne.

 

Berevajî vê yekê; wana jî ser sûcan nixumandin, sûcdar veşartin..

 

Tu hikûmet gora wan kesên ku hatine qetilkirin nîşanî dayikan neda û bû şirîkê wan sûcan.

 

Hikûmetên ku van kuştinan zelal nekirin, derbarê wan da tu agahî nedan, hestiyên zarokan teslîmî malbatan nekirin, gorekê ku dayik li ser dua bikin nîşanî wan nedan, bi van kiryarên xwe sûcdar û qirêj in.

 

Em wek Partîya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bang li rayedaran dikin ku wan kesên wenda bibînin, derbarî wan da agadarî bidin, edaletê bi cih bînin.

 

Em careke din piştgiriya xwe ji bo çalakiya ‘’’Dayikên Şemîyê’’ nîşan didin. Em ê hertim ligel wan bin.

 

Berpirsiyara Șaxa Jinan û Cîgira Serokê Giştî

ê PARTIYA MAF Û AZADIYAN/HAK-PAR

Sultan Söylemez

 

 

 

About Post Author