GÜNCEL

GELÊ KURDİSTANÊ HEWCEYÊ ARAMÎ Û HEVGİRTİNÊ YE.

GELÊ KURDİSTANÊ HEWCEYÊ ARAMÎ Û HEVGİRTİNÊ YE.


Li Başûrê Kurdistanê van çend rojên dawî gelek buyerên balkêş û giring encam didin. Diyare piştî ixaneta 16 yê Cotmehê,hin deverên Herêma Kurdistanê bun wek çolgeha Irakê û helbet a Îranê. Mixabin ku bi van egeran,li wan deran roj biroj tesîr û bandora rejima kevneperest û dagirker a Îranê zêdetir dibe.


Îran dixwaze herêma Kurdistanê dabeş bike û beşeke Kurdistana başûr bike wargehê xwe. Lewraye ku piştevanî û handerîya xwepêşanderên tundperestên Silêmanîyê dike.

 


Balkêş û gelek manedare ku tam di vê demê de tevgera GORAN û KOMELA ji hikumetê vedikişin.Di demek wisan de ku ji helbijartinên herêmê re sê heyv maye, herdu şirîkê hikumeta Kurdistanê, ku vaye çar sale digel PDK di hikumetê de li ser karin;bi hinceta heyîna “qeyranên aborî” vedikşin.


Dewletên hevpeyman yên diji Kurd,dixwazin bi alozi û birçîbunê miletê Kurd terbîye bikin, li gorî xwe Kurda bînin hedayetê.Ew dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de dabeş kirine,piştî encama referandumê,ketine nava tırsek mezin.Lewraye ku li çend navçeyên Kurdistanê ku bi taybetî van deran bijartine,wekî, Silêmanî, Çemçemal, Ranye û Helebçe,xwepêşandanan li dar dixin. Bi bangeşanek rewa derdikevin kolanan, lê mixabin ku destdirêjîyê dikin tundî û şedadîyê dikin,tevgerên wandalist ( tundperest) û dijwarxwaz dikin.


Em wekî Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR; di çarçoweyek demokratik û aştîyane de,bi sedemên rewşên xirap da nerazîbun û neqîlbuna gel rewa dibînin. Maf û berjewendîyên karmend û xebatkaran divê were parastin û pirsgirekên civatê bi şêwazek rewa werin çareser kirin.Di heman hal de,divê gel jî hişyar be û bi hîç şêweyek medet û mecal û fersend nede destê dijmin û xwefiroşên Kurd. Divê gel bi dek û dolab û gefên dijmin ne xape. Kurdistan hewceyê aramî û hêmînê ye.


Roj roja yekgirtin û hevgirtinê ye.

Divê gelê Kurdistanê xwe ji tund û tîjiyê dûr bixe, gilî û gazin û daxwazên xwe bi awayekî aram û dûr ji dijwarî û tundûtîjîyê bide zanîn.

Bê guman, xwepêşandanên şariste û aştiyane mafê hevwelatiyan e. Lê lazime xwepêşander bi hestên neteweyî tevbigerin û rê nedin ku helwest û daxwazên hêzên dij û neyar encam bidin.Lazime k udi mercên îro de, ev xwepêşandanên niha li ser dijîtiya wê siyaseta ne rewa ya desthilata Bexdayê werin lidar xistin. piştî bLewra a ku Kurdan birçî dihêle rejima Bexdayê ye.


Dijminên gelê Kurdistanê ne partîyên welatparêzin û ne jî hikumeta herêma Kurdistanê ye. Neyar û dijên Kurda hdewletên hevpeyman yên dijraberên Kurdin. Ew dixwazin Herêma Kurdistanê bixin nav alozîyên aborî û sîyasî. Qeyranên civakî derdixin ku yekîtîya Kurdan têk bibin.ne. Dijmin dixwaze ku û şîrazeya siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê xera bike.Di demek de ku hêzên Iraqê nîyet kirine êrîş bikin ser Hêzên Pêşmerge û ji bo wê yekê jî hêzeke mezin kom dikin, lazime hemû hêzên welatparêzên Kurdistanê jî,ji hemu rojan zêdetir hevgirtî bin.

Eger welatek azad û serbixwe nebe, qiymeta mal û milkê tu kesî namîne.

HAK-PAR,weki destebirayek Kurd hêvî dike ku gelê Kurdistana Başûr di vî qonaxê girng de zêdetir aram û hişyar be.Yekîtî zaminê serketinê ye.


NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎ

A PARTÎYA MAF û AZADÎYAN / HAK-PAR

About Post Author